Here naverokê

Qotel

Qotel
Tax Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qotel li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 37°24′59″Bk 37°57′6″Rh / 37.41639°Bk 37.95167°Rh / 37.41639; 37.95167
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Nifûs
80 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Mêr
 
43 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Jin
37 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
  • UTC+3
  • beşa saetê ya Tirkiyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Qotel (1928:  روم اولك [1] (Rûmevlek), 1946: Kotal[2], 1968: Kotal[3], bi tirkî: Tarlabaşı) gundekî Kelê ye. Qotel berê bi navê Rûmêwleg,[çavkanî hewce ye] bi tirkî Rumevlek[çavkanî hewce ye] jî dihat zanîn lê kurd bi navê Qotel nas dikin. Dewleta Tirkiyeyê navê vî gundî guhert û ji Rumevlek çexa Kotal kir. Paşê navê gund carekî din hat guhartin û navê gund çexa tirkî kirin û navê xwe bû Tarlabaşı [4].

Qotel, gundekî Dîlokê yî piçûk yî bi 20 malan e. Yî 100 km li rojhilatî Dîlokê, 30km li rojhilatê Keleyê ye. Li ser sînorê Dîlokê û Rihayê, li ber Çemê Ferat e. Li hêlê Dîlokê gundên cîran Heweş (din bin avê Ferêt de ma), Hesar (gundekî tirkan e), Sirgûc, Lordîn, Dîng, Şêxdawid, Zag û Kemberlîyê ne. Li hêlê Rihayê gundên Wan, Bal, Qurdebe, Şehîn û Çêwek cîranên xwe ne.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ruemevlek (Qotel) di sala 1536an.

Referansa gundê Qotelan ter zû di belgeyeka osmaniyan bi sala 1536an da bi navê Rumevlek derbas dibe.[5] Heta davîye devleta Osmaniyan di belgeyen resmî da ew nava hat bi kar anîn. Li der û dorên bajarê Eyntabê (Dîlok) çend gundan din ya bi navê Rumevlek he bûn. Ev gundan ber Osmaniyan şûna mesîhiyan bû. Ew lomê wetaya Rumevlek wek "erdên rûman" tê. Navê Rûmevlek bi du peyvan çê bûye. Rûm (Yunan/mesihî) û evlek (di Yûnanî da herqa ku bi cot li erdan çedikirin.)[6] Ev peyva di kurdî da jî dijî. Ku berê toxim dikê bireşandana, her 3-4 metreyan xetek cot lê dixisitin. Ew xet ji bo ku toxim rast û homojen bireşînin lê dixistin. Di Kurdî da navberê ev xetan ra dibêjin êvleg. Evlegek, kêm an zêde, şûnê debok (18 Litre) toxim e.

Di sala 1583an da ew der bi navekî din jî hat qeyd kirin. navê xwa yê duyem tişetkî wek Berxan bû. Nayê zanîn ku ew nava bi Kurdî ye an jî bi zimanî Tirkî ye.

Gundê Qotelan li ser nexşe, sala 1885an.

Navê gund yê bi Kurmancî Qotel e. Nayê zanîn ku ji kicax va ew nava hat bikar anîn le, nave Qotel ter peşin di nexşeyeke bi sala 1882-85, ya di pirtûka Karl Humann û Otto Puchstein, ya bi navê "Reisen in Kleinasien und Nordsyrien" bi xwarî wek Kötere hatîye nivîsandin. Di nexşeya 1920'and da, ya di nivîsa "Der Euphrat von Gerger bis Djerebis (Djerablus)." ya dîroknas Von Dr. Arnold Nöldeke navê gund wek Kotal hatîye nivîsandin.

Wateya navê Qotel ne tam diyar e lê tê gotin ku nav bi wateya derên dûz yên li ruberî çîyan tê. Îhtîmal ew e ku ev peyv bi rastî "kendal" be. Lê, li ciwarî gund navekî din bi fonetîke nêzikî Qotel he ye ew jî Pêrtel e. Bel ku ev du navan hin peyvên antîk in.

Gundê Qotelan li ser nexşê, sala 1920an.

