Necip Fazıl Kısakürek
Jump to navigation
Jump to search
Necip Fazıl Kısakürek | |
---|---|
![]() | |
biguherîne![]() |
Necip Fazıl Kısakürek (z. 26'ê gulanê 1904 li Stembol - m. 25'ê gulanê 1983 li heman cihê) nivîskar, helbestvan û ronakbîrekî tirk bû. Berevaniya împeratoriya osmanî, tirk-îslam û neteweperweriya tirk dikir. Li dijî nîjadperestiyê derdiket, neteweya tirk wekî sentezek didî.
Jiyan[biguherîne]
Malbata wî ji bakurê Kurdistanê, parêzgeha Meledîyê bûye. Li Stembolê di dibistanên amerîkayî û fransî de dixwîne. Li Parîsê, di Sorbonneê de perwerdeya fîlozofiyê dibîne. Li vegerê bi qasî pênc salan karmendiya bankayekê dike. Di zanîngeha Mimar Sinan, dibistana dewletê ya muzîkê û zanîngeha Enqereyê de, li ser ziman, dîrok û erdnîgariyê perwerde dibe.