Qasim Şeşo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qasim Şeşo
Jidayikbûn1952 (71–72 salî)
HevwelatîAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Qasim Şeşo (jdb. 1952 li Başûrê Kurdistanê), jê re Şêrê Şingalê jî tê gotin, êzdiyê Başurê Kurdistanê ye. Ew ji bo berevaniya duyem perestgeha herî pîroz a êzdiyan Şerefedînê li Şingalê di şerê havîna 2014an ê dijî rêxistina terorîst a Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de li cîhanê nav û deng e.[1][2]

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qasim di sala 1981ê de bi jin û zarokên xwe re ji ber şer û êrîşên leşkerên Sedam Huseyn ji Şingalê reviyan. Wan hewl da ku li Sûriyê debara jiyana xwe bikin, lê di sala 1990î de mal bar kirin Almanyayê. Di sala 2003an de dema ku Dewletên Yekbûyî rejîma Sedam Huseyn qedandibû, ew vedigerin Şingalê. Di 30ê tîrmeha 2014an de di bin bandora êrîşa havînê ya rêxistina terorîst a Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de, yek ji rêvebirên Hêza Parastina Şingalê bû. Di 20ê çiriya pêşîn de, ew bi şervan û xizmetkarên Êzdîxanê re li cihê perestgeha Şerefedînê hate dorpêçkirin û wan di şerê Şerefedîn de bi rê kir. Qasim Şeşo apê têkoşer Heyder Şeşo ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Reşvan, Robîn. "Qasim Şeşo Daxwaza Çekên Giran jibo Ezîdîyan Dike". Dengê Amerîka.
  2. ^ Kazim, Hasnain. "Deutscher Gärtner führt Bürgerwehr der Jesiden an". Spiegel.de (bi almanî).