Îhtîmala din jî ew e: ew navekî malbatan an jî eşîran be. Çi ku navê gund di rêzmanê kurdî da ne mê ye wek navên gund û bajaran. Ew nava gelejmar e. Mînak, nayê gotin "gundê Qotelê" lê dibêjin "gundê Qotelan". Nave gundekî ku gelejmar e, ew gunda bi ihtimaleka bilind navê eşîran û malbatan e. Minak: Gundê Emaran (eşîra Emeran), Gundê Çeqelân (Eşîra Çeqelan), Gundê Îzolan (eşîra îzolan). Ema tu eşîra bi navî Qotelan naye zanîn.

Dîroka gundê Qotelan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wir ji dîroka kevin da bûye warê mîrovan e. Ter siftê, di navbera gundê Sirgûcê û gundê Qotelan li diyarî ava reş li ser kevirekî li ser xezalekê peyakî bi nize hatibû çêkirin.

Çawûşekî qereqolê gundê Sirgûcê dinemît kire serê wî û serê kêvir firrand. Sala çûyînî jî (2007) hinan ji gundê Hesarê hatin hew tev jikandine. Gor hin arkiyolojîstan hew perçêfwêneya di hîtîtan da mabû.

Duyemînê, li dorê gundê Qotelan du pire hene, yek ya li gundê Heweşê ye, yek li nêzikî gundê Sirgûcê ye, ji Romayan da mane. Li dor pireyê Heweşê li ser kevirekî nîvîsek heye dibêje: "Legio IIII Scythica Operosa Felix". Gorî vê nîvîsê em dizanine ku pire ji terefê Lejyona Skîtan ya Sisêyan ya Romayê de hatiye çêkirin. Em dizanin ku ew lejyona di sala 46 DZ da hat damezirandin.

Sêyemînê, di ber gund de xirabekî kîlîseyekê heye. Em bi kevirekî ku ji ew xirabeyî derketî re zanine ku ev kîlîseya ji Yûnanên kevin da maye û dîroka xwe dihere çend sedsalên siftê.

Çarêmînê, li jor gund bi dehan şikeft, bi navî şikefthûrk tên zanîn, hene. Bi hin fikiran ewan tirbên mîrovên berê ne. Pêncemîne, li herd hemberên Ferêt û Ava Reş di zinarên asê da şikeftin hene bi wan ra Kurd dibêjin Înî. Ew şikeftinan jî bi terefên mîrovên berê de hatin kolane lê ne wek şikefthurkan tirbin. Ewan mina malên sê-çar qatin. Ku meriv di derîyakî re dikeve hundur dbi pêplûkan meriyan dihere qatên jor. Înî pirin lê ya ter navdar Îniyên Bûk û Zava li nêzikikî gundî Dîngê ye. Zêdetir, li diyarî gund li talê Gundî Qotelan peplûk hebûn. He teva rîyakê dibû hêleka xwe berva Semsûrê, hêleka xwe diçû ser Pireyê Heweşê û di ser Ava Reş ra berva Birecik diçû. Panzde-bîst sal bervê ku riya gundî Heweşê çêkirin ew pêplukan teqandin û rê di ser ra birin. Şora paşin, der û dorên gundê qotelan ter hindik ji sedsala siftte DZ û vir da bûye warên mîrovan e.

Gund di Dema Osmanîyan da

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gundê Qotelan (Rumevlek) di belgeyên Osmanîyan ya sala 1552an.

Wexta ku der û dorên Rûmqeleyê di sala 1516 an da ketin bin hukmê Osmanîyan dîroka gund ya Osmanîyan dest pê kir. Di belgeya salan 1536'an, ew ya ter kevin ya ku navê gund derbas dibe ye, quyda gund wek nivîsandin e: "Mezra-i Rumevlek, der nezd-i Karye-i Siburgenc, an timar-i mazbur. Hasıl 300". Em ji ev qeydê fam dikin ku ew wextê Qotel mezre bû. Mezre ew gundên xirâb bûyî ra dibêjin. Belê wexta Osmanîyan ktu kes li, wir na dijî lê erdên der û dorên gund ji alîyên şênîyen gunden cîran va dihatin çandin. Dîsa ji ew qeydê em fam dikin ku ew dera di bin destên Sirgûcîyan da bû.

Di sedsala 16an da erdên gundê Qotelan di bin detsên sipahîyan da bûn. Li jer hûn kanin binerin ku kijan salê, kîjan sipahî sekerê wir bû û wî çiqas ac ji wir dibirî.

