Pîremêrd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pîremêrd
Pîremêrd
Navê rastî
Tawfeq Mehmûd Hamza
Jidayikbûn1867
Mirin15ê hezîrana 1950an
Silêmanî
EsilKurd
HevwelatîBaşûrê Kurdistanê
PîşeHelbestvan, rojnamevan û rexnegir
BandorbarEhmedê Xanî, Mewlana Xalidê Kurdî
biguhêreBelge

Pîremêrd (jdb. 1867 Silêmanî − m. 15ê hezîrana 1950an li Silêmaniyê) helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd bû.

Navê wî yê eslî Tewfîq Mehmûd bû. Perwerdehiya olî dît. Piştre li Stembolê fakûlteya dadê xelas kir. Di sala 1907an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistan de cih girt. Di sala 1909an de li Colemêrgê, 1918 li Amasyayê bû qeymaqam. 1923 dîsa vegerand Silêmaniyê.

Di nav salên 1926 û 1950î de seroke rojnameyên "Jiyanewe" û "Jin" bû. Ser folklor gelek lêkolîn kir. Pîremêrd wekî pêşevanê helbestvaniya kurdî ya nûjên jî tê hesibandin.

Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Pîremêrd yê rasteqînî, Tewfîq bûye. Tewfîq Kurê Mehmûd Axayê kurê Hemze Axa bû. Ev zat li bajarê Silêmaniyeyê di sala 1867an de ji dayik bûye û çavên xwe li cîhana ronahî vekiriye. Ji aliyê malbata wî ve navê Tewfîq lê hatiye kirin. Piştî salan ji bo edakirina ferza Xweda çûye hecê. Ji ber vê yekê navê wî bûye "Hecî Tewfîq". Heçî navê "Pîremêr" û "Pîremêrd" nasnavê wî camêrî ye. Ev nasnav di jiyana wî de wisa cihê xwe girtiye ku bûye wekî navê hêmanî û her kes bi vî nasnavî wî camêrî dinase. Heya bi xwe jî, xwe bi heman nasnavî dide nasîn. Di giraniya antolojiyên wejeya kurdî de dîrokên wêjeya kurdî û pirtûkên din de jî bi vî nasnavî hatiye nivîsandin.

Zaroktî û gihiştina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pendekanî Pîremêrd, 1980

Pîremêrd, zarokatiya xwe di bajarê Silêmaniyeyê de derbas dike. Çanda xwe ya zarokatî ji malbata xwe û zarokên Silêmaniyeyê digire. Di temenê 6-7 saliya xwe de dest bi xwendina Qurana pîroz dike û di demeke kin de diqedîne. Dû re derbazî medreseyên Kurdistanê dibe û dest bi jiyana medreseyê û xwendina wê dike. Him pirtûkên kurdî him erebî û him jî pirtûkên farisî dixwîne. Her du zimanên din jî hîn dibe. Ji bo qenctirîn hînbûna van her du zimanan, diçe cem Mele Mihemedê pêşrewê mizgefta Hemze Axa. Li wir domekeke dirêj radiweste û dixwîne. Him xwendina medreseyê diqedîne û him jî zimanê erebî û farisî qenc hîn dibe. Di ber xwendina xwe re gelek helbestên hozanên kurd, ereb û faris jî di ber çavan re derbas dike û gelek rind hînî wêjeya wan jî dibe. Hindik jî be bi zimanê erebî û farisî jî helbest nivîsandine.

Pîremêrd, di dema feqîtiya xwe de, li gelek bajar û medreseyên Kurdistanê geriyaye. Kesên curbecur dîtine. Ji wan gelek ramanên cîhanê hîn bûye û ji seydayên têvel sey standiye. Ev stêrka li esmanê wêjeya kurdî, dema dest bi xwendina medreseyê kiriye, di medrese û dîwanan de helbest jî dixwendin. Pêşî helbestên helbestkarên kurd yên bi nav û bang ên wekê Hacî Qadirê Koyî, Nalî, Mehwî, Şêx Rizayê Talebanî û Mewlewî dixwendin. Dû re hêdî hêdî bi aliyê sazandina helbestên kurdî ve diherike û di dema feqîtiya xwe de bi zaravayê soranî gelek helbest sazandine û nivîsandine. Dema di medrese û dîwanan de bi dengê xwe yê zelal helbestên xwe dixwendin, zewqekî guhertî dida guhdaran. Di ciwaniya xwe de nav û dengê wî belavî Kurdistanê dibe û di giraniya deverên Kurdistanê de tê nasîn.

