Kurdistan

Rûpel nîv-parastî ye
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kurdistanê hat beralîkirin)
Nexşeya Kurdistana îro.
Nexşeya Kurdistanê li gorî CIAyê (1992).
Nexşeya Kurdistanê gorî kurdperweran.

Kurdistan (کوردستان; Dengdani/kʊrdɪstɑːn/), welatekî jeoçandiyê li Rojhilata Navîn û li Asyaya Rojava ye ku piraniya nifûsa sereke ji kurdan pêk tê. Kurdistan cihwarek dîrokî ya kurda ye ku li Kurdistanê kurd bi çand, ziman û bi nasnameya xwe ya neteweyî li Kurdistanê jiyan kirine. Ji aliyê erdnîgarî ve Kurdistan bakurê rojavayê Zagrosê û rojhilatê çiyayên Torosan vedihewîne.

Kurdistan yan jî erdnîgariya kurdan di despêkê de piştê şerê osmanî û sefewîyan bi Peymana Qesrê Şirîn dibe du perçe û piştre jî piştî bi hilweşandina împaratoriya osmaniyan ve di navbera çar dewletên neteweperest ên ku li ser esasiyên yek-netewe hatine avakirin, di navbera dewletên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de tê perçe kirin û bi van perçekirinan Kurdistan dibe çar perçe.[1][2]

Piştî Peymana Lozanê erdnîgariya Kurdistan bi vê peymanê di navbera çar dewletên neteweperest de tê perçe kirin. Dewletên ku li ser esasiyên yek-netewe (mîlîtarîst) hatine avakirin, herêmên Kurdistanê ku di bin serweriyên wan de dimîne, ji aliyê van dewletan ve demografiya gelek bajar û gundên Kurdistanê bi neteweyên wekî tirk û ereban hatiye guhertin. Li ser van beşên Kurdistanê ku di bin serweriya van dewletên neteweperest de dimîne bi awayên tund zext û înkarkirin li ser ziman û çanda kurdan hatine meşandin.[3][4]

Li gorî van parçebûnan di roja îro de çar perçeyên Kurdistanê wekê Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê hatine binavkirin.

Peyvnasî

Navê kevn

Navê Kurdistanê yê kevn Kardox[5][6][7][8][9][10][11] bû.
bi yewnanî: Κορδυηνή Kordyinî,
bi îbranî:[12] קרטיגיני, Kirtîgînî
bi ermenî: Կորճայք, Korçayk li kelaka Kardoxê sumeriyan ji welatê kurdan re digotin Kur-a, Gutiyum û Welatê Karda elamîtanKurdasu, akadiyanKurtey asûriyanKurtî û babîliyanQardo digotin RomiyanCorduene bikarandin. Navê Kurdistanê yê dû yê kevn Guti[çavkanî hewce ye].

Navê dema firehbûna ereb û îslamê

Piştî firehbûna erebên misilman (633-650 piştî zayînê) jî welatê kurdan re digotin Erdu'l-Ekrad (Axa Kurdan) û Biladu'l-Ekrad (Warê Kurdan). Tirkên oẍiz jî navên erebî yên "welatê kurdan" bi kar anîne[çavkanî hewce ye].

Navê Kurdistan yê selcûqiyan

Berî dagîrkirina selcûqiyan, dîroknivîs Matthiasê Edessayî di dîroknameya xwe yê bi ermenî de navê K'rdstanac dabû hêremeke di nav Amed û Siverekê de[13]

Peyva Kurdistan tê wateya "welatê kurdan" û cara yekê ji aliye selcûqiyan ve, di sedsala 11an de hatiye bikaranîn. Selcûqiyan navçêya Bahar li başûrê Hamedan, "Kurdistan" lê nav danîn. Li gorî Şerefxan herêma mîrgeha Melkişî ya Dêrsimê wek Kurdistan dihat nasîn.

