Anton Çexov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Anton Pavlovîç Çexov
Navê rastî
Антон Павлович Чехов
Jidayikbûn29ê kanûna paşîn 1860
Mirin15'ê tîrmehê 1904
Badenweiler (Împeratoriya Almanî)
PîşeDramnivîs, şanonivîs , bijîjk
biguhêreBelge

Anton Pavlovîç Çexov (bi rûsî: Анто́н Па́влович Че́хов, Anton Pavlovich Chekhov), 29ê kanûna paşîn a 1860î li Taganrogê (Împeratoriya Rûsî) - 15'ê tîrmeha 1904an li Badenweilerê (Împeratoriya Almanî), bijîşk, şanonivîs û çîroknivîsekî rûs e.

Ta niha gelek çîrokên wî bi kurdî jî derketine. Yek jê Keşîşê Reş e ku Hisên Mihemed (Husein Muhammed) wergerandiye kurdî.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zarokatî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata Çêxov ji gundê Voroneyê ye. Kalê wî xulamê mîrekî bi navê Çertkov bû. Lê ji ber baqilî û jîriya xwe di demeke kurt de, li kêleka Donê, li wargeha mîrekî dewlemend dibe kûxa, pera dide ser hev û di sala 1841 de azadiya xwe û her sê lawên xwe dikire. Kurê xwe î bi navê Pavel Yegorîç Çêxov wek şagirtekî dişîne Taganrogê ba bazirganekî bi navê Kobîlîn. Pavel Yegorîç heta demeke dûr û dirêj jî, li ba Kobîlîn şagirtiyê dike. Û di sala 1857 de li Taganrogê ji xwe re dikanekê vedike û bi Yevgenya Yakolevnayê re dizewuce. Anton Pavlovîç Çêxov î nivişkar di 17 çileyê pêşîna sala 1860 de ji diya xwe dibe. Wek malbat, Çêxov xwedî çar bira û xwengekê ye. Di binê maxên xaniyekî de hemî jî bi hev re dixwin û bi hev re dijîn. Bavê wan li hemberî wan gelek hişk û bi xwiyekî teng e. Çêxov vê rewşa bavê xwe î wê demê di çîroka xwe ya bi navê Sê SaFê de bi devê Laptev pir xweş raber dide. Lê diya wan Yevgenya Yakolevna gelek zarxweş, dilovan, dilpak û baqil e. Bi vî awayî qet li bavê wan ne çûye. Dêyek wusa ku jiyana xulamî û zordariyê dîti bû, jiya bû, bi her awayî li dij bû û pirî caran ev tişta lê dixuya. Daxwaza dilê wê ev bû ku zarokên xwe bi ramaneke fere mezin bike û bi her awayî wan bigihîne. Hemî birayên Çêxov jî jfr, baqil, bi henek û şorgerm in.

Mala ku Anton Çexov tê de ji dayik bûye

Bêhntengiya ku bavê wan bi vî xwiyê xwe î ne xweş diafirîne, ew bi jîriya xwe li ber xwe belav dikin. Di wê demê de wek hemî bajarên kêleka DeryaReş, bazirganiya Taganrogê jî di dest bazirganên Yewnanî de ye. Bavê Çêxov jî di vê demê de bazirganekî destê sêyemîn e. Wî dil heye ku bi kêmanê lawekî wî jî wek bazirganekî Yewnanî bibe dewlemendekî destê yekem. Bi vê fikrê di sala 1867 de li Taganrogê Çêxov dişîne dibistana Yewnanî. Çêxov hêj di heftsaliya xwe de ye.

