Seher Dilovan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seher Dilovan hunermendeke stranbêj a kurd e.

Malbata wê ji Dêrsimê ye, lê Seher bi xwe li paytexta Tirkiyê Enqerê ji dayik bûye û mezin bûye. Seher Dilovan piranî bi zimanê tirki distirê. Berî ku dest bi stranbêjiyê bikê, di zaningehê de beşa dîrokê diqedînê. Heta sala 2008'a 10 albumên wê çêbûne. Di sala 1996'a û di sala 2003'a de du caran li Tirkiyê weke hunermenda herî baş ya salê hêjayê xelatê hat dîtin. Niha zewiciye û dayika du zarokan e. Ew herwiha xwarziya sekreterê berê ê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)'ê Kemal Burkay e. She recorded an track album with iranian kurdish musians Abdollah Alijani Ardeshir.