Erdnîgarî

 Gotara bingehîn: Erdnigariya Kurdistanê
 Gotara bingehîn: Rûerdên bajarên kurdistanî
 Gotara bingehîn: Çemên Kurdistanê
 Gotara bingehîn: Çiyayên Kurdistanê
Ji bo bajarên Kurdistanê binêre: Listeya bajarên Kurdistanê

Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin. Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin û li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin, weke mînak Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên Xoresanê, Kurdên Kafkasyayê û gelekên din. Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin, weke erebkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam, Kembera erebî li Rojavayê Kurdistanê di van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonan tirk û tirkoman li bakurê Kurdistanê. Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî. Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin. Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin.

Beşên Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Bakurê Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê.
Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Bakurê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Tirkiyê de ye. Bakurê Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî mezin ê Kurdistanê ye. Kurdistan welatekî çiyayî ye. Li çiyayên wê zozan û warên bilind hene. Dema mirov bi jor ve, li nexşeya bakurê Kurdistanê dinerê, rêza çiyayên Toros ên Başûr, Kurdistanê ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du cîh. Toros ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Gurgumê ve dest pê dikin û ber bi rojhilatê ve heta herêma Colemêrgê diçin. Ji wê pê de jî, Zagros dest pê dikin. Li herêma Colemêrgê çiya bilind, gur û tûjik in. Bilindahiya wan digêje 4000 metreyî.

Toros ji aliyê Avhewa ve, Başûrê Kurdistanê ji hevdu diqetîne. Wê dike dû cîh: Bakur û başûrê Torosan.

Başûrê Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Başûrê Kurdistanê

Başûrê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îraqê de ye. Piştî ruxandina rejîma Sedam Huseyîn beşeke mezin ji başûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê tê birêvebirin.

Rojhilata Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Rojhilata Kurdistanê
Sinorên Rojhilata Kurdistanê

Rojhilata Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îranê de ye. Jimara nîştecihên vê perçeya Kurdistanê, zêdetirî 10.000.000 kes e ku nîzêkî 1.500.000 kurd li herêma Xorasan dijîn.

Rojavaya Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Rojavaya Kurdistanê
     Rojavaya Kurdistanê

Rojavaya Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Sûrîyê de ye. Rojavaya Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî biçûk ê Kurdistanê ye.

Rojavaya Kurdistanê parçeya Kurdistanê ya herî biçûk e: 51.000 km² ye[çavkanî hewce ye]. Îro di bin desthilatdariya Sûriyê de ye. Taybetiyeke herêma Rojavaya Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ber bi rojhilat ve zirav û dirêj e, û her ku diçe qad û çarçova wê berfireh dibe.


Dîrok

 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê
Berîzbûnê 63, Şahitî Kurdane: Korduene-Sophene

Kurd yek ji gelên herî kevnar yên Mezopotamyayê û Zagrosê ne. Bi kêmayî ji Împeratoriya Medya û vir ve gelê kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Îranî û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civeka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Beriya Îslamiyetê ola kurdan, li gor hinek çavkaniyan Zerdeştî bû. Hinek ji zanayan jî mîna Tewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn. Piştî êrîşên ereban û belavbûna îslamiyetê, kurdan dev ji zerdeştiyê, ku yek ji olên yekxwedayî yê ji herî qedîman ya Rojhilata Navîn e berdan û îslamiyetê hilbijartin û bûn misilman.

Nexşeya Kurdistanê ya Îbn Hewqal (sala 977an piştî zayînê)

Li sedsalên yekem ên îslamiyetê da, ku erebên misilman eriş kirin ser Împeratoriya Sasanî, nivîskarên ereb wekî Îbn Nedim, behsa eşîr û hoz yên başûrê Zagrosê dikin. Ew nav wekî Hoz jî dihêt nivisandin û gotin. Hoz jî di zimanê kurdî de bi manaya malbat e, û weke Xêzan jî tê bi kar anîn. Navê kurd jî ku piştî bizir bûna eşir û Hoza ji aliyê nivîskarên ereb jibo gelê me hatiye bi kar anin, ayni manaye klan dide. Hînek ji bîrmendên kurd li ser wê baverê ne ku Kurdên îro, Hozên dema kevnar in, ku piştî îslamiyetê tevi leşkerên erebên misilman, berev (Kurdistana) bakûrê-rojava ketin rê u pişkek ji Anatolia ji romiyên xristiyan dagîr kirin u kirin axa xwe. Hoz navê gelê Elamiye, ku şaristaniyeta kevnara wan ji aliya Farisan u Asuriyên dijber hat ji nav birin, u li jêr nava Hozi jiyana koçerî li ser çiyayên başûr-rojhilata Kurdistanê girtin ber. Çavkaniyen ermeniyên kevnar jî kurdan weki mar qal dikin, ku di zimane wan da ba manayê mar e (mîna kurdî), u mar jî unsureke giring li ola Elamiyan bû.

