Hesîçe

Hesîçe
‏الحسكة‎, al-Ḥasaka
Hesîçe li ser nexşeya Rojavaya Kurdistanê nîşan dide
Hesîçe
Hesîçe
Hesîçe (Rojavaya Kurdistanê)
Hesîçe li ser nexşeya Sûrî nîşan dide
Hesîçe
Hesîçe
Hesîçe (Sûrî)
Kargêrî
Welat Başûrê Rojavaya Kurdistanê
Dûgel Sûrî
Parêzgeh Hesîçe
Demografî
Gelhe 188.160 (2004[1])
Erdnîgarî
Bilindayî 305
Koordînat 36°30′8″Bk 40°44′47″Rh / 36.50222°Bk 40.74639°Rh / 36.50222; 40.74639
Nexşe
Nexşeya parêzgehê

Hesîçe an jî Hesekê (bi erebî: ‏الحسكة‎‎, lat. al-Ḥasaka), parêzgeh û bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye. Li Hesîçê hindikahî pir in wekî aramî, suryanî, cihû, çerkez, ermenî, kildan, kurd û hindek ereb û tirkman[çavkanî hewce ye].

Bajarê Hesîçê ne ji zû de hatiye avakirin, tu dikarî bibêjî ji sed salî û vir de ye, bajarê kar û xebatê ye. Çandinî bi hemû cûreyên xwe lê dibe. Genim, ceh, nok, garis, nîsk, kuncî û pembû ji aliyê dar û fêkiyan de jî gelek darên fêkî lê çêdibin wek tirî, hinar, sêv, hejîr, xox, û hirmî, lê tu guhdan li vî bajarî nebûye tev ko makdera petrola sûrî ye û ya genim, ceh û pembû ye.

Hejmara kurdan li hundirê bajêr 60% ye[çavkanî hewce ye], li derveyî bajar ji aliyê bakur de rê ya Amûdê bi tevayî kurd in, rêya Qamişlo ya bakur ew jî wisan, lê rêya Hesîçê Qamişlo ya jêrîn hejmareke mezin li başûrê rê gundên ereban hene.

Di serhildana 12ê adara 2004an de kurdên bajêr ew jî mîna birayên xwe yên başûrê Rojavayê Kurdistanê serî hildan, di encamê de du şehîd û bi dehan birîndar ketin û bi dehan jî girtî hebûn. Mixabin Ereban bi alîkariya hêzên ewlekariyê ziyaneke zor gihandin gelê Kurd, mal û milkên Kurdan talan kirin. Mîna zemanê bav û kalên xwe dest dirêjî dikanên Kurdan kirin, bi milyonan perê sûrî li kurdên sivîl xisar bû.

Dewara Arin Mirkan

Navdarên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]