Sêrta Azad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji SÊRTA AZAD hat beralîkirin)

Rojnameya Sêrta Azad rojnameyeke niştecîh e û yekemin rojname ye ku li Kurdistana Bakur de bi awayekî fermî weşana kurdî kiriye[çavkanî hewce ye]. Li bajarê Sêrtê derdikeve xwedî û berpirsiyarê wê Muharrem Nas (Mehmed Nas) e carna heftiyê carek û carna jî her panzdeh rojan carekî derketiye. 27 sermaweza 2002yan de dest bi weşana xwe kiriye. Piştî hejmara 10an 4ê nîsana 2003yan de bi awayeke fermî cara yekemin li Kurdistana bakur de destura weşana kurdî wergirtiye û 15 avrêla 2003 yan de dest bi weşana Kurdî kiriye. piştî hejmara 25 an sala 2004an de rojname ji ber hin pirsgirêkên aborî hatiye rawestandin. Dîsa rojnameya Sêrta Azad li dîroka komara Tirkiyê de rojnameya herî zêde ku jê ra doza pereyan hatiyî xwestine. Di sala 2003an de dadgehên tirk doza 75 milyarên perê tirk li rojnameyê kirine. Du salan de pênc doz ji rojnameyê re hatiye vekirin. Piştî du salan hemû doz hatine talukkirin.

Rojnameya Sêrta Azad ji bo xwendin û nivîsandina kurdî pêş de here gelek caran kampanyayên ziman û bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re pêşbaziya Zargotina Kurdî li dar xistiye. Dîsa cara yekem bi awayekî fermî li Sêrtê afişên kurdî yên ji bo pêşbaziyê aliqandiye. Ev rojname ne girêdayî tu rêxistin û komeleyî ye rojnameyek bi taybet û serbixwe ye. Niha arşîva rojnameyê malpera Dengê Botan Sêrt de tê weşandin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]