Mîtanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tixûbên dewleta Mîtanî di salên 1400î yên berî zayînê de

Mîtanî, Dewleta Mîtanî yan jî Xanîgalbat, padîşahiyek bakur a rojhilata nêzîk a kevnar e ku navenda qeraliyê li Rojavayê Kurdistan a îro bû û li sêgoşeya Xabûrê ku bi qasî di navbera sedsalên 17 û 13e yê b.z. de hikûm kiriye. Mîtanî şaxeke ji gelên arî ne ku kurd jî yek ji vî şaxê ne. Ji ber ku di cihwarên wî yên kolandinê de hêj ti dîrok an salname/sernivîsên padîşahiyê nehatine dîtin, zanyariyên li ser Mîtanî li gorî hêzên din ên herêmê kêm in û agahiyên di derbarê wan de girêdayî cîranên wan e ku di nivîsên xwe de çi şîrove kirine, ew in.

Hûrî di dawiya hezarsala 3yemê berî zayînê de li herêmê bûn. Padîşahê Ukreş yê bi navê Hûrî, Tupkish, li ser mohra axê ya sedsalê 2300 b.z. de li Girê Mozan, hatiye dîtin. Yekem nivîsa tomarkirî ya zimanê wan a Tiş-atal (B.z. sedsala 21an) di derbarê şahê Girê Mozan de ye. Paşê Hûriyan nifûsa sereke ya padîşahiya Mîtaniyê pêk anîn ku pêşî bi navê Ḫabigalbat, li Babîlê, di du nivîsarên serdema dawîn a Babîliya Kevin de, di serdema Emmî-Sedûqa de, (dor 1646) –1626 BZ), di kronolojiya navîn de hatiye diyarkirin.

Navê welatê "Mîtanî"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi nivîsa kîtîtiyan KUR URUMî-ta-an-nî / Mî-ît-ta-nî. Li ser kevirên Asûriyan em dibînin peyvên[1] Xanîgalbat[2] / Hanigalbat, bi nivîsa mixan Ḫa-ni-gal-bat.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sedsala 16an a berî zayînê de, hikûmeteka pir xurt û capuk avakir. Paytexta wan bajarê Wassognê bûye. Suriye, Emûriye, welatên Aşûrî û Kurdistan, heta herêma Kerkûkê hemî di bin hukmê wan da bune. Dewleta wan yek ji dewletên mezin û rûmetdar yên wê demê (Misir, Haysi, Qasi, Mitani) bûye. zimanê wan xweser bûye. Ew hukumet li beranberî êrîşen Aşûriyan ducaran ma û hindek ji axa xwe winda kir. Keyê Aşûrî, Aşûr Nesir Pal, dûmahi bi desthilata wan anî.

Mîtaniyan gelek salan fermanrewatî kirine. Mîtaniyan ji bo cara yekê di dîrokê da, madena asinî vedîtîye û bi kar anîye. Aşûrî parçeyek biçûk ji împratoriya Mîtanî bûn, lê ji ber êrîşên ji hemî alîyan şikestin. Aşûriyan û Hittiyan dest li ser wan navçeyan dane. Heft êlên Mîtaniyan hebûn û ji êlên wan re digotin "MIL" an jî "MILAN".[3]

Bikaranîna yekem a naskirî (heta niha) navên Hindo-Arî ji bo serwerên Mîtannî bi Shuttarna I dest pê dike ku li cihê bavê xwe Kirta li ser text bû.[4] Padîşahê Mîtannî Barattarna padîşahiya rojava ber bi Helebê ve berfireh kir û padîşahê Amorî, Îdrîmî ya Alalakh xiste bindestê xwe û dixuye ku pênc nifş vî padîşahiyê (ku bi navê Parattarna jî tê zanîn) ji bilind bûna Padîşahiya Mîtannî vediqetînin.[5] Dewleta Kizzuwatna ya li rojava jî bi mîtannîyan re girêdaye û Asûrya li rojhilat bi giranî di nîveka sedsala 15an a berî zayînê de bûye dewletekî mîtanîyan. Gelê Mîtanî, di serdema Şauştatar de bi hêztir bû, lê Hûriyan dixwest ku Hîtîtiyan di hundirê çiyayên Anatolyayê de bihêlin. Li dijî Hîtîtan, Kizzuwatna li rojava û Ishuwa li bakur hevalbendên hev ên girîng bûn.

Dawiya welatê Mîtaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Împeratora Asûriyan şer û ceng kirr bi welatê Mîtaniyan; û piştî xirab kirina axan Mîtanî, Asûriyan çûn li bakurê Mezopotamya ji bo şer kirina bi Hîtîtên[6].

Erdnîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Paytexta Mîtanî Waşşûkanî[7] bû, bi kurdiya îroyîn "Xweşik-kanî"[8][9] e. Peyva Waşşûkanî dide navê bajarê kurd Sîkan[10]. Cihê bajarê kevnar a Waşşûkanî bajarên kurd Serê Kaniyê, Hesîçe û Serê Kaniyê, Riha ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://empires.findthedata.org/q/132/2518/What-was-the-Mitanni-Empire[Girêdan daimî miriye]
  2. ^ http://books.google.fr/books?id=qho7AAAAIAAJ&pg=PA5&lpg=PA5&dq=khanigalbat&source=bl&ots=Gi2d297UmN&sig=EQU14-2xM2u58TFM1Degnv0x0x8&hl=fr&sa=X&ei=evEYU (The Cambridge Ancient History (fascicle): 49: Assyrian ..., Volume 2,Partie 25 Par J. M. Munn-Rankin)
  3. ^ http://wikitry.com/index.php/Mitanni[Girêdan daimî miriye]
  4. ^ Constituent, Confederate, and Conquered Space (bi îngilîzî). De Gruyter. 1 nîsan 2014. ISBN 978-3-11-026641-2.
  5. ^ Van de Mieroop, Marc (2007). A history of the ancient Near East. Malden, MA. ISBN 978-1-4051-4910-5. OCLC 64390584.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)
  6. ^ http://books.google.fr/books?id=HcHJ3CSa_sMC&pg=PA453&lpg=PA453&dq=khanigalbat&source=bl&ots=eMeEgpX8_c&sig=WDYVfkIhxRjEcbap2gc2rDyiDBA&hl=fr&sa=X&ei=NvIYUouYGcrB0QWhj4DIAg&ved=0CD4Q6AEwAjgK#v=onepa (Histoire de l'humanité, Volume 2 publié par Unesco)
  7. ^ http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm (li gorî "Heritage institute, paytexta kralgeha Mîtanî, Wassûkanî ye)
  8. ^ http://www.ancient.eu.com/Mitanni/ (Li gorî kovara "Ancient encyclopedia history", by Joshua J. Mark published on 28 April 2011,The name Washukanni is similar to the Kurdish word 'bashkani', 'bash' meaning good and 'kanî' meaning well or source, and so is translated as 'source of good' but also as 'source of wealth')
  9. ^ http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm
  10. ^ http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm (Some believe the ancient city of Sikan was built on the site of Washukanni, and that its ruins may be located under the mound of Tell el Fakhariya near Gozan)

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]