Behdînan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Mîrektiya Badînan binêre.

Badînan yan Behdînan devereke Kurdistana başûr e.

Erdnîgariya Herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Badînan dikeve nav paralelên 41° û 42° - 44° û 45°, merîdyenên 36° û 37° - 37° û 38°

Ji aliyê bakûr ve Botan û Hekarî dikevin ser sinorê vê deverê. Başûrê rojhelatê vê deverê bi devera Soran ve tête girêdanê. Başûrê rojavayê vê deverê dikeve ser sinorê parêzgeha Musilê. Li aliyê rojava dikeve ser sinore deverên Hesîçe û Qamişlo yên Kurdistana rojava. Rûberê vê deverê di navbera 20.000 ta 30.000 km2. Ev devere ya dewlemend e ji layê cografî ve. Herwesa ev devere ji çiya, deşt, gelî û rûbaran pêk têt.

Li vê deverê bi 10an çîyayên navdar hene wekî çîyayên Metîn, Gare, Spîrêz, Şaraniyê, Pîris, Meqlob, Elkoş, çîyayê Şirîn, çiyayê Şengalê, çîyayê Akrê û heta domahiyê.

Deştên navdar jî ev in: deşta Silêvaneya, deşta Sindiya, deşta Dubanê, deşta Feydiyê û çendîn deştên dî.

Herweku tête zanîn Kurdistan bi giştî ya dewlemende di warê çavkaniyên avê da. Herwesa çendîn rîbarên navdar jî li vê deverê hene weku rûbarên: Dîcle, Hîzil, Ro-Şîn, Zêyê Mezin, Xabûr, Nihnik, Xazir, Sîrwanê Mezin û gelek rîbarên dî.

Bi giştî li devera Badînan hemî corên dar û barî lê şîn di bîn. Lê yên bernîyas weku: sêv, tirî, hejîr, hinar, xox û heta domahiyê. Zêdebari hemî corên keskatî yê.

Devok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xelkê vê deverê jî weku badînî (behdînî) têne navkirin. Herwesa têne naskirin bi Kirmancên Kurdistana başûr. Navê devokê (zaravayê) wan jî her Badînî ye. Devoka Badînî mîne devoka Botanî û Hekarî ye. an ku em dikarin bi bejin ev hersê devoke êk in. Lêbelê, mixabin ji ber egerên sîyasî û parçebûna Kurdistanê ev devere jê warê kargêrî (îdarî) ve jêk cuda ne. Lê herçend e jêk cuda ne jî belê bazirganiyeka bi hêz di navbera wan da heye.

  • -language = Eanku Ziman, bo mînek zimanê kurdî an Arbî an Farisî.
  • -Dialect = Anku Zarava,Ew biçûktir ji Ziman, bo mînak Zaravê Kurmancî an Zazakî an Sorani.
  • -Subdialect = Anku Devok, Devok biçûktir ji zaravay, bo mînak Serhed kî an Badînî an Efrînî.

{{{ Bahdînî Devokeke ji Zaravayê Kurmancî ser bi Zimanê kurdî ve}}}

Kargêrî û parêzgeha Badînan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daniştiyên vê deverê di navbera 3.000.000 ta 4.500.000 in. Li parêzgeha Dihokê bi tinê nêzîkî 1500.000 kesan dijîn. Ji wana 600.000 li malbendê (merkezê) parêzgehê dijîn, yan mirov dişêt bêje 26,19% ji daniştiyên parêzgehê li bajêrê Dihokê bi xwe dijîn. Dihok dikeve navenda devera Badînan. Dihok nêzîkî 75 kîlometran ji Kurdistana bakûr dur e.

Parêzgeha Dihokê ji 6 qezayan pêk têt:


Bajêrê Şêladizê di kevîte Başurê Kurdistanê liser snorê Bakurê Kurdistanê ku Dergehekê giringe dinavbera Başur u Bakur da u herwesa dikevîte ser snorê parêzgeha hewlêrê ku rêka Duhok u Hewlêrê pêkve grêdidet. di kevîte Rojhelata parêzgeha duhokê . Akincîyên Bajêrê Şêladizê nêzîkî 50,000 kesane.