Pîremêrd, di navbera salên 1882 û 1898an de karmendiya hikûmetê dike. Di sala 1882an de li bajarê Silêmaniyê dibe katibê nifûsê û di sala 1886an de dibe katibê sereke (başkatibê) mehkemê. Di sala 1895an de li bajarê Kerbeleyê dibe cîgirê dadgerê pirsyarî. Di sala 1898an de digel şêx Seîdê bavê şêx Mehmud diçe Tirkiyeyê û ji wir jî bi hev re çûne hecê. Piştî edakirina ferza Xwedê car din difetile bajarê Silêmaniyê. Di sala 1891ê de digel şêx Ehmedê Xaniqînê û helbestvan Wefayî diçine Tirkiyeyê. Li bajarê Stebolê rûdine. Piştê domekekê karbidestên Meclîsa Osmanî pê dihesin ku Pîremêrd gelek rind bi zimanê farisî dizane. Wî dikin endamê meclisa alî û ritba begîtiyê didinê. Domekekê vî karî pêk tîne û dû re diçe Zanîngeha Stembolê. Di peymangeha hiqûqê de qeyda xwe çêdike û dest diavêje xwendina bilind. Bi rewşeke serketî peymangeha xwe dixwîne û diqedîne.Piştî domekekê radiweste û dest bi sitaja parêzeriyê dike û dibe parêzerek qenc. Li bajarê Stembolê nivîsxaneyekê vedike û parêzeriyê bi rewşeke têkûz dimeşîne. Di navberê re bi keçikek tirk re dizewice û dibe xwedî malavayî.

Komela Alîkarî û Pêşketina Kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1908an de ji aliyê rewşenbîrên kurd ve di binê serekiya Seyîd Evdilqadir de cemiyeteke bi navê "Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti" (Komeleya Alîkarî û Pêşketina Kurd) li bajarê Stenbolê damezirandin û ji aliyê heman cemiyetê ve bi navê "Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi" (Rojnameya Alîkar û Pêşketina Kurd) rojnameyek jî weşandin. Pîremêrd bi navê xwe yê hêmanî "Tewfîqê Silêmanî" di nav de cih girt û bû xwedî berpirsyarê weşana rojnameyê. Di heman demê de helbestên xwe jî di rojnameyê de diweşandin. Di helbesta ku di rojnameya pêşî de hatiye weşandin de wiha digot:

Pîremêrd, di sala 1909an de dibe qaymeqamê Colemergê û di sala 1918an dibe muteserifê Amasiyayê. Paşî ew jina xwe û du kurên xwe dihêle li Tirkiyê û vedigere diçe Silêmaniyeyê. Wî çaxî li bajarê Silêmaniyê rojnameya "Jîn" di bin serekiya Huseyn Nazim de derdiket. Huseyn Nazim, serpiriştiya wê rojnameyê dispêre Pîremêrd. Di sala 1934an de Huseyn Nazim diçe rehmetê û Pîremêrd dibe rêveberê rojnameya "Jîn" û di heman salê de, çapxaneyekê kirê dike. Rojnameyê li wir diçapîne. Dû re navbera Pîremêrd û xwediyê çapxaneyê xerab dibe û bi pêwîstî çapxaneke din kirê dike. Heya sala koçdawiya xwe (sala 1950) weşandina rojnameya "Jîn" didomîne. Vê rojnameyê gelek karên qenc ji Kurdan re pêk aniye. Mehmed Rusûl Hewar, di pirtûka xwe de gelek li ser "Pîremêrdê nemir" sekiniye û pesnê vî zatî dide. Mehmed Resûl Hewar wê pirtûka hêja di sala 1970yî de li bajarê Bexdayê diweşîne. Hûr û gir der barê jiyana Pîremêrd radixe ber çavan. Mehmed Resûl Hewar, Pîremêrd tenê weşanker, helbestvan û nivîskar nabîne. Di tanga Lev Tolstoy, Victor Hugo de dibîne û pêşkêşî xwendevanan dike. Di heman demê de Pîremêrd bi helbest û nivîsên xwe kurd û Kurdistan vejandiye. Bi van peywendiyan pêş ve diçe û wiha dinivîse:

Pîremêrd, der barê evîn û evîndarî, hezkirin û siruştiya xwezayê de, der barê neteweyên bindest, nemaze neteweya kurd û Kurdistanê, rizgariya gelên bindest nemaze gelê kurd û yên wekî wan gelek berhem û helbest nivîsandine û peşkêşî gelên cîhanê kiriye. Pîremêrd, wekî giraniya helbestvan û wêjevanên kurd, ji normalê zêdetir di helbestên xwe de dabaşa spehîtiya xwezayê dike. Her wekî li ser vê spehîtiyê bengî bûye dida nîşan. Emê li vir helbesteke Pîremêrd a li ser Newrozê binivîsînîn ku wiha dibêje:

Pîremêrd, li ser werzan jî helbest li dar xistine. Çawan tê zanîn ku werz jî, parçeyek ji xwezayê ne. Ji xwe xweza bi werzan tê holê. Helbestvanê me werza havînê bi vê rewşa jêrîn hildide destê xwe û wiha dibêje:

Pîremêrd, bandora rojê û tavê li ser riwekan û pêşveçûna xwezayê hildide destên xwe. Dihêjîne û pêşkêşî geln cîhanê dike. Mêhvanê me vê mijarê bi peywendiya kesan û dilberan şîrove dike û bi pîşekarane, bi vê helwesta jêrîn radigehîne me û wiha dibêje:

Pîremêrd, werza biharê hildide destên xwe bi barana meha avrêlê dinimîne. Bi rewşa helbestên xwe dabaş ji barîna barana avrêlê dike. Bi wê baranê gul û gulzar çawan diriwekin. Kelijandina dilê bengiyan, bi gewherê nîşan dide û bi rewşeke zanistî vê yekê hildide ber çavan û helbesta xwe bi vî awayê jêrîn pêşkêşî me dike:

Pîremêrd, di felsefeya xwe de, ew mafê ji law û mêran re hatiye nasîn, divê haman maf ji keç û jinan re jî bê nasîn. Da ku em bi aliyê cîhaneke wekhevî ve biherikîn û ji wan kevneperestiyên gemar rizgar bibin. Mêhvanê me pêşî gazî keçan dike ku wekî lawan ew jî di dibistanan de bixwînin û ji wê perda reş bifilitin da ku bi karibin mafên xwe bistînin û biparêzin. Ji bo gihîştina vê yekê bi vê rewşa jêrîn bang li keçan dike û wiha dibêje:

Pîremêrd, ji temenê biçûkatiya xwe heya dawiyê, ji gelê xwe re xizmeteke gelek qenc pêk aniye. Di sala 1950yî de li bajarê Silêmaniyê di temenê 83yan de koç dawî kir û li goristana heman bajarî radestî gora pîroz kirin. Dixwazin vî zatê gorbihuşt her dem bi bîra xwe bînin. Siyanet, rûmet û rêz ji gorbihuşt re.

Hinek berhemên Pîremêrd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mawlawî kurd (ji hewramanî wergerandiye soranî), 1935
  • Trajediya Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, 1935
  • Çîroka 12 suwariyan ji Merîwanê, 1935
  • Xirmaî Kay Kon, Jiyan, 1936
  • Galte û gep-Berhevka folklora kurdî, 1947
  • Kemançejen (wergêra ji tirkî)
  • Mewlana Xalid Neqşîbendî
  • Besaranî (ji hewramanî wergêra soranî)
  • Encamî piyawî bengkêş, tebax, 1941
  • Zoremilî milşikanîle dûwaye, tebax, 1942
  • Felesefey kiçe kurdek, tebax, 1942
  • Mehmûd Axa, 1942

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pirtûka Dîroka Wêjeya Kurdî ya Feqî Huseyîn Sagniç (Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê)
  • Pîremêrd; Dîwan, Bexda 1948
  • Felah, Kakey; Pendekanê Pîremêrd, Bexda 1969
  • Secadî, Elaedîn; Edebî Kurdî, Bexda 1968
  • Hewar, Muhemed Resûl; Pîremêrdê Nemir, Bexda 1970
  • Prof. Qanatê Kurdo; Tarîxa Edebiyata Kurdî, Özge Yayıncılık 1992
  • Mehmed Uzun; Antolojiya Edebiyata Kurdî, Tüm Zamanlar Yayýncýlýk, Stenbol 1995
  • Borekeyî (Sefîzade), Sidîq; Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, Tebrêz 1951
  • Kürd Mearif ve Terakki Gazetesi, Stenbol 1908
  • Jîn, Silêmanî 1934 - 1950

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]