Êrîşên ser Rojava ya xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên kurdan û bi saya fermandarên kurd yên wekî Selehedînê Eyûbî hatin rawestandin. Berxwedana kurdan di vê demê de rê li ber dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye.

Di sala 1514an de şerekî di navbera Împeratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir. Tenha sedema vî şerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin. Îran di vî şerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî. Di vê rewşê de kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin. Di demên pêwist de kurdan bac û leşker didan Împeratoriya Osmanî û bi vî awayî kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împeratoriyê de man.

Nexşeya ku Mehmûd Qeşqerî di pirtûka xwe Divânu Lügati't-Türk de xêz kirî. Li ser nexşeyê Erdu'l-Ekrad ("Axa Kurdan") lêkirî yê (sedsala 11em).
Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyê Osmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirin

Bi peymana Qesrî şîrîn ya 1639an, Kurdistan carek din di navbera van her du împeratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya şerên ku piştî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van şeran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye, destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên paşmayî tevî pergalên civakî yên eşîrî parastine. Yên ku bi şûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pêşvebirina şaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pêşvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine.

Di qirna 19an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêş diket, hewldanên ji bo guherandina nexşeya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşîne ve rûbirû mabû. Herêma ku împeratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz dikişand ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Brîtanî, Fransî, Almanî û Rûsî de.

Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piştî gengêşî û peymana 18-26ê nîsana 1920an di Konferansa San Remo'de dest pê kir. Partiya "Îtihad û Tereqî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav şerê Cîhanê yê Yekemîn. Piştî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî şerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkişîne.

Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêş diket û li Rûsya bûbû desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû. Sermayedariya li rojava ku ji hişyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê, Peymana Sewrê, ya di 10ê tebaxa 1920an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî, di demek wiha dîrokî de pêk hate.

Aborî

Zimanê kurdî

 Gotara bingehîn: zimanê kurdî
 Gotara bingehîn: Wêjeya kurdî
 Gotara bingehîn: Rêzimana kurdî

Koda ISO 639-1 ya kurdî KU ye. Koda ISO 639-2 ya kurdî KUR e. Koda DIN 2335 ya kurdî KU ye.

Li gorî belavbûna erdnîgarî, zimanê kurdî ji bilî welatên Ewropa û yên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tev li navçeyîbûyînê ji nifşê mirovên vê navçeyê, gelek gel, ji rojava heta rojhilatê, li gelek welatan zêde û belav bûn. Lewra ye ku zimanê kurdî, yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.

Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîret, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:

Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.

Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Piraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin li bakurê Kurdistanê dijîn. Her wiha li Qerejdaxa bakurê Kurdistanê û li çend deverên mîna Anatolîyaya Navîn şêxbizinî lê dijîn. Şêxbizinî devokeke kelhurî ye ku li bajarê Kirmaşan û Îlamê bi heman devokê diaxivin. Tevlihevîya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Bo nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr behdînî û li rojhilat jî şikakî tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmancîya jêrîn jî, kurmanciya xwarû, soranî tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî kirdkî, kirmanckî, dimilî, dêrsimkî, sobê û hwd têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê goranî jî heye. [14] [15] [16] [17]

Kurmancî, kurdiya bakur

 Gotara bingehîn: Kurmancî
Rûpelên yekem ên destnivîsek Nûbihara Biçûkan li British Library, Or. 5932, folio 9 recto.
Rûpelên yekem ên destnivîsek Edîqeya Îmanî li British Library, Or. 5932, folio 14 verso.

