Hindistan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hindîstan hat beralîkirin)
भारत गणराज्य
Bhārat Gaṇarājya
Komara Hindistanê
Alayê Hindistanê Nîşan Hindistanê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Jana Gana Mana
India (orthographic projection).svg
Zimanên fermî Îngilîzî û hindî


Zimanên nefermî Asamî, bengalî, bodo, dogrî, gujaratî, kannada, kaşmîrî, konkanî, maîthîlî, malayalam, manîpurî, marathî, nepalî, oriya, pencabî, sanskrît, santalî, sindhî, tamîl, telugû, ûrdû
Paytext Delhiya Nû
28°34′Bk 77°12′Rh / 28.567°Bk 77.200°Rh / 28.567; 77.200
Bajarê mezin Mumbai
Sîstema siyasî Komarî
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Ram Nath Kovind
Narendra Modi
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

3.287.590 km2
9,5
Gelhe
 - Giştî (2017)
 - Berbelavî

1.326.572.000 kes
392,3 kes/km2
Serxwebûn 15ê tebaxê 1947, ji Brîtaniya Mezin
Dirav Rupeeya hindistanî (INR)
Dem UTC +5:30
Nîşana înternetê .in
Koda telefonê +91
India-CIA WFB Map.png

Hindistan an jî bi fermî Komara Hindistanê (bi hindî: भारत गणराज्य, lat. Bhārat Gaṇarājya; bi înglîzî: Republic of India) welatek e li başûrê rojavayê Asyayê.

Hindistan piştî Çînê, ji aliyê gelheya xwe ango mirovên lê dijîn ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Ew herwiha duyemîn welatê mezin e bi berfirehiya xwe ya zemînî ango erdî ve. Li başûrê wê Okyanûsa Hindî, li başûr rojava Deryaya Erebî, li başûr rojhilat Kendava Bengalê, li bakur rojhilat Bûtan, Çîn û Nepal, li rojhilat jî Bengladeş û Myanmar hene, herwiha tixûbê wê li rojava bi Pakistan re heye. Bi tevahî dirêjahiya peravên Hindistanê 7.517 km ne.

Şaristaniya Geliyê Hindê herêmeke dîrokî ye ku di demên berê de navenda bazirganiyê û çandê bû. Gelek caran bûye navenda împeratoriyên dewlemend û bihêz ên cîhanê.[1] Hindistan dergûşa çar dînên cîhanê (hinduîzm, budîzm, jainîzm û sîkhîzm) ye, herwiha zerdeştîtî li wir jiyan kiriye. Dînên mîna xiristiyanî û misilmantî heta sedsala dehan gihane axa Hindistanê.[2]

Aboriya Hindistanê di cîhanê de ya nehem mezin e.[3] Bi reformên aborî yên sala 1991ê rewşa aboriya Hindistanê gav bi gav bi pêş ket. Hindistan welatekî xwediyê çekên nûkleer e. Herwiha artêşa dewletê di cîhanê de artêşa mezin a çarem e.

Hindistan bi rêveberiya xwe ve komara federal e. Welat ji 28 parêzgeh û heft herêman pêk tê. Hindistan welatekî pirziman, pirçand û pirnetewe ye. Herwiha li Hindistanê herêmên habîtatên parastî yên jiyana hov hene.

Bêjenasiya navê Hindistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zimanê farsiya kevn de navê robara Hindî weke Hindu derbas dibe ku ev nav bi sanskrîtî सिन्धु Sindhu ye.[4] Peyva bi kurdî Hindistan ku weke Hindustan di farsî de derbas dibe tê wateya welatê hindiyan ango mirovên ku li derdora robara Hîndî dijîn. Di yewnanî de navê Hindu weke Indoi (Ινδοί) derbas dibe.[5]

Zimanên li Hindistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Welatê Hindistanê bi gelheya xwe ya mezin ku piştî Çînê ya duyem e, xwediyê gelek neteweyan, û lewma zimanan e. Hemû netewe di nav hevdu de zimanên xwe û çanda xwe dijîn. Li jêr zimanên ku li Hindistanê tên axaftin û hejmara axivêrên wan zimanan hatiye rêzkirin.

