Rani Mukerji
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê rastî |
রাণী মুখার্জী |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Salên çalak |
Dp. |
Bav |
Ram Mukherjee (en) |
Dê |
Krishna Mukherjee (d) |
Hevjîn |
Aditya Chopra (en) (dp. ) |
Xizm | |
Bejn |
1,6 m |
Giranî |
58 kg |
Xelat | Lîsteya berfireh Filmfare Critics Award for Supporting Best Actress (d) () Zee Cine Award for Best Actor in a Supporting Role – Female (en) () Zee Cine Award-Lux Face of the Year (d) () Filmfare Critics Award for Best Actress (en) () Bollywood Movie Award – Critics Award Female (en) () Bollywood Movie Award – Best Actress (en) () Bollywood Movie Award – Best Supporting Actress (en) () Filmfare Award for Best Actress (en) () IIFA Award for Best Supporting Actress (en) () Filmfare Award for Best Supporting Actress (en) () Zee Cine Award for Best Actor – Female (en) () IIFA Award for Best Actress (en) () Apsara Award for Best Actress in a Leading Role (en) () Stardust Award for Star of the Year – Female (en) () |
Fîlmên navdar |
Rani Mukerji filmography (en) |
Rani Mukerji, (bi hindî: रानी मुखर्जी, bengalî : রানী মুখোপধ্যায়, 21ê adara 1978an; Kalkuta, West Bengal , Hindistan) aktrîs û modelekî hindî ye ku heta niha heft caran Xelatên Filmfare ya Hindîstanê stendiye .
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mukerji di 21ê Adara 1978an de li Kalkutayê (Kolkata îro) ji dayik bû.[1] Bavê wê Ram Mukhercî ji malbata Mûkherjee-Samarth ji dayik bûye, derhênerê berê yê fîlman e û yek ji damezrînerên Studyoyên Fîlmalaya ye. Dayika wê Krishna Mukherjee stranbêjê playbackê berê ye.[2] Birayê wê yê mezin Raja Mukherjî derhênerê fîlman e.[1] Xaltîka wê Debaşree Roy, lîstikvana fîlmên Bengalî ye û dotmamê lîstikvana navdar Kajol e Pismamekî wê ya din Ayan Mukhercî, nivîskar û derhênerê fîlman e.[1] Jiber ku malbata wê û piraniya xizmên wê endamên pîşesaziya fîlman a Hindistanê bûn, Mukerji bi lîstikvaniyê ve nedixwest ku eleqedar bibe. Bi destpêkirina kariyera xwe ya li filmê, wê wiha anî ziman, "Jixwe li malê gelek lîstikvan hebûn û min dixwest ez bibim kesekî cuda".[2]
Mukerji li dibistana navîna Maneckji Cooper a li Juhuyê perwerdeya xwe dît û ji Zanîngeha Jinê ya SNDT'ê beşa Zanistiya Malê qedand.[1] Ew dansvanekî perwerdekirî yê Odissi ye û dema di pola dehemîn de dest bi fêrbûna forma dansê kiriye.[1] Di çarçoveya kevneşopiyeke salane de, malbata Mûxrjee her sal li taxa Santacruz a li banliyûnê cejna Durga Pûja pîroz dike.[1]
Derhêner Selîm Xan di sala 1994an de bang li Mukhercî kir ku di derhêneriya xwe a bi navê Aa Gale Lag Jaa de rola sereke ya jinê bilîze. Bavê wê di temenekî wiha biçûk de ji karîyera tam-demê ya fîlman nerazî bû, ji ber vê yekê vê pêşniyarê qebul nekir. Di temenê 18 saliya xwe de Mukhercî bi rola pêşeng di fîlmê Bengalî Biyer Phool (1996) de lîst.[1] Filmprosenjit û Indranî Heldar dilîst û çîroka du xwişkan vedibêje; Mukercî birayê biçûk ê karaktera Heldar lîst. Piştî demeke kurt Xan bi pêşniyareke din a fîlman bang li wê kir ku rola pêşeng a drama civakî Raja Ki Aayegi Baraat bilîze. Piştî ku Mamta Kulkarnî vê pêşniyar qebul nekir, Mukercî ji ber israra dayika xwe ya ku li ser esasê ezmûnan xebatên xwe didomîne rolê qebûl kir.[1] Mukhercî beriya ku dest bi rola xwe bike, li Enstîtuya Aktivîteya Roşan Taneja perwerdeya lîstikvaniyê dît. Di fîlmê de rola keçekî jiber neçariyê ku bi destavêtinên xwe re dizewice, lîst. Fîlm, di sala 1996an derket. Her çend ev fîlm têkçûneke bazirganî bibîne jî, performansa Mukhercî di merasîma salane ya Xelatên Screen de xelata nasandina taybet wergirt. Piştî performansa nebaş fîlmê ya sînemayan de hat nîşandan, Mukhercî ji bo perwerdeya xwe temam bike vegeriya zanîngehê. Lê belê, ji serkeftina pismamê xwe Kajol a li Bollywoodê îlhama xwe girt, biryar da ku ew jî di lîstikvaniya fîlman de kariyera xwe bidomîne.[1]
Fîlmografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlmên wê | |||
---|---|---|---|
Sal | Fîlm | Rol | Nîşe |
1996 | Biyer Phool | Mili Chatterjee | Fîlmê Bengalî |
Raja Ki Aayegi Baraat | Mala | ||
1998 | Ghulam | Alisha | |
Kuch Kuch Hota Hai | Tina Malhotra | Xelata Filmfare ya Lîstikvana Jin a Herî Baş | |
Mehndi | Pooja | ||
1999 | Mann | Unknown | Di strana "Kaali Naagin Ke Jaisi" de xuyangek taybetî |
Hello Brother | Rani | ||
2000 | Badal | Rani | |
Hey Ram | Aparna Ram | Fîlimê duzimanî bi Tamil û Hindî | |
Hadh Kar Di Aapne | Anjali Khanna | ||
Bichhoo | Kiran Bali | ||
Har Dil Jo Pyar Karega | Pooja Oberoi | Namzed - Xelata Filmfare ya Lîstikvana Jin a Herî Baş | |
Kahin Pyaar Na Ho Jaaye | Priya Sharma | ||
2001 | Chori Chori Chupke Chupke | Priya Malhotra | |
Bas Itna Sa Khwaab Hai | Pooja Shrivastav | ||
Nayak: The Real Hero | Manjari | ||
Kabhi Khushi Kabhie Gham... | Naina Kapoor | Rola taybet | |
2002 | Pyaar Diwana Hota Hai | Payal Khurana | |
Mujhse Dosti Karoge! | Pooja Sahani | ||
Saathiya | Dr. Suhani Sharma Sehgal | Rexnegir Filmfare Xelata Lîstikvana Herî Serketî
Nominated- Xelata Filmfare bo Herî Serketî | |
Chalo Ishq Ladaaye | Sapna | ||
2003 | Chalte Chalte | Priya Chopra | Namzed - Xelata Filmfare ya Lîstikvana Herî Baş |
Chori Chori | Khushi Malhotra | ||
Calcutta Mail | Bulbul/Reema[I] | ||
Kal Ho Naa Ho | Unknown | Di strana "Mahi Ve" de roleke taybet | |
LOC Kargil | Hema | ||
2004 | Yuva | Shashi Biswas | Xelata Filmfare ya Lîstikvana Jin a Herî Baş |
Hum Tum | Rhea Prakash | Xelata Filmfare ji bo lîstikvanê herî baş | |
Veer-Zaara | Saamiya Siddiqui | Xelata Filmfare ya Lîstikvanê Piştgiriya Herî Baş | |
2005 | Black | Michelle McNally | |
Bunty Aur Babli | Vimmi "Babli" Saluja | Xelata Filmfare ya Lîstikvanê Herî Baş | |
Paheli | Lachchi Bhanwarlal | ||
Mangal Pandey: The Rising | Heera | ||
2006 | Kabhi Alvida Naa Kehna | Maya Talwar | Xelata Filmfare ya Lîstikvanê Herî Baş |
Baabul | Malvika "Milli" Talwar Kapoor | ||
2007 | Ta Ra Rum Pum | Radhika "Shona" Shekhar Rai Banerjee | |
Laaga Chunari Mein Daag | Vibhavari "Badki" Sahay/Natasha[I] | Xelata Filmfare ya Lîstikvanê Herî Baş | |
Saawariya | Gulab | Xelata Filmfare ya Lîstikvanê Piştgiriya Herî Baş | |
Om Shanti Om | Herself | Di strana "Deewangi Deewangi" de xuyanga taybet | |
2008 | Thoda Pyaar Thoda Magic | ||
Rab Ne Bana Di Jodi | Unknown | Pêşandana taybet di strana "Phir Milenge Chalte Chalte" de | |
2009 | Luck by Chance | Herself | Kameo rol |
Dil Bole Hadippa! | Veera Kaur/Veer Pratap Singh[II] | ||
2011 | No One Killed Jessica | Meera Gaity | Xelata Filmfare ji bo Lîstikvana Piştgiriya Herî Baş |
2012 | Aiyyaa | Meenakshi Deshpande | |
Talaash: The Answer Lies Within | Roshni Shekhawat | Xelata Filmfare ya Lîstikvanê Piştgiriya Herî Baş | |
2013 | Bombay Talkies | Gayatri | Di beşê de Ajeeb Dastaan Hai Yeh |
2014 | Mardaani | Shivani Shivaji Roy | Xelata Filmfare ya Lîstikvanê Herî Baş |
2018 | Hichki | Naina Mathur | Xelata Filmfare ya Lîstikvanê Herî Baş |
Zero | Herself | Xûyabûna taybet | |
2019 | Mardaani 2 | Shivani Shivaji Roy | Xelata Filmfare ya Lîstikvanê Herî Baş |
2021 | Bunty Aur Babli 2 | Babli | 23ê Nîsanê de dertê. |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d e f g h i Gogerly, Liz (2010). Bollywood stars. Internet Archive. London : Wayland. ISBN 978-0-7502-6206-4.
- ^ a b "rediff.com: First-time fumblings". specials.rediff.com. Roja gihiştinê 28 adar 2021.