Dildar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dildar
Jidayikbûn
Yûnis Mele Re'ûf Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

20 sibat 1918 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin20 çiriya pêşîn 1948 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hewlêr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dildar bi tevahî Yûnis Mele Re'ûf (jdb. 20ê sibata 1918an, Koye − m. 12ê tîrmeha 1947an[1] an jî 20ê çiriya pêşîn a 1948an,[2] Hewlêr) yek ji helbestvanên navdar e li Kurdistana Başûr. Navê wî yê rastîn Yunis Re'ûf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re naznavek dîtiye: Dildar, bi salan bi vî navî ve hatiye naskirin.

Dildar di sala 1918an de li bajarê Koyeyê hatiye dinê. Dibistana pêşîn li Ranyeyê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê di sala 1935an de qedandiye. Piştî xwendina navîn çûye bajarê Bexdayê li wir zanîngeha dadmendiyê qedandiye, çend salan wek parêzer kar kiriye.

Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheqî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebitata cîhanê û rojhilatê zêdetir dibe, dîroka Yewnan, Fransayê, Tirkiyeyê û edebiyata van welatan gelek bala wî dikşîne.

Li şûna parêzeriyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibjêre. Di helbestvaniya Dildar de temayên welatparêzî û janên mirovatiyê serdest in.

Kurdistan bûye kakilê tema efirandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946an dema Komara Mehabadê hatiye sazkirin, bûye marşa vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bangkirin.[2]

Di salên şerê cîhanî yê duyem de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandora edebiyata fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî.

Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wan çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1948an de umrê xwe temam kiriye. Lê belê berhema wî ya Ey Reqîb îro ji aliyê gelek kurdan ve wek sirûda neteweyî tê pejirandin.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dengbê û Stranên me, Destan û Folklor, Hesenê Alê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 24 adar 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2012
  2. ^ a b c "DELDĀR,YŪNES MELA RAʾŪF". Encyclopaedia Iranica (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 3 îlon 2021.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]