Tabloya Zimanên Hindistanê yên sala 2001ê
Rêz Ziman Sala 2001an [1]
(tevahiya gelhe 1,004.59 milyon)
Zimanaxivêr Ji sedî
1 Hindî[6] 422.048.642 41,03%
2 Bengalî 83.369.769 8,11%
3 Telugu 74.002.856 7,37%
4 Marathî 71.936.894 6,99%
5 Tamîlî 60.793.814 5,91%
6 Urdû 51.536.111 5,01%
7 Gujaratî 46.091.617 4,48%
8 Kannada 37.924.011 3,69%
9 Malayalam 33.066.392 3,21%
10 Oriya 33.017.446 3,21%
11 Pencabî 29.102.477 2,83%
12 Assamî 13.168.484 1,28%
13 Maîthîlî 12.179.122 1,18%
14 Santalî 6.469.600 0,63%
15 Kaşmîrî 5.527.698 0,54%
16 Nepalî 2.871.749 0,28%
17 Sindî 2.535.485 0,25%
18 Konkanî 2.489.015 0,24%
19 Dongrî 2.282.589 0,22%
20 Manîpurî 1.466.705 0,14%
21 Bodo 1.350.478 0,13%
22 Sanskrîtî 14.135 N

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tac Mehel ji serdema Împeratoriya Mongolî

Li parêzgeha Madhya Pradeş a Hindistanê berhemên ji hunera zinarî ya ji serdema Mezolîtîk mane hene.[7] Bajarê çandî yê pêşîn ê Asyaya başûr ku dîroka wê digihijê BZ 2500–1900 li Pakistan û rojavayê Hindistanê hatiye avakirin.[8] Di navbera salên BZ 2000–500î de gelek herêmên çanda serdema sifir û serdema hesinî pêk hatin.[7] Vendayên Hinduîzmê di vê demê de hatine nivîsandin.[7] Herwiha gelek dîroknas dibêjin ku ev dem, dema pêkhatina çend pêlên Hind û Ewropî yên ber bi bakur rojava ve ne.[7] Di vê navberê de dînên Budîzm û Jainîzm pêk tên. Li gorî nivîsên dîrokî yên zimanê tamîlî di serdema BZ 200 – PZ 200an de li herêma başûr xanedana Kerayê û xanedana Pandyanê hikûmdarî dikir.[1]

Li Hindistanê di navbera salên 600 - 1200 PZ de gelek keyaniyên herêmî û herêmên çandî hebûn. Di dema împeratoriya Harşa de (606-647) ku paytexta wê Kannuj bû şer bi Xanedaniya Şalukya ya li herêma Platoya Dekanê re qewimî û împeratoriya Harşa têk çû. Herwiha serwerekî wê yê din piştre şer bi împeratoriya Pala ya Bengalê re dike û dîsa têk diçin.[1]
Piştî sedsala dehan êlên misilman koçî deverên Hindistanê dikin û di 1206an de Siltaniya Delhiyê ava dikin.[9] Ev siltanî bi gelemperî li bakur xwediyê desthilatdariyê bû. Siltanî bi êrîşên xanedaniyên başûr qels bû û piştre bû beşek ji împeratoriya Vijayanagarayê.[9]
Di sedsala 16an de li bakurê Hindistanê bi giştî desthilatiya misilmanan hebû. Împeratoriya Mongolî di navbera sedsalên 16 û 19an de li Hindistanê desthilatiyê dikin. Bi destpêka sedsala 18an, bazirganên Ewropî bi şîrketên hindî re li Hindistanê bazirganiyê dikin.[10] Herwiha gelek şîrketên ewropî hewl didin ku li Hindistanê bazirganiyê bikin. Lewma ev dibe destpêka mêtingeriya Brîtanyayê ya li Hindistanê. Dewletên ewropî pêl bi pêl Hindistan jixwe re kirin kolonî. Dewleta Îngilistan di 1640an de li Madrasê, 1668an de li Bombayê û 1690an de li Kolkatayê navendên bazirganiyê damezrandin. Dewleta Fransayê jî di 1672an de li Pondicherry navenda bazirganiyê damezrand. Di sala 1803an de ji bilî herêma Pencabê hemû Hindistan di bin desthilatdariya Brîtanyayê de bû.[11] Hindistan di dema Brîtanyayê de jî, ji aliyê prensên bi navê Maharaja an jî Newab ên ku tenê hêza wan a herêmî hebû ve dihat birêvebirin.

