Roni Margulies
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin |
(68 salî) |
| Hevwelatî | |
| Perwerde |
Koleja Robert (en) |
| Pîşe | |
| Partiya siyasî |
Partiya Karkerên Sosyalîst ên Şoreşger (DSİP) (en) |
Roni Margulies, (jdb. 5 gulan 1955 li Stembolê, Tirkiye - m. 19 tîrmeh 2023), nivîskar, wergêr, weşanger, rojnamevan û aktîvîstekî tirk ê ku bi eslê xwe cihû bû.[1]
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî dibistana amadeyî li Koleja Robert a Stembolê, diçe Brîtanyayê. Li wir li ser aborînasiyê perwerde dibe. Margulies ji aboriyê bêhtir xwe dide polîtîka û wêjeyê, bi taybetî helbestê.
Çepa tirk û Margulies
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Margulies çepa tirk rexne dike ku xwe ji kemalîzmê dûr nagirin, di babeta kurd de statukoparêz û di qada navneteweyî de neteweperwer in. Bi pêşketina tevgera kurd re, çepgir û sosyalîstên tirk pirranî xwe dan aliyê dewletê û bûn dijberên kurdan. Margulies viya wekî "çepa tirk nebûye, tirkê çep hebûye" şîrove dike.[çavkanî hewce ye]
Di 27ê tebaxa 2009an de li Stembolê ji aliyê alîgirên Partiya Azadî û Mildariyê (Özgürlük ve Dayanışma Partisi, ÖDP, îro wek Partiya Çepgir (Sol Parti) tê naskirin), êrîş lê hate kirin. Margulies bi xwe endamê Partiya Karkerên Sosyalîst ên Şoreşger (Devrimci Sosyalist İşçi Partisi, DSİP) bû û di rojnameya Tarafê de dinivîsand.[çavkanî hewce ye]
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Roni Margulies di 19ê tîrmeha 2023an de ji nexweşiya şêrpenceyê mir.[1]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |