Ebdulqadirê Geylanî
Ebû Salih Seyîd Muhyedîn Ebdulqadirê Geylanî | |
---|---|
![]() Ebdulqadirê Geylanî | |
Navê rastî |
عبد القادر الجيلانى |
Jidayikbûn |
1078 |
Mirin |
1166 Bexda - Iraq |
Netewe | Kurd |
Bernav |
Xews-ul A'zam Qutb-î Rebbanî Sultan-ul-Ewliya Qutb-î A'zam El-Baz el-Eşheb |
Pîşe | Fiqih, Tefsîr, Kelam, Hedîs, Îcma, Şerîet û Mentiq |
Dîn | Îslam |
Zarok | Şêx Ebdulezîzê Geylanî |
Dê û bav |
|
biguherîne![]() |
Ebdulqadirê Geylanî (z. 1078 Gilan - m. 1166 Bexda) nivîskar û alimekî misilman ê kurd ko terîqeta qadirî girêdayî baweriyên wî ye. Gora wî li Bexdayê ye.[1][2]
Jînenîgar[biguherîne]
Navê wî yê tivav Ebû Salih Seyîd Muhyedîn Ebdulqadirê Geylanî ye.[3] Ew li serê heyva remezana sala 470yî mişextî (1078an) di malbateke seyîd de li gundekî herêma Gilanê li bakurê Îranê hat dinyayê.
Ji bo dûmandina xwîndina xwe çû Bexdayê û fiqih û şerîet li ser rêbaza Henbelî xwend û bû yek ji navdarên mezheb ango rêçika Henbelî. Di tesewwufê ango sofiyatiyê da, ew yek ji murîdên Cuneydê Bexdayî bû. Nasnav wî ev in: muhyeddîn (vejînendeyê dînî), Sultanê Ewliyayan û Xews
Wî 4 jin û 49 zaro (27 law û 22 dot ) hebûn. Gorr û mezarê yek ji pisên wî Şêx Ebdulezîzê Geylanî li bajarê Akrê ye.
Malbata wî[biguherîne]
Evdilqadirê Geylânî gelek xort û keçên wî hebûn. Bi navgîniya wan, emrê Qadirî li Misir, Afrîkaya Bakur, Endulus (Spanya), Iraq, Sûriye û Anatoliya belav bû. Yek ji kurên wî, Abdurrahmân Şerafeddîn Îsa, li Misrê bicîh bû û kalikê şerîfên Kādirîyên li Misrê ye. Neviyên Abdülkādir Geylanî li Afrîkaya Bakur bi piranî wekî "Şerif", û li Iraq, Sûriye û Anatoliyê wekî Seyîd û Geylânî têne binav kirin.
Pirtûkên Ebdulqadirê Geylanî[biguherîne]
- Futuh al-Xeyb
- El-Fath ar-Rabbani
- Cala' al-Khawatir
- Malfuzat
- Al-Ghunya li-Talibi Tariq al-Haqq
- Khamsata 'Ashara Maktuban
- Al-Fuyudat al-Rabbaniyya
- Bashair al-Khairat
- Kitab Sirr al-Asrar wa Mazhar el-Anwar
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ From the 12th century onward, Sufism spread amongst the Kurds. The main Sufi orders amongst them are the Qadiriya who trace their origin to the Kurdish Sufi 'Abd al-Qadir al-Jilani
- ↑ http://www.ehlisunnetbuyukleri.com/Islam-Alimleri-Ansiklopedisi/Detay/SEYYID-ABDULKADIR-I-GEYLANI/1440
- ↑ https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/050620171