Kendava Bengalê

Di sala 1857an de tevgereke serhildana hindiyan li gelek deverên Hindistanê pêk hat.[12] Di sala 1858an de piştî bûyerên serhildanê Brîtanyayê biryar da ku bêhtir dest biavêje rêveberiya Hindistanê û yekemîn hikûmeta brîtanî li Hindistanê hate avakirin. Lewma Hindistan bû koloniya Brîtanyayê.[11] Di sala 1877an de keybanûya Brîtanyayê weke keybanûya Hindistanê hate ragihandin.[13] Piştî şerê cîhanî yê yekem rêberê hindî yê efsaneyî Mahatma Gandî ji Afrîkaya başûr hatibû û li dijî hikûmeta Brîtanyayê têkoşîna sivîl da destpêkirin.[12] Piştî têkoşîna 30 salî Brîtanya neçar ma ku serxwebûna Hindistanê bipejirîne. Di sala 1947an de azadiya Hindistanê hate pejirandin, lê ji ber pirsgirêka misilman û hinduyan, rêveberiya Brîtanî împeratoriya Hindistanê weke Pakistan û Hindistan kir du dewlet. Lê pirsgirêkên her du dewletan xelas nebûn. Ji ber ku nakokî li ser herêmên Pencab û Bengalê hebûn. Piştî hin hevdîtinan Amrîtsar bû ya Hindistanê û Lahore jî ma ji Pakistan re. Bandora pevçûnên dînî yên di navbera misilman û hinduyan de bû sedema êrîşa hinduyekî li hemberî Mahatma Gandî û ew di 30ê kanûna paşîn a 1948an de hate kuştin. Serokwezîrê yekem ê Hindistanê bû Jawaharlal Nehru û di sala 1962an de ji ber sedema Nepalê di navbera Hindistan û Çînê de şer qewimî. Piştre Jawaharlal Nehru û piştî wî re keça wî Indira Gandhi bûn serokwezîr. Di dema Îndra Gandî de alozî rû dan lewma ji aliyê Îndra Gandî ve rewşa awarte hate îlankirin. Di dema wê de Hindistanê ceribandina bombeya atomê kir.[14] Piştî vê re Hindistan pêl bi pêl hate guhertin.

Çiyayên Hîmalaya
Nexşeya topografîk Hindistanê

Wek ku Dewletên Yekbûyî yên ku aboriya aborî, têkiliyên biyanî, perwerdehiyê an birêvebiriya acîl, hanê polîtîkayên ji bo danûstendinên Niştimanî yên Niştimanî heye. Ji 200 salan ve ev guherînek guherînek ji alîyê hêja berbiçav a fikrên siyasî yên siyasî û balyozê hêza siyasî û leşkerî di navbera neteweyên neteweyî û hikumeta Dewleta Dewleta Dewleta Yekbûyî de hate guhertin. Dewletên Yekbûyî wekî neteweperestiya kolonyal a li ser kapasîteya wê ya niştecîhên xwe yên bi rêveberî, pir caran ji bo astengiya xwe û kêm caran ji bo berjewendiya wan ve girêdayî ye.

Peymana[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji destpêka Dewletên Yekbûyî re peymana du neteweyên sereke yên ku bi peymana aştî û dostan û ji damezrandina erdên ku Hindistan ji dorpêçên mezin ên Amerîkayê ve ji bo ji bo pereyên din û sûdeyên din dabû peymana hevalbendan peyivandin. Peyman jî mafên mafên hinduranî yên erd û çavkaniyên xwe parastin, qet carî serxwebûna xwe nekir. Bi tevahî, Dewletên Yekbûyî 800 mîlyonan ketin; 430 ji wan nehatiye pejirandin û ji 370 kes hatin binçav kirin. Peymana wan demên dawî nebûn, û hîn jî qanûna erdê tête teknolojî ye. Polîtîkaya peymana peymana yekane bi çalakiyek Kongreya 1871ê ve dawî bû. Rakirin

Tevî peymanê misoger dike ku erd û çavkaniyên wan dê bibe "ji ber ku çem davêjin, çir di rojhilat de derbas dibe" hejmarên mezin ên Ewropayê yên zordestî li ser hikûmetê bigirin ku hejmareke din bêtir bigihîjin hejmareke xwezayî ya zûtir . Di vê yekê de, bi baweriya baweriya ku Hindistan hindik bûne, hilda ku wan li ser polîtîkaya Dîretaliyê veguherandin, ji hêla Serokkomar Andrew Jackson re veguherandin û di 1830'an de di destpêka destpêkê de hêsirên hêsir ên tehlîl ên tehlûk dixebitin.

Asîmîlasyon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi alîyê Dewletên Yekbûyî yên 1880 re leşkerî yê bilind yê desthilatdar kir û qanûnên ku bi zêdebûna mafên Hindistanan vekişandine. Bê wateya (eger neheqkirî ye) hemwelat û nûnerên saziyên wekî "Dostên Hindistanê" ji bo polîtîkaya nû ya piştgirî dikin ku yek carî û hemî ji bo hemî hemwelatiyên Hindistanê bi civaka amerîkî re diparêzin. Wan ji bo qanûna nû ya navê Dawes Dawî 1887, ku dê bandorên li ser civakên eşîran dakêşin ku navê wî. Şerîeta zarokan zarokên ku bêne şandin dibistanê dibînin, ku ew rêgezên civaka spî vedigirin û dema ku ji wan çandên xwe yên hindikî derxînin hîn dikin. Qanûna ku Dawes salan di dema dansehê spî de hema hema ji bo gemiyek mezin a zevî û hema du-sêyem ên erdê peymana hemî winda kir.