Kurmancî jî yek ji zaravayên kurdî ye. Ji bo kurmancî, kirdasî, Bahdînan,û şikakî û kurmanciya bakur jî tê gotin. Kurmancî li her çar parçeyên Kurdistanê jî tê axaftin.

Zaravayê kurmancî ew zaravayê kurdî ye ku herî zêde pê tê axaftin. Lê herî zêde li bakur û rojavayê Kurdistanê pê tê axaftin. li başur jî li duhok û şingal û li rojhilat jî li bajêrê ûrmîye tê axeftin. Zaravayê kurmancî her wiha li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav kurdên Qefqasyayê, li Anatoliya Navîn û li Diyasporayê yanî li (Ewropa û Amerîka)yê pê tê axaftin [18]

Rêzimana kurmancî

Ji ber ku zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistina ziman û çandê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Zimanê kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin.".[19] Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêş bixin, bi taybetî li hundurê welatî firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine. Hindek ronakbîrên ku bi îmkan û hewldanên xwe yên şexsî xwestine derkevin meydanê jî hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.

Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê kurdî, heke em rewşa îstisnaî ya Başûrê Kurdistanê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welatî kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ko encama têkoşîna neteweyî ya bêwestan û bênavber bûye û piştre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 1960'an, li vê perçe ya Kurdistanê, wisa lê hatiye ko hejmara ronakbîr û saziyên ko li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vê perçeya welatî mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.

Ji bilî van tiştên ku li ser zimanê kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî hene. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin derûdorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî nîşan bidin. Ev xebatên wiha yên li ser zimanê kurdî ne bi armanca zanistî, lê bi ya siyasî, hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safseteyên ko xizmeta mexsedên wan ên siyasî dikin li nav gelî belav bikin. Dewleta Tirk ji ber ku heta îro hebûna gelê me înkar kiriye, muhawele kiriye ko kurdan wekî perçeyekê ji qewmên Tirk ên Asyaya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê kurdî jî îdîa kiriye ko ev ziman, zimanê civakeka tirknîjad (tirkên çiyayî) e û di netîceya asîmilasyonê da bûye zimanekî destkir (sunî) ku ji çend hezar peyvên erebî, farisî û tirkî pêkhatiye.

Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek seran serî (sethi) bi şaşî nivîsîne ku kurdî ne zimanekê serbixwe ye û devokeka farisiya kevin an jî ya nû ye. Hijmara yên ku li ser zimanê kurdî tehlîl û şiroveyên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne ji yek, du kesan ne zêdetir e, lê ji aliyê devokên zimanê kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û pêşkar kirine gelek zêde ne.

Li aliyê din, divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetpak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî, ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.

Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên lêkolînên ko li ser dengzanî ([[fonolojî, peyvsazî (morfolojî) û hevoksaziya (sîntaksa) zimanê kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekê serbixwe yê xwedî dîrokeka taybetî ya pêşveçûnê ye û vê rastiyê di warê zimannasiyê de xwe daye pejirandin.

Soranî

 Gotara bingehîn: Soranî

Soranî zaravayekî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Hewlêrê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.

Kirmanckî / zazakî

 Gotara bingehîn: Zazakî

Zazakî yanî kirmanckî yek ji zaravayên kurdî ye ku li bakurê Kurdistanê tê axaftin. Kirmanckî herî zêde li Dêrsim, Amed, Semsûr, Çewlig, Riha, Xarpêt, Erzerom, Mûş û Bilîsê tê axaftin. Ji nav van bajaran li navenda Dêrsim û Çewligê herî zêde kirmanckî tê qisekirin. Feqet li navenda bajarên din kurmancî tê qisekirin. Kirmanckî tenê li bakurê Kurdistanê cih digire [18]

Ji bo kirmanckî; kirdkî, dimilî û zazakî jî tê gotin.

