Seleteya siyaleyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya siyaleyê cureyeke seleteya pêjgeha kurd e. Ji siyaleyê re herwiha spenax, îspenax, silqok jî dibêjin. Standardeke vê seleteyê nîne, mirov dikare gelek tiştan tevê bike. Bo mînak cureyên biharbêhnê (biharat), zeytûn ûêd.

Ev terîfe ji aşxaneyên parêzgeha Kurdistanê Dîlokê hatiye wergirtin. Hinekê biharbêhna erxewanê (kulîlka hinarê) ku navê xwe daye navçeyeke Meledîyê, hat pêwerkirin, çêjdar dibe.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Baqek siyaleyê
  • 1 stekan (qedeh) savara (bulxur) zirav
  • Keriyekê penîrê malê (penîrê spî)
  • Nîv kevçî xwê (li ser daxwazê ye)
  • 2 kevçî ava hinarê (ava hebên hinarê)
  • 1 kevçî rûnê zeytê
  • 5 serî pîvaz

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îspenaxên xwe bişon, tenê pelên wê veqetînin, ên din bavêjin. Pelên siyaleyê hûrane hûrbikin, bi xwêyê tevdin. Savara xwe bi hinekê avê nermijî bikin, di nava avê de bi qasî 10 deqeyan bihêlin.

Pîvazên xwe hûrik hûrbikin. Tevahiya berkeliya xwe (melzeme) berdin badiyekê, tê de li hev bidin. Ava hinarê û rûnê zeytê bi ser de bikin. Dawiyê de penîrê xwe bipişirînin ser û servîs bikin.

Beriya were ser destexaneyê (sifre) hûn dikarin gorî kêfa xwe binikên xwarinê bi hêşînayî û biharbêhnan bixemilînin.