Robert Gilpin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Robert Gilpin
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Burlington (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (87 salî)
Waterbury (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
University of California, Berkeley (en)
Cornell University (en)
University of Vermont (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Aborînas, political scientist, mamosteyê zanîngehêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karder
Zanîngeha Princetonê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Têkiliyên navneteweyî, siyasetnasî, international economic relations (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Akademiya Amerîkî ya Huner û Zanistî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Guggenheim Fellowship (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Robert George Gilpin (jdb. 2 tîrmeha sala 1930ê – m. 20 hezîrana sala 2018ê[1][2]) zanyar, profesorekê siyasî û peywendiyên navneteweyîamerîkî bû. Ew zanyar û şirovekarekê bi bandor ê biyavên bîrdozên peywendiyên navneteweyî û aboriya siyaseta navneteweyî bû.[3]

Gilpin realistekî nerm bû, wî her digot ku karûbarên aborî yên navneteweyî hêza dewletê di qada navneteweyî de nîşan dide, û berjewendiyên ewlekarî yên dewletan hevkariya aborî ya navneteweyî pênase dike. Ew alîgirê teoriya seqamgîriya hegemoniyê bû ku li gorî vê teoriyê aramiya pergala navneteweyî bi îhtimaleke mezin di hebûna haziriya hegemoniyê de ye.[4]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gilpînî, bekeloriya xwe li sala 1952ê ji Zanîngeha Vermontê standiye. Wî mastera xwe li sala 1954ê li Zanîngeha Cornellê bi dest xistiye. Herwisa piştî sê salên xebatê wek efserekî di Hêza Deryayî ya Amerîkî de, li sala 1960ê li Zanîngeha Californiayê doktoraya xwe bi dest xist. Glipin li sala 1962ê pişkdarî fakulteya Princetonê bû, û li sala 1967ê de wezîfe wergirt.

Gilpin di sala 1969ê endamê Saziya Guggenheimê bû, ji 1967ê heta sala 1968ê endamê weqfa Rockefellerê bû û dîsa ji sala 1976ê heta 1977ê, û endamê Akademiya Huner û Zanistên Amerîkî bû. Ew endamê Komeleya Zanistên Siyasî ya Amerîkî bû, û ew endamê Civata Peywendiyên Derve bû. Di destpêka karê xwe de, Gilpin bal kişand ser hevrikî û ewlehiya neteweyî, bi taybetî siyaseta çekên atomî.[5] Bi bihorîna demî, bala wî çû ser aboriya siyasî ya navneteweyî.

Gilpinî nêrîna xwe ya li ser peywendiyên navneteweyî û aboriya siyasî ya navneteweyî li ser bîrdoza realîzmê ava kiriye. Wî xwe wekî realîstekî nerm wesifandiye.[6] Ew di kitêba xwe ya Global Political Economy (Aboriya Siyasî ya Cihanî) de diyar dike ku ew xwe li ser nerîtê realîstên şopparêz ên wekî Morgenthau,[7][8] Edward Carr, Hedle Bull, Susan Strange, Raymond Vernon û Richard Cooper "realîzma dewlet-navendbîn" dibîne.[9]

Kesayetiyê giring ê di warê Aboriya Siyasî ya Navneteweyî de Robertê Gilpin bersiva îdiayên bîrdozvanên azadîxwaz anko lîberal ên wekî Robert Keohane û Joseph Nye li ser kêmbûna hêza dewletê di karûbarên aborî yên navneteweyî de dide. Gilpînî got ku heta niha jî dewlet di warê peywendiyên aborî yên navneteweyî da aktorên sereke ne. Herwisa dê berjewendiyên ewlehiyê wek diyarkerên serekî yên reftara dewletê di karûbarên aborî da bimînin. Gilpinî bandoreke xurt li ser Stephen D. Krasner hebû.

Gilpinî çarçûveyeke giring ji bo birêxistina dibistanên ku giringiyê didin peywendiya siyaset û aboriyê pêşniyar kir, ew jî bi vî rengî bû: Merkantilîzm, Liberalîzm û Marxism.[10]

Gilpinî kitêba xwe ya bi navê War and Change in World Politics (Şer û Guherîn di Siyaseta Cihanî de) (1981) wekî berhema xwe ya herî zêde jê razî bi nav kiribû.

