Asîda rîbonukleyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji RNA hat beralîkirin)
Pêkhateya ARN û ADNyê

Asîda rîbonukleyî an jî bi kurtî ARN (ji zimanê îngilîzî RiboNucleic Acid), ev molekul yek ji du asîdên nukleyî ye. ADN (asîda deoksîrîbonukleyî) û ARN (asîda rîbonukleyî) wekî asîdên navikê tên navkirin. ARN jî wek mîna ADNyê molekuleke polînukleotîd e. ARN ji zincîrek nukleotîdan pêk tê. Nukleotîd bi bendê fosfodîester bi hev ve girêdayî ne. Nukleotîdên ARNyê jî wek ên ADN ji sê molekulan pêk tê. Komeleya fosfatî, şekirê pênckarbonî û baza nîtrojenî. Navê şekirê ARNyê rîboz e. Çar nukleotîdên ARNyê; urasîl, adenîn, guanîn û sîtozîn in. Di nav xaneyên zîndeweran da gelek corên ARN heye. Lê bi taybetî 4 corên ARN navdar e:

  1. ARN ya peyamber (ARNm): Ji ADNyê zanyariyên genetîk radigîhîne ribozoman.
  2. ARN ya hilgir (ARNt): Ji sîtoplazmayê asîdên amînî (aa) hildigire û dibirine rîbozoman.
  3. ARN ya rîbozomî (ARNr): Ev ARN û proteîna rîbozomî bi hevre rîbozoman pêk tîne.
  4. ARN ya piçûk a navikî (ARNsn): Tenê di nav navika xaneyên eukaryotî de heye. ARN ya piçûk a navikî û hin proteînên navikê tevlê karê çêbûna ARN ya peyamberê dibin. Hemû corên ARN, ji ADNyê çê dibin. Her çar corên ARN jî di karê çêkirina proteînan da cih digirin. Zanyariyên bomaweyî ( genetîkî) wekî zincîra nukleotîdan li ser ADNyê rêz dibin.

Asîda ribonukleyî ya peyamber (Asîda rîbonukleyî ya mesajvan-ARNm)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her sêmendê nukleotîdên li ser ADNyê, wekî KOD tê binavkirin. KOD ji boy asîda amînê şîfre dide ARN ya peyamber. Li ser ARN ya peyamber sêmendê nukleotîdan wekî KODON tê navkirin. Her KODON ji bo asîdek amînî şîfre ye (ango her KODON navêkî asîda amînî ye). Proteîn ji asîdên amînî pêk tên. Proteîn li gor hejmar, cor û rêza asîdên amînan cor bi cor in. Zanyariyên bomaweyî yên li ser ADNyê, cora proteînan diyar dike. Di xaneyên navik dirustî (xaneyên êkaryotî) de ARNm di nav navikê de ji aliyê ADNyê tê çêkirin. Ji %5ê ARNyên xaneyê ARN ya peyamber e. ARNm ya nû çê bûyî wekî peş-ARNm bi nav dibe. Bi aliyê ARN ya piçûk a navikîî û hin enzîman ve tê sererastkirin. Paşê wekî ARNm ji navikê derdikeve û diçe nav sîtoplazmayê. Ji zîncîrek ADNyê çêkirina ARNm wekî nivîsandin (transkrîpsiyon) tê navkirin. Enzîma bi navê ARN polîmeraz çêkirina ARN ya peyamberê hesan dike. ARN ya peyamber bi ribozom ve girê dibe. Xwendina (translasyon) KODONan li rîbozom pêk tê. Li gor KODONên li ser ARNm, ARNt ji sîtoplazmayê asîda amînî vediguhezîne rîbozomê. 64 corên ARNm heye. ARN ya peyamber ne ji bo carek, lê dibe ku gelek caran li pêş hev ji aliyê rîbozoman were xwendin.

Asîda ribonukleyî ya rîbozomî (ARNr)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

ARNr li navika xaneyên navik dirustî, ji hêla ADNyê tê çêkirin. ARNr tevlê pêkhateya rîbozoman dibe. Giraniya rîbozom bi %40î ji proteîn û %60î ji ARN ya rîbozomî pêk tê. ARNr ya li binebeşa gir ya rîbozomê wekî enzîma rîbozîm tê navkirin. Rîbozîm di navbera asîdên amînî de bendên peptîdî ava dike û asîdên amînî bi hev re girê dide. Di nav xaneyê de ARNya herî zêde ARNr ye. Ji %80yê ARNya xaneyê, ARNr ye.

Asîda ribonukleyî ya hilgir (ARNt) (Asîda rîbonukleyî ya transfer)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji %15yê ARNya xaneyê, ARNt ye. Li hember KODON, li ser ARN ya hilgir ANTÎKODON heye. ADNt ji sîtoplazmayê asîdên amînî dikişine rîbozoman. Li gor hevdu naskirina KODON û ANTÎKODON, ARNt dora kîjan asîda amînî be, ewê li ser rîbozom cih dike. ARN ya hilgir ji ARNyên din piçûktir e. Dirêjiya ARNt bi qasî 75-80 nukleotîd e. Dema ARNt xwe bi asîda amînî ve girê dide wekî ARNt amînoasîl tê navkirin. Di xaneyên zîndeweran de herî kêm 20,herî zêde 61 corê ARNt heye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]