Rumevlek (Qotel), sala 1583an
Baca Mezreya Rumevlekê di Dema Osmanîyan da
Sal Sipahi Bac (akçe)
1532[7] Memi 300
1552[8] Memi 400
1570[9] Mehmed bin Saraç Memi 1000
1583[10] Serbölük Hüseyin 1200

Di serê sedsalan 18'an da ew ciwarnana ketin bin destên begên Rumeqeleyê. Ji wan Bekir beg lawe Kurd Mihemmed Paşa pir meşhûr bû. Di sala 1814an da Arteşa dewleta Osmanîyan di bin serokatiyê Pehlivan İrbarihim Paşa erîş li ser Bekir begê kir ji ber sebeba ku Bekir begê li hember Osmanîyan ser rakirîye. Le, bi rasti sebeba esas ewe ku li ser serhiladana Temir Paşa'ye Millî Osmaniyan li dijî begên Kurdan poltikaya nu ava kir. Li ser ev yekê Keleya Zerîn (Araban), ya di bin destên eşîra Hevîdîyan bû, û keleya Rumqeleyê ya di bin destên Eşira Reşîyan ên Êzîdî bû, ji alîyê devletê da hat xerab kirin û Bekir Beg hat kuştin. Di qeyda milken wî da em rasta mezreya Rûmevlek tên. Di 1814an da ew der hîn mezre ye û ew ketîye bin destên began e.[11] Heta îro jî hî ew pareberê gundîyanê.

Li ser ev zanîne em kanin bêjin ku Kurdan dû 1814an da ev der şên kirîye. Em zanin ku di sedsalan 19'an da Mala Sekmên, Mala Qerê, Mala Şerê, Mala Mehemedê Îwê, Mala Mehmedî Dêwid, Mala Şêxê Bêkir û Mala Umê (Qecer) dijîn. Dorê Şere Cîhanê a yekemîn pergala millet belav bû û kî mirin, kî ji siluwîn û çûn. Ji wan malan, li Qotelan tene mala Qecer û Mala Hemî Şêxê Bêkir man. Axayên Rumeqelê (Xilfetî),pir der bi dest xwa xisitin dest dan ser milkên gundîyan. Mehmed Beg, Lawê Şêrîf Begê jî dest da ser Qotelan. Lê kes tunnebû ku ji wan ra cutkarîye bike. Ew malên ku manî jî ne cutkar bûn, aborîya wan li ser pêz bû. Dorê 1920'an mala Xelê Hesenê Beke-Sorê, hew ji Qizil Kîlîs a Hewagê bû, xûnî bûn û hatin xwa avêtin piş begên Qotelan. Ji lawên Xelê Hesen pênc (Ömer, Hesen, Husen, Henîf, Bekir) li gundê Qotelan bi cih bûn. Niha du malabat li gund dijîn Mala Hemî Şêxe (paşnav: Özkan) û Mala Xelan (Paşnav: Kırımızoğlu/Kırmızoğlan). Mala Heman ji Eşira Horikîyan e. Ew berê êzîdî bûn. Mala Xelan jî, asle wan ji gundê Sincarkê ya ku li başurê Helebê dikeve bûn. Mala Xelan dibêjin ku ew ji berê Ahmedê Mendî ne. Hin jî dibêjin ku ew ji Eşîra Bêskîyan in. Lê ihtîmal ew e ku evan jî bi aslî xwa Êzîdî bin. Çi ku em zanin ku di navbera Hema û Helebê da ji dîrokeka pir kevin da xelkên Êzidî dijîn.

Li gorî salan nifûsa gund
2019 84
2018 84
2017 91
2016 100
2015 99
2014 98
2013 95
2012 100
2011 100
2010 105
2009 110
2008 120
2007 114

Heta demêkê gundîyen Qotelan nîv goçber bûn. Havîne diçûn gaza jor gund û bi zifistanê jî dihatin ser malê xwa yên li xirabeyê Rûmevlekê. Her malê pezên xwa yên mihîyan hebûn. Serî malê ku qet tunne mangeyak hebû. Bizin kêm bûn lê tenê mala Şêxê Qêcer xudan pezê bizinan bûn. Li Qunde Gotelan qatix bol bû. Şûna mêst, dêw, penêr, lor, çirtên, û runî nivîşkî ne tenê di xwarina gundîyan da, ji bo froştinê jî giring bû. Heri û mû jî di jîyana gundiyan şûneka giring digirt. Ben, cil, xali, têr, tûr (çewal) hemî ji wan çê dibû.

