Rênas Serhed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rênas Serhed an jî Rênasê Qeremêşê (bi tirkî: Salih Özcan), (1980 li Qeremêşa Gimgimê, 21'ê pûşperê 2010 li axa Kelkita Gümüşhaneyê, Tirkiye) şervan û têkoşerek kurd bû. Bi salan bû (ji sala 2003'an ve aktîv) di nava refên HPG'ê de pêşmergetî dikir.

Bi tevî hevalê xwe Amed (Hamit Ulaş) li parêzgeha Tirkiyeyê Gümüşhane şehîd dikevin. Rênas ji gundê Qeremêşa Gimgimê bû. Lawê Mehmo kurê Mihemed kurê Hecî Evla (Evdila) bû. Hecî Evla bi piyatî çûbû Hecê. Mirovekî oldar, welatparêz bûye. Tevlî Serhildana Şêx Seîd bûye.

Malbata Mihemed ê bapîrê Rênas diçin mezreya Zorava, li ser axa xwe bicih dibin. Piştre bavê wî Mehmo bar dike diçe Edeneyê. Rênas mirovekî xwendî bû, zanîngeh xwendiye.