Serfiraz Elî Neqşebendî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Serfiraz Alî Neqsebendî hat beralîkirin)

Serfraz Elî Neqşebendî (1952'a li Bamernê) çîroknivîs û nivîskarekî kurd e.

Serfraz Alî Neqşebendî di sala 1952an de li Nehiya Bamernê li parêzgeha Dihok hatiye dinyayê û ji binemaleke dîndar, ji şêxên terîqata Neqşî ye. Serfraz di nav pirtûk û peyamên welatparêziyê de mezin bû. Xwendina xwe ya seretayî û navincî li devera Behdînan bi dawî anî, paşê di sala 1981ê de ket Zanîngeha Silêmaniyê, Bekeluryus–Lîsans–li beşê–ekonomî û rêveberiya îdarî bi dest anî. Di sala 1996an de Lîsans ji rojnamevaniyê wergrit. Di sala 1972an de li rojnama Birayetî dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî û erebî kir, her weha li rojnama Hewkarî babetên edebî belav kirin. Di navbera salen 1986–89an de di kovara Karwan û kovara Tenduristî de komelendama destê rêveberiye bû. Di sala 1992an de rojnama Welat derxist. Piştî ku ket misextiyê li Almanyayê bi cih bû û di sala 1997an de li Berlînê bû sernivîsera rojnama Kurdistan. Di sala 1997an de ket xebata PEN a kurd û di 1998an de bû sekretera PENê. Serfiraz Neqsebendî di mijarên cihê de li dor deh pirtûk nivîsandine.