Pirekî erdên gund di dest began da bûn. Gundî bi began ra bi nîvî an bi siseyan yek parek bûn. Bi kevneşopî, li ev heremê cutkarîyeka bejî li ser gênim, cihê, kizinan, nîskan û nukan bi kar dianîn. Ji bo şîranîyê jî her malê rez û hêjîrên xwa hebûn. Ji tiri mot, bastiq, qirme, suciq, mewûj, sîrke çê dikirin. Havîne di bîstanan û ekûran da jî encûr, xite, fireng, becan, îsot, kelek û zebeş diçandin.

Ji 1970'an û şinda fistiq edî edî cih ji dest çandin ya kevneşopî girt. Berê fistiq li zevîyan nadiçandin. Yên ku karê fistiqan dikirin, diçûn kizvanên çôle ye li çîya û nevalan qelem dikirin ji wan fistiq top dikirin. Ter pêşin li zeviyân yên li der û dora ev gundnan Ali Şefik Özdemir[12] fistiq çandin dân. Wexta ku Ermenî suliwandin mâl û milken wan li serleşkeran hatin par kirin. Özdemîr jî ji wan yek bû û erdê Agop ya di navbera Qotelan û Sirgûcê da li wî ket. Fistiqên li dora ev gundan yan herî kevin fistiqe Ozdemir bûn. Li gunde Dîngê jî fistieqen mala İwê hebûn.

Ku Mehmed Beg mir, qundê Qotelan ji lawên wî, Bekir û Evdille Begê ra ma. 1972'a Evdille Beg (Abdullah Hulusi Köksel)[13], ji Surucê şitlên fisitqan anî û li erdên di dest lawên Ömerî Xelê da fisitiq çandin. Dû ra zewîyên fisitqan belav bûn niha hema hema hemû zevî bûn fisitiq. Di dehsala dawî da li çen erdan zeytûn jî çandin lê çutkarîya zeytûnan pir belav nebû. Îro fistiq di aborîya gundîyan da şûna herî mezin digre.

Dema ku fistiq kêm bûn genim û tişten din ku diçandin parek didan bêg yên ku man jî tenê besa xwarinê dikir. Ew lomê gundî pir neçar bûn. Wexta ku pêmi dibû hemû malan diçûn alîye Hetayê, Edenê an jî İslahîye. ÇEnd salan jî diçûn alîye Konya ji bo pale çinandine. 1980an derîyak di,n jî vebû ev jî şîrket bûn. Mêrên gund diçun li bajaran li kortên dirêgân dişxulîn.

Gundê Qotelan nezikî çemê Ferat e. İskeleya Surguce ya dîrokî li Qotelan a. Keştîyak ji bo derbas kirina merîvan di navbara alîyen Ruhayê û Dîloke tim hebû. Niha keştîyaka mezin ne tenê peya wesayît ji derbas dike.

Ava Reş ya ku ji alîye Kelê da tê li nezî Qotelan teva Ferêt dibe. Ev lomê se alîyen gund çemin. Ji berê da neçîre masîyan tên kirin. Berê bi şewekê masi digirtin. Niha bi arzûlan neçîr tên kirin. Kelekên berê jî bi qayiqen bi motor hatin guhartin. Di çemî Ferêt da çend cinsen masîyan hêne ev heware, koşkar, kersît, şawût, gelebûrûs, boçreş, ferx, marmasî, rihele, masîyen keran, masîyen henik in. Ji wan ye terî bi qiymet Şawût e. Niha merîvekî tenê neçîra masîyan ji bo firoşrtinê dike. Ji sala 2000an şinda li gundî qotelan restoraneka ku masîyan difroşe hat ava kirin. Lê ev tenê masîyen Alabalık yên ku ji çiftligân dikirin difroşin.

