Serê Kaniyê, Hesîçe
Serê Kaniyê, Hesîçe
| |
|---|---|
Navçe | |
| راس العين | |
Serê Kaniyê, Hesîçe li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 36°51′1″Bk 40°4′14″Rh / 36.85028°Bk 40.07056°Rh | |
| Welat | Rojavayê Kurdistanê |
| Dewlet | Sûrî |
| Li beşa îdarî | |
| Bilindahî | 360 m (1180 ft) |
| Nifûs | 29.347 (2004) |
| Dem | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Serê Kaniyê an jî Serêkaniyê (bi erebî: رأس العين, lat. Ra's al-'Ayn), navçeyeke Rojavaya Kurdistanê ye ku bi ser parêzgeha Hesîçe ya Rojavayê Kurdiatanê ve ye. Navçe li ser sinorê çêkirî ya bakur û rojavayê Kurdistanê ye.
Herêma Serê Kaniyê ku yek ji bajarên herî kevin ên Mezopotamyaya Jorîn e ku herî kêm ji serdema neolîtîkê (nêzîkî 8000 b.z.) vir ve bûye malavaniya mirovî.
Li navçeyê komek cih û girên dîrokî û kevnare hene ku wekê Waşokanî (Til xelef) naskirin ku paytext û cihê Mîtaniyan (kurdên berê) ne. Serê Kaniyê bi peymana Enqerê ya sala 1921ê bûye bajarekî parçekirî ku beşek li Bakurê Kurdistanê û beşeke din jî Rojavayê Kurdiatanê dimîne.
Di dema şerê navxweyî ya Sûriyeyê de navçe ji mijdara 2012an heta dawiya tîrmeha 2013an, rastî êrîşên komên cîhadîst hatiye ku li navçeyê di navbera hêzên YPGê û komên cîhadîst de şer û pevçûn qewimiye.
Di sala 2019an her du navçeyên deverê Serê Kaniyê û Girê spî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.
Serêkaniyê 85 km ji Hesîçeyê û 90 km jî ji Qamişloyê dûre. Li gorî daneyên sala 2019an hejmara nifûsa Serêkaniyê 80 hezar kes bû.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroka Serêkaniyê vedigere heya 200 sal berî zayinê, dema Mîtaniyan. Di dema romayê de navê bajêr « Resaina » bû. Ev nav li ser gelek pereyan û tekstan hebû. Di « Tabula Peutingeriana » (Tabloya peutingerî) navê Serêkaniyê hebû. Di dawiya sedsala 6 bajer du caran bi tevahî hate xerabkirin.
Di sala 640 z. Serêkaniyê kete bin destê Ereban. Di sedsala 10 Bîzansî ketin Serêkaniyê û bajar talan kirin.
Serêkaniya niha, a em wê nazdikin di sala 1878 jinûve hatiye avakirin. Piştî şerê cîhanê ê yekemîn, Serêkaniyê di navbera Sûriye û Tirkiye de hate perçekirin û heya îro jî hîna perçeye.
Şoreşa Serê Kaniyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Serhildana Rojavayê Kurdistanê
Li Serêkaniyê piştî pevçûnên dijwar ku duh bi êrîşa Cephet El-Nusra ya girêdayî DAÎŞ li Iraq û Biladî Şam destpê kirî bûn, navenda van koman ku girêdayî El-Qaîdeyê şer YPGê qezenc kiri ye. Deriyê bajêr û bajar di destê YPG'ê de ye.
Kesên navdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Omer Silêman, stranbêjekî li Serê Kaniyê ji dayik bû.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Serê Kaniyê yê Binxetê