Goranî / hewramî

 Gotara bingehîn: Hewramî

Destnivîsara ya helbestan goranî li British Library, Or. 6444 (1197–1198 PH/1782–1784 PZ)

Or. 6444, folio 11 recto
Or. 6444, folio 55 recto

Hewramî zaravayekî kurdî ye ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Ligorî lêkolînên ku ta niha hatine kirin, hewramî yekemîn zaravayê kurdî ye ku pê nivîs hatîye nivîsîn. Zimanê edebîyata klasîk heta sedsala nozdehem li nav kurdên soranî-axêv, lekî-axêv, kelhurî-axêv û lorî-axêv bi giştî hewramî bûye. Ji vê hewramîyê re, ku ji bo edebîyatê hatîye bikaranîn, goranî hatîye gotin. Lewma jî ji hewramî re gelek caran goranî jî tê gotin. Feqet xelk ji bo vî zaravayî bi piranî hewramî dibêje [18]

Hewramî li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin.

Kirmaşanî / kelhurî

 Gotara bingehîn: Kelhurî

Kelhurî yek ji zaravayên kurdî ye. Çawa ku ji bo zaravayên din navên cuda cuda tên gotin, her heman tişt ji bo kelhurî jî heye. Ji bo kelhurî; feylî, kirmaşanî, û kurdiya başûr tê gotin; lê esasen hemû jî eynî zarava ne yanî kelhurî. Divê em di bin banê kelhurî de behsa şêxbizinî jî bikin. Şêxbizinî her çend li hin deverên bakurê Kurdistanê li hin gundan bê axaftin jî, zêdetir li Anatolya Navîn tê axaftin. Li gorî lêkolîneran şêxbizinî jî beşek ji kelhurî ye. Kelhurî her çend bi piranî li rojhilatê Kurdistanê bê axaftin jî, li başûrê Kurdistanê jî li Xaneqîn û Mendelî tê axaftin. Feqet kelhurî bi Kirmaşanê tê naskirin.

Li Kirmaşanê, her çend zaravayên soranî, lekî û hewramî hebin jî, li wir zaravayê hevpar li nav kurdan kelhurî ye[20]

Lekî

 Gotara bingehîn: Lekî

Zaravayekî din ê kurdîlekî ye. Lekî li rojhilatê Kurdistanê, bi giştî li Loristanê tê axaftin lê li hin navçeyên Kirmaşanê jî tê axaftin. Li Loristanê li navçeyên Kûdeşt, Nûrabad, Eleşter, Xoremabad, Birûcird, Endîmişk tê axaftin. Li Kirmaşanê li navçeyên Sehne, Kengawer û Hersînê tê axaftin. Navekî din bo lekî nîne. Lekî her lekî ye [18]

Lorî / bextiyarî

 Gotara bingehîn: Lorî

Lorî jî wekî lekî tenê li rojhilatê Kurdistanê li Loristanê tê axaftin. Di dîrokê de lor wek kurd hatine liqelemdan. Li gorî lêkolînan, Baba Tahirê Hemedanî bi lorî berhemên xwe dane[18].

Dîn

 Gotara bingehîn: Dînên kurdan

Li Kurdistanê Ji xeynî misilmanan gelek olên dinên cuda jî hene. Weka êzîdî, zerdeşt, xiristiyanî, cihû û çend olên din jî.

Berê Îslamiyetê piraniya kurdan li ser dînê Zerdeşt bûn navê dînê Zerdeşt Behdîn e, piştî ku Îslam li Kurdistanê hate belakirin piraniya kurdan hatine misilman kirin.

Civak

Pirraniya neteweyî ya Kurdistanê neteweya kurd e; lê belê neteweyên din jî hene; tirk, îranî (fars), azerî (ecem), ermen, ereb, tirkmen û asûrî jî li Kurdistanê welatî ne.

Pêkhateya neteweyî
ya rûniştvanên Kurdistanê (1995) [21]
%
Kurd 85,9%
Tirk 5,3%
Ereb 3,6%
Ecem 3,1%
Fars 2,9%
Asûrî 2,2%
Ermen 1,5%
Tirkmen 1,4%
Neteweyên din 4,1%

Çand

 Gotara bingehîn: Çanda kurdî

Ala

 Gotara bingehîn: Alaya Kurdistanê
Alaya Kurdistanê

Alaya kurdan ya ku îro tê bikaranîn sor, spî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zere bi 21 tîrêjan e. Ev alaye di 1920'a de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin. Alaya Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zeviya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe. Sîmbola alaya Kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kevnên Kurdan de çevenga vejînê ye.[22] Carcaran tê gotin ku ew 21 tîrêj nîşana 21 herêmên Kurdistanê ne an jî Newrozê nîşan dide.

