Rênas Xendekî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rênas Xendekî
Jidayikbûn13ê kanûna paşîn a 1994an (30 salî)
Botan
Pîşe
  • Nivîskar
  • berhevkar
  • parêzer
Zimanê nivîsinêKurdî
PerwedeZanîngeha Dîcleyê
biguhêreBelge

Rênas Xendekî nivîskar û parêzerê kurd e.

Di sala 1994an de li Hezexê li gundê Xendekê hatiye dinê.[1] Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Cizîra Botan qedand. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa hiqûqê xwend. Di dema xwendekarîya xwe ya lîseyê dest bi nivîsandina kurdî kir. Helbest û nivîsên wî di kovarên Hawara Botan, W, Folklorame û Aşdad de hatin weşandin. Di 2015an de di Komxebata Hiqûqê de cih girt. Di 2018an de di Komxebata Folklorê ya Weqfa Mezopotamyayê de cih girt. Di 2017an de berhema wî ya ewil Mamikên Botanê ji weşanên Wardozê çap bû. Avakar û rêvebirê projeya Asoya Helbesta Kurdî ye.[2] Hinek helbestên Orhan Veli Kanık ji tirkî wergerand kurdî, di bin navê Van Hewayên Xweş Ez Mehf Kirim de ji Weşanên Soranê çap bû. Di 2018an de pirtûka wî ya Folklora Roja Nûyê çap bû. Rênas Xendekî zewiciye û bavê zarokekî ye, niha li Cizîra Botan parêzeriyê dike.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ferhenga Têgihên Hiqûqê, Li gel Bahîz Omer Ehmed, Beyar Tahir Seîd, Bîlal Zîlan, Cemîl Çelîk, Ebdilah Casim Receb, Ebdilah Çager, Ebdilwehab Xalid Mûsa, Fexrî Karakoyunlu, Gevrîye Atli, Hekar Findî, Mehdî Caferzade, Mîkaîl Bilbil, Nasih Husên Silêman, Rênas Xendekî, Sabîr Ebdulahîzad, Sebah Reşîd Qadir, Selehedîn Elçî, Semîre Nergîz, Serdal Ogmen, Sezgîn Dînç, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, Dîyarbekir, 2019, ISBN:978-605-80975-4-4

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Jiyana Rênas Xendekî". Bernamegeh. 24 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 20 tebax 2021.
  2. ^ "Asoya Helbesta Kurdî". www.helbestakurdi.com. Roja gihiştinê 20 tebax 2021.