  • Ziyareta Qerebaba
  • Beraq
  • Avzêmk
  • Çetingol
  • Qulik
  • Dûza gihêran
  • Kûnardiz
  • Gaz
  • Hewşo
  • Pinikan
  • Şilalika Mesto
  • Qoriyê Qecer
  • Qizqapan
  • Kepirê Daregirê
  • Şeydî Erew (Ereb)
  • Şeydî Hesen
  • Ekûra Evdê
  • Erdî Golê
  • Pêrî (Riya Pêrîyê)
  • Rîya Heweşê
  • Rîya topan
  • Rîya Hêjîre
  • Rîya gulan
  • Rîya kireclixe
  • Pêplûk
  • Korta gîskan
  • Çamika Berêq
  • Çamika pirê
  • Çamê gundan
  • Qişleya Mûsirkân
  • Qişleya Şûh
  • Waran
  • Newala Qotelan
  • Newala Hirçê
  • Newala Dîngê

Çîya, Gir, Zinar û Kevir

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Çîyayê Qizildaxê
  • Torç (ê Qerê)
  • Torçê gund
  • Pozî Pêrtel
  • Pozî Bilind
  • Qûnçik
  • Qunça birûskê
  • Kevirê Şêxî Bêqi
  • Kevirê gir
  • Kevirê Taştîyan
  • Zinarê Sur
  • Zinarê Qereçîyan
  • Tehtsûtkan
  • Ben
  • Qaş
  • Qaşî Îwereşê
  • Ferşî Reş
  • Şikefthûrk
  • Şikeftê Avê
  • Şikefta Naxirê
  • Şikefta Keran
  • Şikafta Îwê Elê
  • Şikefta Reş
  • Şikefta Mala Hemê
  • Şikefta Mala Ömerî Xelê
  • Şikeftâ Pace
  • Şikafta Yalanqizê
  • Şikefta Bîstanan
  • Şikefta Kêşîş
  • Ref
  • Qula Kêfo
  • Quleftar
  • Qulegur
  • Bîra Aşim Begê
  • Bîra Sekmên
  • Bîra Mala Apî Hecî Henîfe
  • Bîrâ Mala Apî Osmên
  • Bîrâ Mala Apî Miho
  • Bîrâ Mala Api Mehmo
  • Bîra Şêx Xelîl
  • Bîra Du-deri

Darên navnîşan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Dara Nehletmê
  • Dara Hirçê
  • Dara Tûpik
  • Dara pizanê
  • Dara bîrê
  • Dara Hesenî Qerê
  • Dara Sekmên
  • Dara Ziyaretê
  • Darequt
  • Daregir
  • Merx
  • Şeş gîvîjan
  • Tûya çêm
  • Ferat
  • Avçîyan (Ferat)
  • Çaya Reş (Ava Reş)
  • Gola Qotelan
  • Gola Çîma (Ferat)
  • Gola Cêndirme (Ferat)
  • Gola Dîngê (Ferat)
  • Avzêmk
  • Kanîya Reş
  • Gola Mêşe (Çaya Reş)
  • Gola Zinêr (Çaya Reş)
  • Delav
  • Curne Hemhuso
  • Curne Seydî
  • Curne Hîjîre
  • Curnen Kunardizê
  • Curnen Devteyştan
  • Curne Refê
  • Curnê qelişî
  • Curnên berwiêr
  • Mehsere
  • Mehsereya Berêq
  • Soqanê çêm

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  3. ^ Köylerimiz: 1 Mart 1968 gününe kadar. Başbakanlık Basımevi D.S.İ., Ankara, 1968.
  4. ^ Köylerimiz, İçişleri Bakanlığı İller İdaresi Genel Müdürlüğü. Sayı 31. Ankara: Harita Genel Müdürlüğü, 1960. p.29.
  5. ^ Osmanlı Arşivi, Tahrir Defterleri, TT.d. 184. s. 135 [Arşîva Osmani, TT.d. 184.] (bi Osmani).{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  6. ^ "Sevan Nişanyan".
  7. ^ Osmanlı Aşivi, Tahirr Defterleri TT.d. 184, s. 135.
  8. ^ Osmanlı Aşivi, Tahirr Defterleri TT.d. 276, s. 278.
  9. ^ Osmanlı Aşivi, Tahirr Defterleri TT.d. 496, s. 351.
  10. ^ Osmanli Arşivi, Tapu Kadasto Arşivi Tahirir defterleri, TKGM.d.36, s. 44b; TKGM.d.236, s. 180b.
  11. ^ Osmanlı arşivi, C.ML./559-22954, s.6.
  12. ^ https://tr.wikipedia.org/wiki/Ali_%C5%9Eefik_%C3%96zdemir. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  13. ^ https://vekillerimiz.com/vekil/abdullah-koksel-4950/. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)