Ramana rengan ji eve:

  • Sor: xwîna canemergên Kurdistanê ye eva hatiye rêjtin.
  • Spî: azadiya li Kurdistanê
  • Kesk: sirûşta Kurdistanê

Sirûda netewî

Sirûda netewi ya Kurdistan Ey Reqîb e.

Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) ve di sala 1946'an de hat nivîsandin. Ey Reqîb ji aliyê Dildar ve bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin, lê paşê bo zaravayê kurmancî hat wergerandin. Ev helbest di sala 1946'an de di dema Komara Mehabadê hat nivîsandin, dibe sirûda (marşa) Komara Mehabadê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirin û bikaranîn.

Cihên dîrokî

 Gotara bingehîn: Cîhên dîrokî yên Amedê

Galerî

Galeriya xelk û bajaran

Galeriya wêneyan

Çavkanî

  1. ^ "Encamên Peymana Lozanê ji bo Kurdistan û netewa Kurd".
  2. ^ "Sed sal derbas bû ku Kurdistan kirine çar perçe". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 7 adar 2023.
  3. ^ "Înkarkirin û qedexeya sed salan li Bakurê Kurdistanê".
  4. ^ "Kürtçe diye bir dil". Susma24 (bi tirkî). 30 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 7 adar 2023.
  5. ^ N. Maxoudian, Early Armenia as an Empire: The Career of Tigranes III, 95–55 BC, Journal of The Royal Central Asian Society, Vol. 39, Issue 2, April 1952 , pp. 156–163.
  6. ^ A.D. Lee, The Role of Hostages in Roman Diplomacy with Sasanian Persia, Historia: Zeitschrift für Alte Geschichte, Vol. 40, No. 3 (1991), pp. 366–374 (see p.371)
  7. ^ M. Sicker, The pre-Islamic Middle East, 231 pp., Greenwood Publishing Group, 2000, (see p.181)
  8. ^ J. den Boeft, Philological and historical commentary on Ammianus Marcellinus XXIII, 299 pp., Bouma Publishers, 1998. (see p.44)
  9. ^ J. F. Matthews, Political life and culture in late Roman society, 304 pp., 1985
  10. ^ George Henry Townsend, A manual of dates: a dictionary of reference to the most important events in the history of mankind to be found in authentic records, 1116 pp., Warne, 1867. (see p.556)
  11. ^ F. Stark, Rome on the Euphrates: the story of a frontier, 481 pp., 1966. (see p.342)
  12. ^ Efraim Elimelech Urbach, I. Abrahams, The Sages, 1089 pp., Magnes Press, 1979, ISBN 965-223-319-6, p.552
  13. ^ Garnik Asatrian: Die Ethnogenese der Kurden und frühe kurdisch-armenische Kontakte, erschienen in Iran & the Caucasus, Vol. 5 (2001), S. 41–74
  14. ^ Mehmed Uzun, Kürt Edebiyatına Giriş, Ithaki Publishing, r.38, 1992.
  15. ^ Mûrad Ciwan, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanc Lehçesi), Weşanên Jîna Nû, Çapa Yekemîn, Swêd 1992
  16. ^ Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, Çapa Yekemîn, Stenbol 1992.
  17. ^ Emîr Hesenpûr, Nationalism and Language In Kurdistan, Mellen Research University Press, Kanada 1992.
  18. ^ a b c d e Kovara Fêrname hejmar: 4
  19. ^ Abdusamet Yigit, Şahmaran, roman, Weşanên Han
  20. ^ Kovara Fêrname, hejmar: 4
  21. ^ Ebdulla Xefur (1996). Cugrafyay Kurdistan. APEC, Swêd.
  22. ^ Dr. M. R. Izady. "The National Flag of Kurdistan". Encyclopaedia Kurdistanica. Ji orîjînalê di 1 gulan 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 sibat 2008.

Girêdanên derve