Raymond Aron

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Raymond Aron
Image dans Infobox.
Raymond Aron (1966)
Gerînende (en)
Centre européen de sociologie historique (d)
-
Serokkomar
Société française de sociologie (d)
-
Gabriel Le Bras (en)
Jean-Daniel Reynaud (d)
Serokkomar
Institut français de sociologie (d)
-
Gabriel Le Bras (en)
Gerînende (en)
Centre de sociologie européenne (d)
-
Jidayikbûn
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
17î çirya pêşîn ya 1983ê
Cihê goristanê
Montparnasse Cemetery (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Raymond Claude Ferdinand AronLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Raymond Claude Ferdinand AronLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Fransa
Cîwar
Fransa (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Perwerde
Zanîngeha Êkol Normal Superyerê
Pîşe
Fîlozof, civaknas, siyasetzan
Salên çalak
Aştî & şerr: bîrdozeka peywendiyên navneteweyî
Bav
Gustave Aron (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Adrien Aron (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Suzanne Aron (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Dominique Schnapper (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karder
Collège de France (en) (-), Zanîngeha Parîsê (en) (-), École pratique des hautes études (en) (-), Le Figaro (-), École nationale d'administration (en) (-), Combat (en) (-), University of Cologne (en) (-), Institut d’études politiques de Paris (en), L'Express (en), University of Toulouse (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Partiyên siyasî
French Section of the Workers' International (en) (dp. )
Rally of the French People (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
American Academy of Arts and Sciences (en)
Académie des Sciences Morales et Politiques (en)
German Academy for Language and Literature (en)
Comité des intellectuels pour l'Europe des libertés (d) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Artêş
French Air Force (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerê tevlêbûyî
Werziş
Xwendekarê
Hippolyte Rigault (d), Célestin Bouglé (en), Alexandre Kojève (en), Léon Brunschvicg (en), Charles Salomon (d), Édouard Le Roy (en), Leo Spitzer (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêwirmendên doktorayê
Léon Brunschvicg (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bandorbar
Montesquieu (en), Alexis de Tocqueville, Karl Marx, Max Weber, Wilhelm Dilthey (en), Georg Simmel (en), Heinrich Rickert (en), Immanuel KantLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Lîsteya berfireh
Pour le Mérite for Sciences and Arts order (d)
Fellow of the American Academy of Arts and Sciences (d)
Goethe Prize ()
Erasmus Prize (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Raymond Aron
Şanenav
Wêneyê goristanê

Raymond Claude Ferdinand Aron (Reymond Klawd Ferdînand Aron) (14î adara 1905ê – 17î çirya pêşîn ya 1983ê[1]) fîlozof, civaknas, siyasetzan û rojnamevanê fransî yê bi koka xwe cihû ye. Giringtirîn berhemê wî di warê peywendiyên navneteweyî da kitêba wî ya bi navûdeng Peace & War: A Theory of International Relations (Aştî & şerr: bîrdozeka peywendiyên navneteweyî) e. Ew di vekolanên xwe da zêde tekezê dike ser pergala navneteweyî û li wê bawerê ye ku pergala navneteweyî ji du rewşan zêdetir dernakeve; sazan an guncan û nesazan û neguncan ku alozî û netenahiyê bi dû xwe ra diîne. ew dibêje; aştî ya navneteweyî an demên aşitiyê di dîroka peywendiyên navneteweyî da di sê rewşan da dibin. Yek: rewşa hevsengî ya dinavbera hêzan da, ku hindek hêzên yeksan û hevşêwe li meydanê hene, Du: rewşa heymenexwaziyê, ku dewletek bihêztire ji dewletên dî lê nikare pergala navneteweyî bi tivavî hevsar anko kontrol bike. Sê: rewşa aştiya împratorî, ku dewletek pergala navneteweyî bi tevavî hevsar dike û heymeneya xwe li ser dewletên dî disepîne.

Dîsan ew bi kitêba xwe ya bi navê The Opium of the Intellectuals (Afyona rewşenhizran) jî bi navûbang e. Ew bervajî Karlê Markisî dibêje; dîn ne afyona gelan e, lê marksîbawerî anko marksîzim afyona rewşenhizrên fransî ye li ser dema paş-şerrî (post-war).[2] Ew heval û neyarekê nizîk ê Jan Pawil Sarterî (Jean-Paul Sartre) bû. Gotinek di nav rewşenhizrên fransî da her belav dibû ku "Tu bi Sarterî re şaşiyan bikî çêtire ji wê ku tu bi Aronî re başiyan bikî"

Ew wekî zanayekê siyasî yê netundrew dihê hesibandin. Wî şagird ji herdu terefên Çep û Rast hebûn. Her çend ku wî xwe zêdetir bi Aronekê Çep dida nasîn jî lê wekî azadîxwazekê şopparêz anko lîberalekê konzervatîst dihê nasîn.[3]

Jiyan û kar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aron li Parîsê ji dayîk bûye, ew kurê cihûyekê dinyadar anko elmanî ye.[4] Wî li zanîngeha Êkol Normal Superyerê (École Normale Supérieure) xwîndiye, û li wêderê Sarter naskiriye, û bûye dostê wî û paşî bûye neyarekê fikrî yê wî heta dawiya jiyanê. Her di wê sala ku Sarter têda di îmtihana zanîngehê da kevtî Aron têda bû yekem, û li sala 1931ê diktoraya xwe stand.

Hema ew çend heftiyek bû ku wî dersên felsefeya civakî li Zanîngeha Tolosê didan û şerrê cihanî yê duyê çêbû. Ew tevlî rêkxistiya Hêzên Esmanê (Armée de l'Air)ê bû. Dema ku Fransa di şerrî da şikest ew reviya Londonê da li wêderê tevlî hêzên Fransaya Azad biba. Wî li wêderê sernivîseriya rojnameya France Libreyê (Fransaya Azad) kir.

Dema şerr xilas bû Aron vegeriya Parîsê da dersên civaknasiyê li Zanîngeha Ecolê ya Neteweyî ya Kargêrî û Zanistên Civakî daban. Li sala 1955ê heta 1968ê, li Sorbonê, û piştî wê li sala 1970ê li Kolîja Fransayê û her wisa li Dibistana Xwîndina Pêşkevtî ya Zanistên Civakî (École des hautes études en sciences sociales 'EHESS') ders didan.

Aron li Parîsê li 17î çirya pêşîn a sala 1983ê ji ber krîza dilî mir.[5]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Raymond Aron". Wikipedia (bi îngilîzî). 6 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "Raymond Aron". www.goodreads.com. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ "Raymond Aron". Vikipedi (bi tirkî). 13 çiriya pêşîn 2021.
  4. ^ "Raymond Aron | French sociologist | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ "Raymond Aron". The Gifford Lectures (bi îngilîzî). 13 tebax 2014. Ji orîjînalê di 11 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.