Bajêrê Zaxo dikeve ser sinorê Kurdistana bakûr bi dûratiya nêzîkî 8 km. Zaxo dergehekê zor giring e di warê aborî de ji bo devera Badînan bi taybetî û Kurdistana başûr bi giştî. Daniştiyên bajêrê Zaxo pêtirin ji 80.000 mirovan. Bajêrê Akrê dikeve rojhelata devera Badînan. Akrê tête hejmartin êk ji bajêrkên mezin yên devera Badînan. Daniştiyên devera Akrê nêzîkî 200.000 mirovan in. Bajêrkê Sêmêlê dikeve rojavayê bajêrê Duhokê bi dûratiya 8 km. Herwesa rêjeyeke berçav li vî bajêrkî akincî ne. Bajêrkê Amêdiyê di serdema Mîrnişîna Badînan de peytextê vê Mîrnişîna navhatî bû û malbendê edeb û zanîna vê deverê bû. Ta îro jî şûnwarên vê dibistanê mayinê mîna Fêrgeha Qobadî û çendîn fêrgehên dî li vê deverê. Zêdebarî vê çendê hejmara daniştiyên bajêrkê Amêdiyê nêzîkî 6000 mirovan in. Şêxan bajêrkekî teze rizgar kirîye. Ev bajêrke dikeve navbera Etrûşê û Akrê de. Akinciyên evî bajêrkê navhatî pêkhatîye ji misilimanan, êzidîyan û xiristiyanan.

Herwesa devera Şingal dihête hejmartin êk ji deverên giring yên Badînan. Lê ev devere nehatibû rizgar kirin ta piştî cenga rizgariya Iraqê li sala 2003. Li dîv çend jêderan tê zanîn ku hejmara daniştiyên bajêrkê Şingal nêzîkî 40.000 kesan in. Herwesa jimareka zor ji bajêrk, komelgeh û gundan ser bi sinorê devera Badînan ve ne.

Ol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav devera Badînan da gelek ayînên cida hene weku Misilman, Zerdeştî , Êzidî, Xiristiyan û Ermenî. Herwesa tê zanîn Cihû ji berê li vê deverê di jiyan. Lê rêjaya Misilmanan rêjeya herî mezine li devera Badînan. Rêjeya Misilmanan nêzîkî 70% ta 75%. Çinkî li bajêrên mezin weku Dihok, Zaxo, Akrê piraniya herî mezin ya akinciyan ji ayînê Misilmanan pêk têt. Ayînê Êzidiyan têt hejmartin ko ayînê 2 yê ye li vê deverê, ji ber ko rêjeyeka berbiçav li vê deverê di jîn. Hejmara wan li devera Badînan di navbera 500.000 ta 600.000 kesane. Piraniya Êzidiyan daniştiyên devera Şengal û Şêxan in. Herwesa ayînê Xiristiyana ji kevn da akinciyên vê deverê ne. Mirov di şêt bêjit li ser demê Împeratoriya Asûr ta nûke li vê deverê di jîn. Ev ayîne yê berbelave li çendîn deverên ciyaciya yên Badînan. Piraniya akinciyên Xiristiyanan li bajêrên Dihok û Zaxo di jîn. Ermenî olekê dî yê taybete ji ayînê Kirîstîyana. Wekî tête zanîn piraniya wan li bajêrê Zaxo di jîn.

Mêjo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herwesa Badînan ya navdare bi mîrnişîna Badînan ya ko di navbera çerxên 13 û 14 de li ser destên Behaeddîn Şemdînî hatiye avakirin. Wekî tête zanîn ko ev mîrnişîne bi hêztirîn mîrnişîn bu li deverên Kurda di wî serdemî da. Mîrnişîna Badînan Hikomranî di kir di navbera salên 1376 ta 1843. Herwesa leşkerekê(40.000) bi rêk û pêk hebu. Paytextê vê mîrnişînê Amêdiyê bo. Bajêrê Amêdiyê di kevite navbera çîyayên Metîn û Gare.

Dîrok dîdevana çerxê 20 ye û karesatên devera Badînan. Badînan li salên 80 yan ketibû ber şepolên kêmyabaran û enfalan. Bi 1000an mirovên bê goneh bibun qorbaniyên van karesatên enfalan yên hovane. Bi 100an mirov bune qorbaniyên kîmyabaranan û bi 1000an gund hatine wêrankirin.

== Angaştek li ser navê Behdînanê == ji 6 ashîretên emparatoria Med’a navê yekê “Budî/Badî” bu. Badînan navê xwa ji vê ashîretê di werdigirît. 6 ashîretên Emparatorîa Med’a = Bus, Paretaken, Strukhat, Arizant, Budi, u Mag. (Çavkanî=Heredot)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]