Dirkepetik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Striyebendik an jî dirkepetik (bi îngilîzî spinal cord), beşek ji demarekoendama navendî ye.

Striyebendik(Dirkepetik) beşekî demarekoendama navendî ye.

Dirkepetik gurzek şaneya demare ye di nav hestiyên birrbirrê de, ji qedê demax dirêj dibê heta jêrê qefesa sîngê[1]. Dirkepetik, di navbera demax û demarekoendama çêwe de navbeynkariya ragihandinê dike[2].

Pêkhateya dirkepetikê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirêjiya dirkepetikê bi qasî 45 cm ye[3].Birgeha panî (bi înglîzî: cross section) ya dirkepetikê bi du çînî ye. Çîna derve bi rengê spî, çîna navî jî bi rengê gewr e. Dirkepetik jî wek mîna demax, bi sê perdeyan ve pêçandî ye. Ev hersê perde wekî perdeyên meji (bi latînî: meninges) tê navkirin. Kulbûna van perdeyan a ji ber hokarên nexweşiyê, wekî nexweşiya menenjît tê navkirin. Navbera perdeyên mejî bi bi şileyek ve tijî ye, navê vî şileyê, "şileya mejî-dirkepetik” e (bi îngilîzî: cerebrospinal fluid). Şileya mejî-dirkepetik wekî mîna balîfek (balgih) destek dide demax û dirkepetikê[4]. Dirkepetik di nav hestiyên birrbirrê de cih digire lê hem bi demax ve hem jî bi navbeynkariya demarexaneyên dirkê, bi demarekoendama çêwe ve girêdayî ye. Loma ji hemû beşên laş ragihandin werdigire û dişîne demaxê, an jî ragihandinên ji demaxê dişîne masûlke û rijênan. Aliyê pêşî yê dirkêpetikê wekî zik (bi îngilîzî: ventral) aliyê paşî jî wekî pişt (bi îngilîzî: dorsal) tê navkirin. Tewere û laşexaneyên pîştê, bi gelemperî ragihandinên hestê ji laş ber bi demaxê ve diguhazînin. Di navenda dirkepetikê de cogek heye. Coga navendî ya dirkepetikê bi şileya mejî-dirkepetikê tijî ye[5].

Madeyê gewr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşa gewr wekî madeyê gewr tê navkirin. Madeyê gewr ji tewereyên ne maylînî, laşê demarexaneyan û xaneyên glîa pêk tê[6]. Madeyê gewr bi madeyê spî dorpeçî ye. Şeweyê beşa gewr dişibe perperperokê, an jî pîta H yê[7]. Beşa gewr li gel hin beşên demarexaneyên hestê û livînê, demarexaneyên navê lixwe digire. Demarexaneyên navê, demarexaneya hestê bi demarexaneya livînê ve girê dide.

Birgeha panî (panîbirgeh) ya dirkepetikê ji du başan pêk tê, madeyê spî û madeyê gewr.

Madeyê gewr ji hinek beşan pêk tê, her beşek madeyê gewr wekî şax tê navkirin. Şax li kîjan aliyê beşa gewr be, li gor wê derê tê navkirin. Şaxên piştê ji bo girtin û ragihandina hestan kar dikin. Şaxên zikê erkê kar radigihîne bo peykeremasûlkeyan. Şaxên tenîşite (kêlek) navenda sereke ye ji bo beşa sîmpasavî ya demarekoendama xweyî[8].

Erkê xaneyên beşa gewr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demarexaneyên hestê yên li beşa gewr ji koendama çêwe ragihandin werdigrin.

Demarexaneyên livînê, ragihandinan diguhêzîne ji bo masûlkeyên peyker

Demarexaneyên navê ji bo çêbûna refleksan, demarexaneyên hestê bi demerexaneyên livînê ve girê dide.

Madeyê spî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşa spî ya dirkepetikê ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Rîşalên(tewere) demarexaneyên hestê ji laş ber bi demaxê ve, rişalên demarexaneyên livînê jî ji demax ber bi laş ve dirêj dibin. Herwiha rîşalên demarexaneyên navê jî di nav madeyê spî de cih digire[3].

Beşên madeyê spî li gor stûnan (bi îngilîzî: column) tê polenkirin. Di nav van stûnan de rîşalên koendama demarê yên ber bi demaxê hildikêşin, ji endamên hestê ragihandinên hestê diguhazînin ji bo demaxê. Herwîsa stûnên ji demaxê dadikêşin ji bo masûlkeyan sinyalên livînê diguhêzînin. Di navbera herdu şaxên piştê yên madeyê gewr de, stûnên piştê heye. Di navbera herdu şaxên zikê de, stûnên zikê cih digirin. Li herdu aliyên madeye spî ya dirkepetikê de di navbera şaxên pişt û zikê de, stûnên tenîştê heye. Stûnên piştê ji tewereyên hilkêşayî pêk tê[9]. Stûnên zikê û tenîştê hem tewereyên hilkêşayî, hem jî yên dakêşayî lixwe digirin[8].

Dirkepetik navenda kontrolkirina refleksên livînê ye. Heke mirov bê zanetî destê xwe bide ser tiştek pir germ, di heman demê de bê hemdê xwe destê xwe ji wir dikişîne, ev bertek wekî refleksa livînê tê navkirin. Refleks (perçekirdar) bersîvên xweyî ne li dij kartêkiran[6].Refleks ne li bin bandora demaxê, lê di bin kontrola dirkepetikê de çêdibin[3].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  3. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  5. ^ Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.
  6. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  9. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.