Rastîparêzî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Realîzm hat beralîkirin)

Rastîparêzî, an realîzm (bi inglîzî: realism) bizaveke wêjeyî ye.

Navê xwe ji peyva realîte ya fransî girtiye. Tê wateya rastiyê; tişta ku heye a ku derew û lihevhatî nîne. Di nîvê Sedsala 19an de li Fransayê li dijî romantîzmê derketiye holê. Armanca wê ya mezin vegotina rasterast a jiyan û xwezayê ye. Li gor parêzvanên realîzmê vegotina rasterast bûyerên bi mirov û xwezayê re têkîldarê erk û berpirsiyariya rewşenbîr û hunermendan e. Taybetiyên realîzmê; nêrîna “huner ji bo hunerê ye” napejirîne, girîngiyê nade rabirdûyê, ji bo realîzmê jiyana hevdem girîng e û girîngiyê dide vegotina bêkêmasî û rasteqîn a jiyana hevdem û ya civakî. Li gor îmkanên heyî hunera wêjeya rastiya jiyana rojane salox dide.

Hinek nivîskarên ku bi vê cureyê berhem nivîsandine ev in;[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yên xerîb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Stendhal (1783-1842), Balzac (1799-1850), Flaubert (1821-1880), Fontane (1819-1898), Storm (1817-1888), Hebbel (1813-1863), Çexov (1860-1904), Tolstoy (1828-1910), Gogol (1809-1852), Dickens (1812-1870), Eliot (1819-1880), Shaw (1856-1950),

Yên kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goran, Bêkes, Pîremêrd, Ahmet Muxtar Caf, Qedrîcan, Dildar, Cegerxwîn, Hêmin, Hejarî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]