Herweha dibistana Yewnanî û şagirtiya dikana bavê wî, ji bo Çêxov dibe karekî rojane û dikeve ser milêwî. Ev dibistana ku Çêxov diçiyê, meriv dikare bi çîrokek wî têbigêhîjea ku ji odeyekê pêk tê û bi mamosteyekî naşî ye. Awayê hîmdayinê jî bi repikirin û çokirinê ye. Di malê de haya diya Çêxov jê heye ku Çêxov bi ser nakeve. Ji ber serhişkiya bavê xwe jî, Çêxov ji bêgavî diçe vê dibistanê û tê. Lê piştî demekê bavê wî jî tê digihîje ku Çêxov bi ser nakeve. Di sala 1868 de wî ji dibistana Yewnanî derdixîne û dişîne amadeyiya Taganrogê Ji ber barxwariya karê xwe, bavê Çêxov di sala 1876 de mala xwe koçî Moskvayê dike. Ji bo xatirê xwendina xwe, Çêxov li Taganrogê bi tena serê xwe dimîne. Herweha heta derekê Çêxov ji şagirtiya dikanê jî û ji çûyina dêrê jî difilite.

Ji bo ku jiyana xwe ya aborî bidomîne, hêj di van salên xwe yên ciwaniyê de, bi jiyanê ve destpelikî hev dibe. Û ev berxwedana wîjî di van salan de jê re dibe sedem ku bi çavekî rexnegîr jiyana tal û tûj, dijwar û çetin ji hev derxîne û bi awayekî li hember rabeste. Di nav dersên xwe de Çêxov ji zimanê ûrisî û edebiyatê hez dike. Ji bilî vi ya jî dildariya wî ya herî mezin jî temaşa tiyatroyê ye.

Qatedrala Taganrogê (li Rûsya), cihê ku Anton Çexov di 10a Sebatê ya 1860an de hat vaftîz kirin
Lîseya lawikan a Taganrogê (sedsala 19an), navê wê wek Lîseya Anton Çexov hatiye guhertin

Çexov dest bi nivîsandinê dike[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di van salan de Çêxov dest pê dike û ji kovarê dibistanan re nivisaran dişîne. Di sala 1879 de Ii Zanîhgeha Moskovayê dikeve beşê fakulta tibbî û destpêka niviskariya wî jî bi vê salê dibe. Ji bo debara jiyan û domandina xwendina xwe, ev xwendekarê ciwan dest pê dike ji kovarên mîzahî re kurteçîrokên pêkenî dişîne. Pirtirîn bi navê V... ya Çêxov, Çêxonte, Anton Ç, Mêrikê Bi Kerb, Birayê Birayê Min, Doktorê Bê Nexweş û hwd... Gelek ji van çîrokên wî yên vê demê, piştî ku zanîngeha xwe xelas dike, wek pirtûkekê çap dibin. Di salên pêşîn de bûyerên ku derûdora Çêxov dibin, ewqas bala wî nakişîne û ew jî zêde guhê xwe nadiyê. Lê di sala 1880'de zordariya Çar êdî bala Çêxov jî dikêşîne. Ew neheqiyên ku dibin, bi roniya çavên xwe dibîne. Dibîne ku ronakbîrên wê demê roj bi roj ji kerba dimirin: Glep Ûspenskî bi nexweşiya mejî ketiye, Garşîn xwe kuştiye, Levîtan jî bi dijwarî xwe ji vê rewşa xirab filitandiye. Di vê dema rewşxirab de bêhêvîtî û dilsarî xwe li Çêxov diyar dike. Çîroka wî ya bi navê Çîroka Xemgîn, vê rewşa wî baş dide xuyakirin. Herweha bi viya re dîtinê Çêxov jî têne guhertin, Anton Çêxonteyê şoagerm, henek û tinazker ji navînê radibe û Anton Çêxov dikeve dewsa wî. Ji wê demê û pê ve, Çêxov neheqî û xirabiyên ûrisên wê rojê wek pêşmalek pînekirî li ber çavan radixe.

Piştî zanîngeha xwe Çêxov diçe û bajarekî nêzîkî Moskovayê doktoriyê dike. Bi vî awayî, her aliyê jiyanê jê re dibe mijarên nivisîna çîrokan. Çîrokên xwe yên bi navê Revok, û Cendek li vir nivisiye. Çêxov ji doktoriyê hez dike, lê mixabin dildariya wî ya li ser edebiyatê zêdetir û girantir e. Ji ber vê yekê niviskarî û doktoriya xwe bi qasî çend salan bi hev re didomîne.

