Ronî Alasor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Roni Alasor hat beralîkirin)
Ronî Alasor
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Roni Alasor nivîskar û rojnamevanekî kurd e ku di 1963an de li gundê Govendik (niha wek navçeya Qereçanê / Karaçoban) li herema Serhedê ji dayika xwe bûye. Koka bav û kalên wî li çiyayê Elegezê ne.

Piştî 12ê îlona 1980î, dema rejîma leşkerî a tirk, welatê xwe derket û koçber bû. Sala 1988an li Norwêcê dest bi rojnemevaniyê kir. Alasor kurdî, norwêcî, swêdî, tirkî û îngilîzî diaxive û heya niha wek "Marko Poloyê Kurd" qedera 50 welati gerya[çavkanî hewce ye]. Alasor sala 1993an û vir de endamê Yekîtiya Rojnamevanên Norwêcê (NJ) û endamê Federasyona Rojnemevanên Înternasyonal (IFJ) û PENa navneteweyî ye, her wisa akredîtasyona wî ya daîmî ba Parlemena Ewropayê (PE), Komîsyona Ewropayê û NATOê heye.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Şifreli Mesaj - Trene bindir (1999)
  • Gizemli Güneydoğu Asya ve Efsanefi Gerilla Komutanı Giap'ın Karargahında Yeşil *Çayli Sohbet (2004, 2005, 2006 u 2007)
  • Fetullah Gulan û Rastiya Seidê Kurdî (2011)

Pirtûkên Ronî Alasor, heya niha bi zimanê elenî (yewnanî), almanî, bulgarî û tirkî hatine çapkırın[çavkanî hewce ye].

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]