Ceriban (wêje)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Ceriban[1], ceribok[1], hêçan[1] an jî ezmûnî[1] cureyeke pexşanê ye û nivîskarê wê dikare fikr û hestên xwe ên di derbarê zanist, felsefe, wêje û hunerê de binvîse û di neqandina mijar û şiklê nivîsê de jî xweseriya xwe biparêze. Di vê cureyê de rê û rêbazên zanistî hewce nake bê şopandin ango li gor planeke kifşkirî nivîskar xwe sînordar nake. Nivîskar fikr û ramanên xwe bi vegotineke nêzî ya rojane li gor dil û daxwazên xwe dinvîse. Armanca van nivîsan peyitandin an redkirina hin fikran nîne û nivîskar pey belavkirina ramanekê jî nakeve. Belam xwendevan ji vegotin, naverok û fikrê nivîskar sûd digre û dike ku xwendevan meyldarên fikr û hestên nû bin û nivîskar asoyek berfireh datîne pêşya wan. Nivîsên ceribanê hin caran bi naveroka xwe nêzî cureyên weke rexnekarî, meqale û sohbetê dibin. Ji ber vê yekê hin nivîsên ku destnîşankirina cureya wan zehmete dixin bin sîwana ceribanê. Xwendevanên pirtûkên ceribanê meriv dikare bêje, entelektuel û taybet in.[çavkanî pêwîst e] Li welatên rojava pirtûkên ceribanê gelek tên firotin û xwendin. Di van welatan de eleqeyeke mezin ji berhemên ceribanê re heye. Berhemên ceribanê asoya fireh a nivîskar û zanebûna wî/wê ya berfireh nîşanê me dide. Her çiqas di vê cureyê de peyitandin û armancên diyarkirî tune bin jî nivîskar dixwaze xwîner aresteyê qada zanebûnê bike û wan bi metodeke xweserî xwe perwerde bike. Di nav nivîskarên kurd de yên ku nivîsên ceribanê dinivîsin kêm in. Mehmed Uzun pirtûkeke ceribanê weşandiye lê ev pirtûk bi tirkî hatiye nivîsandin. Nivîskar Mustafa Aydogan jî pirtûkeke ceribanê a bi navê,”Berê Gotin Hebû” nivîsiye. Sê cureyên ceribanê hene:

  • Ceribana şexsî û hunerî
  • Ceribana dîdaktîk û rexnegirane
  • Ceribana bihikmet

Di wêjeya Rojava de navê vê cureyê essay(ese)ye. Mijara wan pirî caran wêje, huner, zanist û felsefe bû ye. Her çend bi awayekî misoger û vebirî ne be jî hin dîroknasên wêjeyê destpêk û derketina çeşna ceribanê berî wêjeya rojava dibin digehînin Japon, Çîn û Hindistanê.[çavkanî pêwîst e] Lê weke çespandin û qebûlbûna cureya ceribandê bi awayekî serbixwe piştî sedsala 16'an e. Di peyitandina vê destpêkê de rol û rista Montaigne gelek e. Ev nivîskar bi pirtûka xwe ya bi navê Ceribanê bûye nûner û pêşewayê herî mezin a ve çeşnê. Nivîskarê îngilîz Francis Bacon bi pirtûka xwe a Ceribanê hem ji aliye vegotinê ve hem jî ji aliyê şêweyê ve geşedanek xurt di vê cureyê de daye çêkirin. Di wêjeya hemdem a îngîlîzî de helbestvan T.S.Eliot û romannûs Aldous Huxley bi ceribanên xwe navdar in. Di edebîyata Yewnana Kevn û edebiyata latîn de jî ev çeşnê edebiyatê hebû. Mîna “Sohbetên Epîketos”, ”Hin Diyalog”ên Platon, ”Hin Berhem”ên Çîçero. Cureya ceribanê di sedsala 18'an de geş û xurt bûye. Nemaze di sedsala 19'an de di edebiyata cîhanê ya hevdem de cihê bi awayekî xurt girtiye.

Di wêjeya kurdan de nivîskarên weke Musa Anter, Mem Mîrxan, Lal Laleş, Suleyman Çevîk, Lokman Polat hwd.. bi terza vê cureyê dinivîsin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c d Ferhenga Tirkî-Kurdî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Zana Farqînî