Di sala 1888 de wek niviskarekî mezin nav û deng dide û tê nasîn. Di vê demê de hevalekî wî jê re dibêje: «Edî dev ji doktoriyê berde.» Lê ew jîweha dibersivîne: «Ne karek, dema ez difikirim ku min du kar hene, wê caxê ez xwe xurtir hîs dikim. Doktorî jina min e, niviskarî jî yara min e. Dema ez ji yekî têr bim, ez diçim ba ya din.» Lê mixabin Çêxov tu carî ne bûye doktorekî profesiyonel. Carina yara wî ketiya pêşiya jina wî û herweha xwe bi tevayî daye edebiyatê. Lê tiştekî seyr e ku Çêxov bi salan baweriya wî bi wî hatiye ku bi xwe doktorekî baş e, lê ne niviskarekî baş.

Di sala 1886 de ji çîrokên wî pirtûka wî ya duyemîn çap dibe û her ku diçe navê niviskariya wî belav dibe û deng dide. Herweha baweriya wî jî bi wî tê êdî. Di sala 1887 de pirtûka wî ya sêyemîn jî derdikeve. Bi derketina vê pirtûkê re Akademiya Zanistiyê xelata Pûşkîn dide wî. Di sala 1888 de tiyatroya wî ya pêşîn îvanov li Moskvayê di Korşê de tê raxistin. Dîsa di vê salê de çîroka wî ya bi navê Beyar di kovara Mizgîna Bakur de diweşe. Ev çîroka jî ji hêla rexnegîran ve gelekî tê ecibandin. Çêxov di sala 1890 de diçe girava Sahalîn. Serguzeştên xwe yên vê dûrgeştê, di pirtûka xwe ya bi navê Girava Sahalîn de kat dike.

Anton Çexov digel Olga Knîpper (sal 1901)

Li Ewrûpa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1891 de cara pêşîn derdikeve Ewrûpayê. Di sala 1892 de ji xwe re wargeha Melîhovayê dikire û herweha bi serekî rihet gelek çîrokên xwe yên xweş û dirêj li vir dinivise. Wek: Selula Numeroya Şesan (1892) Metranê Res (1893) Sê Sal(1894) Çîroka Wênekêşekî (1895) Jiyana Min (1896) Mûjîkina (1897) ûhd... Lê divê meriv viya jî bide zanîn ku nexweşiya jana zirav, wek gelek kesan bi Çêxov re jî heye. Ev nexweşiya wî, hêj di dema xwendekariya wî ya zanîngehê de xwe lê dide der. Lê Çêxov heta 24 adara vê sala 1897 guhê xwe nadiyê. Belê, Çêxov di vê rojê de bi hevalê xwe î Suvorîn ve li ser xwarina nîvroyê ye û ji nişka ve xwînê vedirişîhe. Ji ber vê yekê bi qasî panzdeh rojan di nexweşxana Moskvayê de dimîne û dûre diçe U bakurê Fransayê dijî. Di ser vê nexweşiya xwe re, wargeha xwe ya Melîhovayê difroşe û di sala 1898 de diçe li Yalta bajarê Kirimê bi cî dibe. Û ji bo Çêxov dewreke nû dest pê dike êdî. Ji ber nexweşiyên xwe, Gorkî û Tolstoy jî di vê dewrê de li vî bajarî ne. Çêxov li vir pêwendiyên xwe yên bi wan re baştir û germtir dike. Nemaze bi Gorkî re heta dawiya jiyana xwe jî van pêwendiyên xwe germû nêzoctir didomîne. Di vê navberê de niviskarên bi navûdeng yên wê demê: Kûprîn, Bûnîn, Mamîn- Sibiryak û hwd... car carina têne serlêdana wî. Li vir Çêxov bêtirîn wexta xwe li ser tiyatroyan dibuhurîne.

Zewaca bi Olga Kniper re[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di îlona sala 1898 de bi Olga Knîperê re danûstandinên xwe çêdike. Olga, artîsteke Hunera Tiyatroya Moskvayê ye. Ji ber niviskariya Çêxov û artîstiya Olgayê, her ku diçe ew pêwendiyên di navbera wan de nêztir û germtir dibe. Di dawiya dawîn de jî, di 25 adara sala 1901 de bi hev re dizewucin. Herçiqas bi hev re dizewucin jî, zêde li ba hev namînin. Lewra Çêxov ji ber nexweşiya xwe li Yaltayê û Olga jî ji bo artîstiya xwe li Moskvayê dimîne. Dûre Çêxov li havîngeheke nêzîkî Moskvayê xaniyekî digire û di gulana sala 1904 de koçî wir dike.

