Serhildana Agiriyê ya yekem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Serhildana Agiriyê hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search

Serhildana Agiriyê ya yekem di 16'ê gulana sala 1926'an de destpê kir.

Di salan piştî 1925'an de di encama zordestiya li dijî Kurdên, li Agirîyê eşîreta Celaliyan rabû raperînê. Di vê navbêrê de di encama xebatên ronakbîrên Kurd ên bi rêxistinkirinê yên ku di rêxistinên kurdan de xebatkirine, li beldeya Bihamdum ya Libnanê Kongreya Serbixwe ya Xoybûnê hate lidarxistin û vê Kongreyê li gel hemu rêxistinên kurd, serekeşîrên mûxalîf ên li Kurdistanê jî anîbû cem hev. Li hemberî banga hikûmetê ya "efuya giştî" Xoybunê li her deverê belavok belavkirin û bang li eşîretan kir ku bi gotinên efuyê neyên xapandin.

Di vê navbêrê de Îhsan Nûrî Paşa di ser Îranê re derbasî cîhê ku eşîreta Celalîyan rabû ser pêyan, yanî derbasî Agirîyê bû. Îhsan Nûrî Paşa, li vê derê serekeşîrên ku rabûne serhildanê, di nava tevgereke çekdarî de bi rêxistin kir.

Piştî ku berxwedana Agiriyê ji aliyê hêzên artêşa Komara Tirk ve hatin temirandin, di rojnameyên wê demê de qarîqatorekî qerfî hatibû weşandin û tê de li ser goristanekê wiha hatibû nivîsîn: "Kurdistana Xiyalî li vê derê veşartiye...". Dixwestin bibêjin ku êdî pirsgirêka kurdî hatiye betonkirin.

Binêre[biguherîne]