Here naverokê

Salih Muslim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Salih Muslim
Navê rastî
صالح مسلم محمد Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûnadar 1951 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîSûrî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
  • Kîmyager li ser wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Salih Muslim Mihemmed (bi erebî: صالح مسلم محمد, romanized: Ṣāliḥ Muslim Muḥammad) hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e ku partiya sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Salih Muslim weke cîgirê koordînatora Komîteya Koordînasyona Niştimanî ji bo Guhertina Demokrat bû ku wekî nûnerê herî navdar ê kurd ê di dema Şerê Navxweyî yê Sûriyê de bû.

Kariyera polîtîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destpêka çalakiyên siyasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muslim yekem car di salên 1970an de dema ku li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê beşa endezyariyê dixwend, tevlî tevgera kurdî bû ku piştî ku di bin bandora şerê berdewam ên Mistefa Barzanî li dijî hikûmeta Iraqê de bû û têkçûna wî dibe sedem ku di warê siyasetê de çalaktir bibe.

Di sala 1998an de ew beşdarî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (KDP-S) bû ku baskê Sûriyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) ye.[1] Piştî ku ji ber negihîştina armancên partiyê bêhêvî dibe Muslim di sala 2003an de ji PDK-Sê derdikeve.

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2003an de Muslim tevlî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya ku nû hatiye damezrandin dibe û û dibe endamê meclîsa rêveber a partiyê û di sala 2010an de wekî serokê partiyê tê hilbijartin. Piştî ku ew û hevjîna wî Ayşe Efendî li Sûriyê hatin zîndanî kirin, di sala 2010an de reviya kampeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya (YNK) li Iraqê. Di adara sala 2011an de piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê careke din dîsa vegeriyaye Qamişloyê.

Di bin serokatiya Muslim de PYD dibe partiya siyasî û aktorê sereke yê avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di tîrmeha sala 2013an de, di dema pêvajoya aşitiyê ya kurd û tirkî de, ew hat vexwendin Stembolê ji bo danûstandinan bi hikûmeta Tirkiyeyê re derbarê paşeroja Sûriyê de[2] ku di navbera de heya cotmeha sala 2014an de sê carên din ji bo danûstandinan çûye Tirkiyeyê.

Têkiliyên derve yên TEV-DEMê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di îlona sala 2017an de 7em kongreya PYDê li bakurê Sûriyeyê hatiye lidarxistin û tê de du hevserokên nû hatin hilbijartin. Muslim ji wê demê ve wek berpirsê têkiliyên derve yê Hevbendiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê kar dike.[3]

Muslim di vê mijarê de wiha got: "Pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê û pirsgirêka kurd li Sûriyeyê du mijarên cuda ne û dê ji hev cuda bên çareserkirin.[4]

Salih di 20ê Hezîrana 2022an de di kongreya 9emîn a PYDê de ligel Asya Ebdullah careke din wek hevserokê PYDê hat hilbijartin.[5]

Muslim di sala 1951ê de li Kobaniyê di malbateke kurd sunnî de hatiye dinê. Piştî xwendina li Sûriyê, wî ji sala 1970ê li fakulteya endezyariya kîmyayî ya Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê xwendiye û di sala 1977an de qedandiye. Dûr ve li Londonê seba demekî kurt dixebitî, di navbera salên 1978-1990î de li Erebistana Siûdî kar kir û dûr ve di sala 1993an de li Helebê ofîsa endezyariyê damezrand.[6]

Di 9’ê Cotmeha 2013an de kurê Salih Muslim bi nav Şerzan, li rojavayê Girê Spî di pevçûnên bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê şehîd bû.[7]

Muslim dikare bi kurdî, inglîzî, erebî û tirkî biaxive.

  1. ^ "Carnegie Endowment for International Peace". Carnegie Endowment for International Peace (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  2. ^ "PYD leader arrives in Turkey for two-day talks: Report - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). 26 tîrmeh 2013. Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  3. ^ "Saleh Muslim released". ANF News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  4. ^ "Salih Muslim: Syria's Kurdish problems will be solved by Syrians, not Turkey - Al-Monitor: The Middle Eastʼs leading independent news source since 2012". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  5. ^ Staff, Editorial (20 hezîran 2022). "PYD elects Asya Abdullah and Salih Muslim as new co-chairs". Kurd Net - Ekurd.net Daily News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  6. ^ "Why Turkey issued arrest warrant for this Kurdish leader - Al-Monitor: The Middle Eastʼs leading independent news source since 2012". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  7. ^ "Thousands bid farewell to Sherzan Muslim | ANF". web.archive.org. 22 çiriya pêşîn 2013. Ji orîjînalê di 22 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.