Tirba Anton Çexov, (Moskova)

Mirina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herweha nexweşiya Çêxov ji nû ve lê diazire û piştî mehekê bi hevalbenda xwe ya Olgayê re diçe Ewrûpayê. Li ser merzê Swîsrê û Almanyayê, li bajarê Badenweîlerê bi cî dibe. Di çend rojên pêşîn de, rewşa nexweşiya wî parîkî ber bi başiyê diçe. Lê di 29ê hezîrana sala l904 de nexweşiya wî dîsa ji nişka ve lê diazire û di 2 yê tîrmeha 1904 de serê xwe datîne. Cendekê Çêxov, li Moskvayê di goristana Novo-Dîvîçiyê de tê binaxkirin.

Piştî mirina wî, di 12ê tîrmeha sala 1908 de, eleman li bajarê Badenweöerê beryadekî wî dadiçikînin. Lê di destpêka şerê Cihana Yekemîn de, di sala 1914 de, ev beryadê wî dîsa bi destê elemanan tê şikandin û belavkirin.

Peykera Anton Çexov li Taganrogê (Rûsya)
Busta Çexov li Badenweiler

Derheqê nivîsên Çêxov[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêxov zimanekî asan, xweş û vekirî bê serêş bikar haniye û ji pîvanê ne xistiye. Her bêje, hevok û çfrokek xwe bi rengekî zimên xemilandiye û bê hetikandin bi zanistî cî daye wan. Ew bi xwe li ser vê yekê weha dibêje:

«Riya xweşnivîsê ew e; meriv di ser wan xirabnivisên ku hatine nivisîn re xetekê bikêşin.» Bi vî awayê nivisîna xwe, bêguman alîkariya Çêxov ê ji bo zimanê ûris jî gelek û gelek bibe. Di warê zimanê Çêxov de, A. Derman î rexnegfrê edebiyata ûris weha dibê: «Edebiyata ûris ji gelek hêlan ve ge§ bû û bi pêş ve çû. Lê ne Gogol, ne Dostoyevskî, ne Tolstoy û ne jî Tûrgenyev asankirina edebiyata ûris ji xwe re kirin kar. Lê Çêxov ev tişta da ber xwe û bi ser ket. Ev jî ji bo demokratkirina edebiyatê havêtina gaveke nû û mezin e. Bê guman em dikarin bibêjin ku Çêxov bereyê xwendevanên xwe gelek û gelek fere kir. Lewra dijwar e, meriv rastîyekî were ku di Çêxov negihîje»

Çêxov di çfrokên xwe de tew cî nade bêje, hevok û kesên zêde. Tiştekî herî piçûk jî bi tevayiya çfrokê ve girêdayî ye. Ango ku di çîrokê de cixarekê bide kêşandin, baranê bide barandin, meyekê bide vexwarin ûhd... ew ne ji bona xemalindina çfrokê an dagirtina rûpel e. Lê di çîrokê de wan tiştên ku bi kar tîne, ji bo pêwistiya çîrokê ye. Meriv dikare bibêje ku pirî caran di çîrokê de hinek tişt kêm tên xuyakirin.

Ji xwe dema meriv Çêxov û niviskarên din bidin ber hev, cudayiyek gelek mezin û girîng ber bi çavên meriv dikeve ku; Çêxov hertim aliyekî fikirkirinê ji xwendevan re hiştiye. Li ser vê yekê jî ew bi xwe weha dibêje: «Dema ez dinivisim, bi her awayî bi xwendevan bawer im. Lewra ez wer dizanim ku xwendevan ê bi xwe wê valayiya di çfrokê de dagirê.» Heta ku ji dest Çêxov hatiye, kurt û hindik nivisiye û bi wan gelek tişt dane xuyakirin. Wî ev yeka ji xwe re kiriye xwiyekî hunermendî û heta dawiyê jî domandiye û bi vî awayê xwe jî nav û deng daye.

Di vî warî de di sala 1889 de ji birayê xwe î Aleksander re nameyekê dişîne û tê de weha dibêje: «Kurtî û vekirîtî xwenga serketinê ye.» Û dîsa di wê salê de ji bo Gorkî nameyekê dişîne û tê de dîtinên xwe weha dide xuyakirin: «Di serastkirina destnivisarên xwe de, heta ku ji dest we tê, bikin ku xemil û rengdêrên zêde ji nav derxînin! Serqisê ku ez bibêjim: -Merivek li ser giyan rûnişt.- herkesê viya fahm bike. Lê ku ez bibêjim: -Merivekîbejindirêj û rîsor, bi tirs û xof li dor xwe nêhirî û hêdî hêdî li ser gîyayên şîn û çilmisî rûnişt.- ew ê tu kesek di cara pêşîn de tênegêhîje." Di xwendina çfrokên Çêxov de pirî caran meriv berê nizane ku çîrokê ji kuderê dest pê kiriye, û di dawiya pirî çfrokan de jî meriv dibê qeyê niviskar ji nivisîha çîroka xwe westiyaye û nîvçe hiştiye. Lê di bingehê vê rastiyê de, dîsa tê fahmkirin ku Çêxov ev jî bi zanistî û awayê hunera xwe wusa kiriye. Li ser vê yekê jî weha dibêje Çêxov: «Ji bo nivisîna çîrokek baş, destpêk û dawiya çfroka xwe bavêjin.» Ango dixwaze bibêje ku ne hewceye meriv ji serî heta dawiyê çfrokê wek girêbendekê an weke protokolekê binivise. Bi qasî ku ne hewce ye, ewqas jî tiştekî bê mane ye.

Yûrî Bondirêv derheqê wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bonderw Yûrî Bondirêv nivîsarên Çêxov weha dide nasîn: «Em ji namên Çêxov dizanin ku di dema xwe ya dawî de wî dixwest romanekî binivisîne. Dest bi nivisandina romanekî kir û paşê dev jê berda. Nivisandina çirokan domand. Çi kurteçirok û çi çirokên wî yên dirêj hertim ji tevleheviya jiyanê û ji romanên mezin dagirtî ne. Û di warê giranbahayiya xwe de, ez dikarim bibêjim ku ew bergenî romanan in.» Çêxov î niviskarê mezin; gundî, xulam, pir, zarok, jin, bûk, keç û xortên berzewac, malmezin û'hwd.. ji çirokên xwe re kirine mijar û herweha ji her babetî nexşên civatê re bûye xwedî rexne. Ev beriya sed salekê ye ku Çêxov ev çirokên xwe nivisîne, lê meriv bi rihetî di roja îroyîn de li her aliyê jiyanê rastî wan tîpan tê. Bi her çîrokek wî, bi kêmanî nexşê tîpekê tê ber çavê meriv. Çirokên Çêxov wek neynikekê ye. Meriv dikare gelek aliyên xwe û civata îroyîn tê de bibîne. Çêxov di bîst salên niviskariya xwe de, ji bilî nêzîkî deh tiyatroyan, zêdeyî heft sed çirokên kurt û dirêj nivisiye. Ji bo ciwanekî ku biryara niviskariyê dabe, Çêxov van amojgariyan lê dike. «Binivisin, heta ku ji dest we tê pir binivisin. Tiştên hûn binivisin ku hemî ne baş bin jî, xem nake. Her ku biçe ew ê baştir bibe. Xortaniya xwe û zîrekiya serê xwe li avarê ne buhurînin... Binêrin, ku serê pênûsa we tûj, lê ferhenga we teng be, wê çaxê divê hûn bêje û metelokên nû hîn bibin. Ji bo vê yekê jî divê hûn hertim binivisin... Jiyana min, fikra min û tiştên ku di serê min de hatine, divê di çîrokên min de xwe bidin xuyakirin... Kurteçîrok, divê kwîr û dagirtîbe.»

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wergerên berhemên Çexov bi kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • WEŞANÊN WELAT Stockholm 1989