Şingal

Şingal
Devera Şingalê
Şingal li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Şingal
Şingal
Şingal (Iraq)
Kargêrî
Dûgel Îraq
Parêzgeh Neynewa
Demografî
Gelhe 84.000 (2015)[çavkanî hewce ye]
Erdnîgarî
Bilindayî 522
Koordînat 36°19′21″Bk 41°51′51″Rh / 36.32250°Bk 41.86417°Rh / 36.32250; 41.86417
Nexşe
Şingal (2015)

Şingal [1], dever û bajarekî Îraqê ye ku di navbera bajarê Mûsilê û tixûbê Îraqê û Sûriyê de ye. Di serhijmera sala 2006an de, hêşeta Şingalê nêzîkî 40.000 kesan bû[çavkanî hewce ye]. Xelkê Şingalê êzdî ne û bi kurmancî diaxvin[2].

Şingal hêjta bi awayekê fermî nebûye pareke ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Çarenivîsa wê, digel çarenivîsa gelek ji bajar û stanên dî yên kurdî yên mîna Kerkûkê, Xaneqînê, Mexmûrê hêşta bi danûstandin û bicihbûna referandûm anko tevpirsiyekê ve girêdayî ye ko biryar e berî dawîbûna sala 2007an bicih bibin. Hikûmeta Bexdayê bi serokwezîriya Nûrî Malikî gelek jibo bicihkirina daxwazên kurdan rijd nîne.

Êrişa tundîxwazên ya Daîşê ser Şingalê (meha tebaxa 2014)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 3ê tebaxa 2014an de rêxistina tundrewên îslamî Daîşê di bin maskeya dîn de êriş anî ser gelê êzdî yê Şingalê û komkûjî pêk anî. Bi hezaran mîr hatin qetilkirin û jin û zarok jî revandin. Zarokên êzidî yên ku Daîşê revandin li gorî yên ji destê Daîşê reviyane dibêjin ku wan li navendên çekdarî fêrî şer dikin her wisa wan fêrî çawa xwe teqndinê jî dikin, ber çend mehaye li Mûsilê du zarokên êzdî xwe bi hêzên Iraqê ve teqandin, jinên êzdî yên sipehî û ciwan bi wan re dizewicin yên jiyê wan mezin jî ji bo xizmetê bi kar tînin[3].

Rewşa îro ya êzîdiyên Şingalê (2019)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarê Şingalê navenda devera Şingalê ye ko devereka stana Mûsilê ye. Bajar 522 metiran (1715 pêyan li ser astê deryayên azad bilind e. Şingal li 36° 19' bakur û 41° 51' rojhilat e.

Lîstêya Gundên Şingalê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jimare Kurdî Erebî
1 Adîkê عادکة
2 Barana بارانى
3 Bare بارة
4 Başok باشک
5 Be'ac (Beac) بعاج
6 Behrava بحراف
7 Bekran برکان
8 Berdehilê بردحيل
9 Borik بورک
10 Cema جما
11 Çirî جري
12 Çoko جوکو
13 Dihil دحل
14 Dugurî دکوري
15 Duhula دهولی
16 Dukorê دکورة
17 Eçima عجمى
18 Elî Sorka علی سورک
19 Eyîn El-Xezal عين الغزال
20 Gabarê گاباري
21 Gafirya کفرة
22 Gir Ezêr تل عزر
23 Gir Şebek تل شبک
24 Gir Zerik تل زرک
25 Girê Çemî تل جمي
26 Girove کروفة
27 Guhbel کوبل
28 Gurra کورا
29 Hac Kerîm حاج کریم
30 Hatimiyê الحاتمیة
31 Hemdan حمدان
32 Hemê حم
33 Herdan حردان
34 Heyalê حیال
35 Kanî Sarik کاني سارک
36 Kaniya Eydu کانی عیدو
37 Kendalê کندال
38 Kenroq کنروق
39 Kersê کرس
40 Koço کوجو
41 Korkorkan کرککرکان
42 Kunruvî کنرف
43 Mamizê مامز
44 Mejnuniyê مجنونیة
45 Melag ملاک/ق
46 Namil نامل
47 Narincok نارنجوک
48 Qabosiyê القابوسیة
49 Qeredax قرداخ
50 Qerokê قروک
51 Qeyrewan قیروان
52 Reşo رشو
53 Rifeyi الرافعیة
54 Rimbosê رمبوس
55 Şawirok شاوروک
56 Sayer سایار
57 Sekiniya سکنیة
58 Sîba Şêx Xidir سب شیخ خدر
59 Sibayê سبایة
60 Sinunê سنون
61 Şkeve شکفة
62 Solax سلاخ
63 Tappah تاباح
64 Tel Benat تل بنات
65 Tel Ebosifkê تل ابوسفک
66 Tel Kerfenîs تل کرفنیس
67 Tel Qeseb تل قصب
68 Teref طرف
69 Werdiyê الوردیة
70 Xirab bazar خرب بازار
71 Xanesorê خانصور
72 Xazuga خازوک
73 Yûsifka یوسفکی
74 Ziravkê زرافک
75 Zomanê زومان
76 Zorava زوراف

Êtîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şengar bi erebî Sincar bi aşûrî Şiggor e. Di dema romayî de, ev nav di sedsala çaran de wek Singara hatiye qeydkirin. Ser serê wî çiyayî perestgeha çilmêra heye. Li gor nêrîna Îrec Kurdî[çavkanî hewce ye], Şengar an Σίγγαρας, "Síngaras" ku navê kelên berxwedana îraniyan dijî romayiyan di Şengara niha de bûye ji peyva hevdanî ya seng+gara (senger) pêk hatiye. Jiber vê hegerê jî di aşûrî û yûnanî de bi du /g/ yan hatiye qeydkirin. Peyva gund û senger, berê ji bo ordîgeha leşkerî û kelat û bereyên şerî bi kar dihatin. Gund di peyvên gundikmela, cundîşapor, semergund heye. Navê senger jî herwesa li ser navên gundan heye wek senger, sunqur, sengeran, zengilan û hwd.

Ew der, nêzî şergeha binavdeng ya gogemilê di serdema hexamenişiyan de bûye. Bi giştî ew navçe navçeyên stratîjîk bûne. Niha jî her wesa ye. Sikkeyên wê serdemê jî hene ku qala wan kelan dikin ku navê wan sengere bûne û îraniyan têde dijî romiyan ber xwe dane.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl (1978). Zargotina kurda II. Naûka, Moskow
  2. ^ Joyce Blau (1975). Le Kurde de 'Amâdiya er de Djabal Sinjâr: Analyse linguistique, textes folkloriques, glossaires. Librairie C. Klincksieck, Parîs
  3. ^ http://www.ufkumuz.com/isidin-islami-maske-altindaki-zalimligine-lanet-35258h.htm

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]