Demaxê navberê
Navberedemax, demaxê navber, nêwanedemax an jî demaxê navê ( bi îngilîzî: interbrain, diencephalon) beşa demaxê yê di navbera mejî û qedê demaxê de cih bûye.
Navberedemax di navbera mejî û beşên din ên koendama demarê de girêdanan ava dike, belavkirina agahiyên ji mejî an jî ber bi mejî li vir rû dide[1]. Ango ji bilî hestê bêhngirtinê, agahiyên ji dirkepetik û demarekoendama çêwe, pêşî li vir tên tekûzkirin û yekkirin paşê tên şandin ji boy mejî[1]. Beşên koendama demarê yên bi karê bêhngirtinê ve mijûl dibin awarte ne, hestewergirên bêhngirtinê û demarexaneyên hestê bêhngirtinê raste rast bi mejî ve girêdayî ne[1]. Talamus (lanik), hîpotalamus (jêrlanik), subtalamus, hîpofîz û epîtalamus beşên sereke ne di navberedemax de. Epîtalamus rijênê kajî ( bi îngilîzî: pineal gland) lixewe digire[1]. Ji van beşên navberademaxê, talamus û hîpotalamus pêwendiya wan raste rast bi koendama demarê heye. Di demaxê mirov de çar kelênên piçûk heye, navê van kelênan bi îngilîzî “ventricle” e. Talamus û hîpotalamus li derdora kelêna sêyem( bi îngilîzî: third ventricle) de cih digirin[2].
Talamus
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Talamus ji du pişkên madeyê gewr pêk tê. Ev herdu pişk li jor û kêlekên kelêna sêyem de, li jêrê tenê req de cihbûyî ne[3]. Hestewergir ji her aliyê laş de demareragihandin werdigirin, bi navbeynkariya demarexaneyên hestê, demareragihandin tên şandin boy talamusê. Talamus ragihandinan ji hestedemarexane yên hatî digire, ragihandinan tekûz dike. Li talamusê ragihandinên(kartêkir) girîng ji yê ne girîng tên cihê kirin. Hêza (bandora) ragihandinan tên kêmkirn an jî zêdekirin. Piştî polenkirinê, talamus ragihandinan dişîne boy beşa guncav a tûkila mejîyê[4]. Wekî mînak gava mirov li cihekî qerebalix de hewla xwendina pirtûkek bike, talamus dengên derdorê parzûn dike û naşîne mejiyê, bi vî awayê mirov di nav dengê bilind a qerebalixê de dikare bala xwe bide ser xwendina pirtûkê[5]. Herwisa talamus mejiyê agahdar dike ko demareragihandin ji kîjan hestewergirê tê û bi kîjan hestê re têkiliye. Wekî mînak, talamus ji mejî re dide zanin ko demareragihandina hatî ji çavan tê, loma agahiyên dîtinî lixwe digire[5]. Ji bilî van karan, talamus ji mejî û ji beşên din ên demaxê agahî yên ji boy rêkxistina hest û arezûyan(tehrîk) jî digire[4].
Hîpotalamus
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li jêrê (xwarê) talamusê de cih digire. Hîpotalamus kontrola berhremkirin û derdana hormonan dike. Loma di navbera koendama demar û koendama hormonan de navbeynkarî dike[2]. Hîpotalamus sinyalan dişîne rijenê hîpofîzê, Ji rijênê hîpofîzê çend hormon tên derdan, van hormonên hîpofîzê bandor li ser rêjênên din û xaneyan dike[6]. Karê esasî ya hîpotalamusê rêkxistina hevsengiya navî ya laş e. Ta (germahî) ya laş, xwarin û vexwarin ji aliyê hipotalamusê ve tê rêkxistin[7]. Rijênê kajî jî li navberedemaxê de cih digire. Hormona melatonîn ji aliyê rijenê kajî ve tê berhemkirin û derdan[8] .
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^ a b Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.
- ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
- ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
- ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
- ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.