Robert Gilpin û Realîzma Merkantilîzmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di berhemên realîstên kevn ên wekî Morgenthau, John Herz û Henry Kissinger de qet rehenda aboriyê nahê dîtin. Ji ber ku ew nivîskarên serdema şerê sar bûn û li wê serdemê tiştê herî giring ewlehiya neteweyî bû. Lê belê êdî realîstên nû bal kişand ser mijarên aboriyê jî. Vê jî ew pal didan ku çareseriya kêmûkasiyên realîsma şopparêz anko kilasîk bikin. Ji aliyekê din ve dixwast ku bersiva wan arêşeyên aborî yên bazirganî û darayî û weberhînanên derekî bidin ku li salên heftêyan ji çerxa bihorî dirist bibûn.[11]

Realîzma Merkantilîzmê, rûyeke ji rûyên neteweyê. Ew bang li hukmetê dike da destê xwe bixe nav karûbarên bazarî jibo ku berjewendiyên neteweyî bi dest bixe. Li vê derê ew dihê zanîn ku Realîzma Merkantilîzmê dixwaze bibêje ku nirxên siyasî û berjewendiyên neteweyî destnîşankerên sereke yên peywendiyên aborî yên navneteweyî ne. Gilpin li wê baweriye ku xweriskê peywendiyên navneteweyî bi dirêjahiya hezaran salê jî qet neguheriye. Çinkî peywendiyên navneteweyî her ji kevin heta niha pêkdihên ji hevrikiya berdewam a li ser mal û saman û hêzê, di navbera yekîneyên xweser de di rewşa şêlûbûl anko anarkî de.

Glipin dibêje girêdaneke mezin di navbera pergala siyasî û pergala aboriyê de heye. Ji aliyekî ve, xwasta li ser destkevtên aborî palderekê bihêze ji bo guherîna pergala siyasî. Ji aliyekê dî ve belavbûna hêzê di navbera kom û dewletan de egerekê giringe ji bo diyarkirina şêwazê çalakiyên aborî. lewma eger li çaxên bihorî soza dînî û siyasetê heymeneya xwe li ser siyaseta derve kiribe, niha berjewendiyên aborî rola sereke dibînin di diyarkirina coreyê siyaseta derve de.

Kitêbên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • American Scientists and Nuclear Weapons Policy (1962) (Zanayên Amerîkî û Siyaseta Çekên Navokî)
  • France in the Age of the Scientific State (1968) (Fransa di Serdema Dewleta Zanistî da)
  • US Power and the Multinational Corporation (1975) (Hêza Amerîkayê û Kompanyayên Pirrneteweyî)
  • War and Change In World Politics (1981) (Şerr û Guherrîn di Siyaseta Cihanî de)
  • The Political Economy of International Relations (1987) (Siyaseta Aborî ya Peywendiyên Navneteweyî)
  • The Challenge of Global Capitalism (2000) (Qebxaziya Sermayedariya Cihanî)
  • Hegemonic War and the Peloponnesian War (Şerrê Heymeneyê û Şerrê Peloponesî)

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Gilpin, Sir Harry (Edmund Henry), (4 Feb. 1876–24 July 1950), Commander, Order of the Crown of Italy, 1920; Director, Baker Perkins Ltd, since 1912". Who Was Who. Oxford University Press. 1 kanûna pêşîn 2007.
  2. ^ "Hislop, George Steedman, (11 Feb. 1914–24 July 2013), Director, Aviall Airline Services (Caledonian), 1978–94". Who Was Who. Oxford University Press. 1 kanûna pêşîn 2007.
  3. ^ "Robert Gilpin". Wikipedia (bi îngilîzî). 29 tîrmeh 2022.
  4. ^ Cohen, Benjamin J. (16 adar 2008). International Political Economy: An Intellectual History (bi îngilîzî). Princeton University Press. ISBN 978-0-691-13569-4.
  5. ^ Cohen, Benjamin J. (2008). International political economy : an intellectual history. Princeton: Princeton University Press. ISBN 978-0-691-12412-4. OCLC 145396636.
  6. ^ "Robert Gilpin". Wikipedia (bi îngilîzî). 29 tîrmeh 2022.
  7. ^ Hart, Jeffrey (2003-02). "Global Political Economy: Understanding the International Economic OrderGlobal Political Economy: Understanding the International Economic Order. By Robert Gilpin with the assistance of, Jean M. Gilpin. (Princeton, NJ: Princeton University Press, 2001. Pp. 423. $65.00 cloth, $19.95 paper.)". The Journal of Politics. 65 (1): 264–265. doi:10.1111/1468-2508.00006. ISSN 0022-3816. {{cite journal}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  8. ^ Copeland, Dale C. (2014). Economic interdependence and war. Princeton, New Jersey. ISBN 978-1-4008-5270-3. OCLC 891721254.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)
  9. ^ Cohen, Benjamin J. (2008). International political economy : an intellectual history. Princeton: Princeton University Press. ISBN 978-0-691-12412-4. OCLC 145396636.
  10. ^ Cohen, Benjamin J. (2008). International political economy : an intellectual history. Princeton: Princeton University Press. ISBN 978-0-691-12412-4. OCLC 145396636.
  11. ^ Robert, G. Gilpin (2011). The Richness of the Tradition of Political Realism (bi îngilîzî). The MIT Press. r. 303. ISBN 0984397426.