Reorganization[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Plana pêdivî ye ku Indians ji bo Amerîka Spî didin wan encama encamên xwe nebûn, lê di encama bêhêziyê de, bi alkolê ve beşdar kir û ji bo nîşanên civakî yên neyînî yên din. Di vê salên 1920'î de gelek lêkolînan hate derxistin û nêzîkbûna polîtîk a nû ya ku polîtîkaya hindikî ya federal ya ku ji neteweyên neteweyên xwe veguhestin, zevî û çavkaniyên bi rêya Rûsyaya Reşîzasyona Navîn ya 1934ê ve bigire. Yek ji desthilatdariya IRA, Lêbelê, lêpirsîna amerîkî-şêweyê bû, hikûmetên şîştêfê yên ku bi gelemperî pir bi awayek bi kevneşopên amerîkî yên kevneşopî yên kevneşopî bûn. Di heman demê de, ew di karûbarên karûbarên hundur ên hundur ên hundur ên navxweyî de karûbarên pirzimanî pirrjimar kiribû, tiştek ku qanûna teorîk bi tedawî ye.

Xelasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li nav qanûnên sedsala 20-ê berdewam kir ku "bi pirsgirêka hindikî." Li hawirdora siyasî ya kevneşopî ya 1950-a-1-ê hewldaniyek din hewl da ku dawiya hûrgelan di nav civaka amerîkî de bi polîtîkaya amerîkî re ji hêla polîtîkaya ku berpirsiyariya peymana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên Amerîkayê ve ji hêla rezervan veşartin vekin. Beşê polîtîkaya dawîkirinê tevlîhevkirina bernameya Têkilî ya ku tevli hezaran hindistanan veguhestin bajarên ji bo karên kêm nizanin û ji bo bi awayekî tutal re pêşkêş kirin. Ev yek bi rêjorîk a azadiyê ji çavdêriya çavdêriya federal ve tête kirin. Zeviyên eşîra neteweyî ji xwediyê xwedane taybet ve winda kir û çend qebûrek mafên xwe yên garantî kirin.

Serxwêbun[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di heyama Mafên Sîvîl de polîtîkaya hindistanî ya Hindistanê ya girîng a guherînek xuya kir. Tevgera Tevgera Mafên Hindustanê yên di salên 1960î de, nerazîbûna neteweyî ya nerazîbûna paşîn ên bi karûbarên berê yên Alcatraz ve, bi şerê giran, masîgirên li Bakurê rojavayî û yên din ên neteweyî derxistin. Serok Nixon dê şoreşkirina siyaseta înstîtuya û înstîtuya ji bo polîtîkayên xweseriya xwe bi destûra xwe ya ku hukumdariya neteweperestî bi desthilatdariya neteweyî re çavkaniyên kontrola li ser çavkaniyên federalî biparêze, şirove dike. Lêbelê, di nav deh salên dawî de Dadgeha Bilind û Dadgeha Dadgeha Bilind di rêbazan de berdewam kiriye ku bi tehlûkeya xweseriya xwe ya tehdîtî tehdîd dike ku di hin tiştan de zanistên polîtîkaya nû ya "federalîzmê bêdeng kirin." Çepên federalîzmê di hukumeta neteweyê de ji hêla neteweyên dagirker binçavkirin û hiqûqên herêmî li dijî mûzgehên destûr ên ku ji ber veguhertina dewletên neteweyî re dikevin dewletan dikevin.


Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bakurê welatê Hindistanê li rêzeçiyayên Hîmalayayê çiyayê herî bilind ê cîhanê yê bi navê Everest heye. Derdora başûrê Hindistanê av e. Lewma 7.517 km peravên Hindistanê hene. Çemê Ganjê ku bi 2.525 km mîna tixûbekî di navbera Bangladeş û Hindistanê de ye. Ev rûbar ji bakurê Hîmalayayan derdikeve û ber bi başûr ve heta Kendava Bengalê diherike.[15]

Dîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hindistan ji aliyê çand û dînan ve gelek dewlemend e. Gelek ayînên xweser ên Hindistanê hene. Li ser axa Hindistanê dînên mîna Hinduîzmê, Budîzmê, Jainizmê û Sîhîzmê derketine. Herwiha ji ber êrîşan û rewşa wan a nebaş bawermendên zerdeştî jî koçî Hindistanê dikin ku niha civateke wan a berbiçav li Hindistanê heye. Piştî sedsala dehan ayîna îslamê jî digihe welatê Hindistanê. Herwiha ayîna Xiristiyanê jî li Hindistanê peyde dibe. Di sedsalên bûrî de bi saya êrîşên êlên misilmanan baweriya îslamê pêl bi pêl li Hindistanê belav dibe. Lê ev gelekbûna civata misilmanan li Hindistanê her tim bûye sedema pevçûnên di navbera hîndu û misilaman de. Herwiha împeratoriya Hindistanê ku axa Pakistana niha jî di nav de bû ji sedema nakokiyên di navbera misilman û hinduyan de kiribû du parçe. Bi salan gelek pevçûn di navbera misilman û hinduyan de pêk hatin û gelek mirov ji her du aliyan jiyana xwe ji dest dan. Hindistan yek ji dewletên sereke ye ku gelheya wê ya misilman gelek e. Lê dîsa jî li gorî hejmaran baweriya hinduîzmê dînê sereke yê Hindistanê ye.[16]

Parêzgeh û herêmên Hindistanê

Herêmên Rêveberiyê yên Hindistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Hindistanê 28 parêzgeh û heft herêmên yekbûyî hene.[17] Her parêzgeh, herwiha Puduçerî û Delhî xwediyê hikûmetên xwe yên xweser in. Her pênc herêmên din ji aliyê karmendên serokkomar ve tên rêvebirin. Li gorî rêbaza "States Reorganisation Act" a 1956an her rêveberiya cihan li gorî zimanan hatine avakirin.[18] Parêzgeh û herêmên Hindistanê ji 610 navçeyan pêk tên.

Parêzgeh:

  1. Haryana
  2. Hîmaçal Pradeş
  3. Cammu Kaşmîr
  4. Carkand
  5. Karnataka
  6. Kerala
  7. Madya Pradeş
  1. Maharaştra
  2. Manîpur
  3. Megalaya
  4. Mîzoram
  5. Nagaland
  6. Orîssa
  7. Pencab
  1. Racastan
  2. Sikkim
  3. Tamil Nadu
  4. Tripura
  5. Uttar Pradeş
  6. Uttarakand
  7. Bengala Rojava

Herêmên yekbûyî:

  1. Giravên Andaman û Nîkobar
  2. Çandîgar
  3. Dadra û Nagar
  4. Daman û Diyu
  5. Lakşadvîp
  6. Herêma Paytexta Neteweyî ya Delhiyê
  7. Puduçerî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gotara Wîkîpediya Îngilîzî (18.09.2011)
  1. a b c v=onepage&q&f=false Pirtûka Burton Stein a bi navê A History of India
  2. v=onepage&q&f=falsePirtûka Malik Mohamed a bi navê The foundations of the composite culture in India
  3. Agahî di derbarê aboriya welat de
  4. http://www.britannica.com/EBchecked/topic/266465/Hindustan
  5. http://books.google.com/books?id=LiqloV4JnNUC&hl=en
  6. Hindiya rojava, Hindiya rojhilat, Biharî, Rajasthanî û Paharî di nav de ne.
  7. a b c d Pirtûka Upinder Singh a bi navê A History of Ancient and Early Medieval India: From the Stone Age to the 12th Century
  8. Pirtûka Gregory L. Possehl a bi navê The Indus civilization: a contemporary perspective
  9. a b Ludden, David (2002), India and South Asia: A Short History, Oxford: One World, ISBN 1-85168-237-6
  10. Asher, Catherine; Talbot, Cynthia (2006), India before Europe, Cambridge University Press, ISBN 978-0-521-51750-8
  11. a b Agahî di derbarê dîroka Hindistanê de, ji orîjînalê di 21 kanûna pêşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 18 îlon 2011
  12. a b Pirtûka bi navê A concise history of modern India, Barbara Daly Metcalf, Thomas R. Metcalf
  13. Agahî di derbarê dîroka Hindistanê de, ji orîjînalê di 17 kanûna pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 18 îlon 2011
  14. http://nuclearweaponarchive.org/India/IndiaFirstBomb.html
  15. http://www.britannica.com/EBchecked/topic/285248/India
  16. http://books.google.com/books?id=DPWGpVvBvx8C&pg=PA135&hl=en* v=onepage&q&f=false
  17. http://lcweb2.loc.gov/frd/cs/profiles/India.pdf
  18. Constitution of India (Commonwealth Legal Information Institute), retrieved 31 October 2007; herwiha binêre:

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]