Qedê demax
Qedê demax ( bi îngilîzî: brain stem) ji pirik, demaxê naverast û lakêşemox pêk tê.
Demar û demarexaneyên hatî û derkevtî yên ji mejî, demaxê navber û mejikê heta dirkepetikê dirêj dibin, loma qedê demax demaxê bi dirkepetikê ve girê dide. Navendên xewê û hişyariyê li qedê demax in[1].Qedê demax demareragihandinên ji mejiyê ji boy masûlkeyan rêk dixe[2]. Ji bilî wî, gellek erkên laş ji aliyê qedê demax ve tên kontrolkirin. Wekî mînak; henasedan, heriskirin, rêjeya lêdana dil, daqurtîn, pestoya xwînê, meşîn, ji hawirdorê agahdarbûn hin ji erkên bingehîn ên laş in ko bi navbeynkariya qedê demax ve tên rêkxistin[3]. Bi kurtasî, qedê demax kar dike ji boy hevsengiya laş, rêkxistina livînê û guhaztina demareragihadinan ji mejî ber bi laş an jî ji laş ber bi mejî[1]. Herwiha qedê demax navendên ji boy kontrolkirina xewê û hişyarî lixwe digire.
Demaxê naverast
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Demaxê naverast (bi înglîzî: midbrain) Li jorê pirikê de demaxê naverast cih digire. Rîşalên demar û navikan lixwe digire, mejikê bi beşên jêrê laş û dirkepetikê ve girê dide[4]. Rîşalên demarê li demaxê naverast çaperast dibin, bi vî awayê nîvê çepê mejiyê aliyê rastê laş, nîvê rastê mejiyê aliyê çepê laş kontrol dike[5]. ji boy refleksên bihîstinî û dîtinî rola demaxê naverast girîng e[4]. Tewereyên hestê bihîstinê jî tê de, hemû tewereyên hestê ya di demaxê naverast de bi dawî dibin an jî ji wir ber bi mejî ve dirêj dibin[1].
Pirik
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pirik (bi îngilîzî:pons) li pêşiya mejikê, li jêrê demaxê naverast, li jorê lakeşemoxê de cih digire[4]. Pirik bi gelemperî ji rîşalên demarê, ango ji madeyê spî pêk tê. Hinek ji van rîşalan di navbera herdu nîvên mejiyê de girêdanê ava dike, hinek ji rîşalên demar jî ji mejî dirêj dibin ber bi dirkepetikê[4]. Girêdanên di navbera qedê demax û mejikê de ji aliyê pirikê ve tê çêkirin[6]. Di nav pirikê de hin pilên taybet hene, ko bi rengê gewr in, van pêkhateyên gewr, wekî navik (bi îngilîzî: nuclei ) tê navkirin. Demarexaneyên beşa madeyê gewr a pirikê, demareragihandinên ji mejî tên, dişîne mejikê[6]. Di pirikê de navendên refleksê hene ji boy livîna kiloxê. Li vir livîna serê mirov li gor kartêkirên dîtinî an jî bihîstinî (guhdarî) tê rêkxistin[7]. Navendên henasedanê û xewê jî li pirikê ye[2]. Pirik û lakêşemox bi hev re kar dikin ji boy rêkxistina rêjeya henasedanê[8].
Lakêşemox
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lakêşemox (bi îngilîzî: medulla oblongata) ji pirikê ber bi dirkepetikê ve dirêj dibe. Dirêjiya wî bi qasî 2,5 cm e[4]. Navendên giring ên ji boy berdewamiya jiyanê li lakeşemoxê ne. Navenda dilelûleyan, navenda henasedanê, navenda refleksên vereşînê, kuxikê, daqurtîne, bêhnijînê (pişkinîn) di lakeşemoxê de cih digirin û tên rêkxistin[8][4].
Pêkhateya torî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tevahiya qedê demax bi tora demarexanayan ve dagirtî ye û wekî pêkhateya torî (bi îngilîzî: reticular formation) tê navkirin. Pêkhateya torî alîkariya kontrola henasedanê û gera xwînê dike. Herwiha kartêkirên girîng ji yên negirîng cuda dike. Fêrbûn dikare li ser hin erkên pêkhateya torî de guhertinan çêbike. Wekî mînak mirov hînê dengê radyoyê dibe û dengê radyoyê vekirî be jî dikare bikeve xewê. Lê mirovê di xewê de, bi dengê derî ji xewê hişyar dibe. Ango mirov hîn dibe ko dengê muzîka radyoyê negirîng e, lê dengê derî girîng e loma divê bertêk bê nîşandan[9]. Rêkxistina masûlkeyên peykerê û berdewamiya hevsengiya laş jî ji aliyê pêkhateya torî ve tê birêvebirin[4]. Pekhateya torî biryar dide ko kîjan ji demareragihandinên hatî bên şandin boy tûkila mejî[1].
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
- ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ a b c d e f g Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
- ^ Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^ Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.
- ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.