Salih Mirzabeyoğlu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Salih Mirzabeyoğlu
Image dans Infobox.
Salih Mirzabeyoğlu
Jidayikbûn
Mirin
Navê jidayikbûnê
Salih İzzet Erdiş
Hevwelatî
Pîşe
Nivîskar

Salih Mirzaoğlu, bi navê rastî Salih İzzet Erdiş (jdb. 10 gulan 1950, li Ezirgan - m. 16 gulan 2018, li Yalova, Tirkiye)[1] bingehparêzekî îslamî ya kurd bû,[2] ku bi eslê xwe ji malbatekî Seyîdî hebû.[3] Malbata wî nêzîkî her du biratiyên îslamî yên Neqşbendî û Nurcu bûn û di sala 1925an de di serhildana Şêx Seîdê Kurd de li dijî Komara Tirkiyê ya nû hatî damezrandin beşdar bûn.[4] Wek piraniya endamên İBDA-C-ê ew jî kurdekî etnîkî bû.

Di sala 1975an de bi hevalên xwe re kovareke siyasî bi navê Gölge (Siya) derdixe. Mîrzabeyoglû di bin bandora helbestvanê îslamîst Necîp Fazıl Kısakürek de maye ku kovareke bi navê Büyük Doğu derdixist.

Ew îdeolog û lîderê gumanbar ê Eniya Mezin a Êrîşkarên Îslamî ya Rojhilat (ÎBDA-C) ye, ku komeke îslamî ya milîtan e ku li Tirkiyê heye. Di 29ê Kanûna 1998an de bi îdiaya ku xwestiye bi zorê pergala makezagonê ji holê rake, hat girtin. Piştî konsepta ÎBDA-C ya 'berxwedana bê rêber', êrîşên din ên li ser bank, sînagog, dêr, cihên ku alkolê lê dikin û qereqolên TVyê ji aliyê komên ku digotin ew parçeyek ji ÎBDA-C'ê ne, hatin îdîakirin. Di teqînên li Stenbolê de 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û konsolosê Brîtanya Roger Short jî di nav de bû. Mîrzabeyoglû bi cezayê muebbetê hat mehkûmkirin.[5]

Di 23'ê Tîrmeha 2014an de ji girtîgehê derket û di 29ê Mijdara 2014an de bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re şêwirî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mynet (16 gulan 2018). "Salih Mirzabeyoğlu vefat etti". Mynet Haber (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  2. ^ [http://www.biyografi.net/kisiayrinti.asp?kisiid=2763 "biyografi.net: Salih Mirzabeyo�lu biyografisi burada  �nl�lerin biyografileri burada"]. www.biyografi.net. Roja gihiştinê 17 gulan 2023. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 31 de replacement character heye (alîkarî)
  3. ^ Alakom, Rohat (2004). Orta Anadolu Kürtleri (bi tirkî). Evrensel Basım Yayım. ISBN 978-975-6525-77-7.
  4. ^ Mango, Andrew (2005). Turkey and the War on Terror: For Forty Years We Fought Alone (bi îngilîzî). Taylor & Francis. ISBN 978-0-415-35002-0.
  5. ^ "İBDA/C liderine ölüm cezası". arsiv.ntv.com.tr. Roja gihiştinê 17 gulan 2023.