Here naverokê

Qadirî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qadirî (erebî: القادريه) terîqeteke misilmanan e ku ji aliyê alimên misilman ê bi eslê kurd bû ji aliyê Evdilqadirê Gêlanî[1] ve hatiye damezirandin.

Navê xwe ji navê Evdilqadirê Gêlanî ji peyva Evdil-Qadir digre. Qadirî tê wateya ku ew kesên di terîqata Qadirî de ne. Her çend gelek nivîskar bibêjin jî Gîlan devereka li nêzîkî deryaya Hezare jî, li ser rêya Bexda û Kirmaşanê de jî devera Gîlanê heye. Gelek kurd bawer dikin Şêx Evdilqadirê Gêlanî ji vê derê ye.[2]

Malbata Berzincî ku li Silêmanî dimînin endamên vê terîqeyê ne. Her wisa wek Telebaniyan, Nehriyan gelek malbatên din jî di vê terîqeyên de bûn lê piştî belavbûna Neqişbendî, derbasî vê terîqeyê bûn. Ji ber tesîra binemala Telebaniyan li Kerkûkê, binemala Berzincî li vê herêmê zêde tesîr li ser xelk nekir. Wek serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî.

Di terîqeya Qadirî kêr li xwe dan, şîş li xwe dan an jî zerardana wûcudî heye.[çavkanî hewce ye]

  1. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 kanûna paşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. Ağa,Şeyh,Devlet-Martin van Bruinessen, r:320