Celaliyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Eşîreta Celaliyan navê êleka mezin a kurdan e ku piranî yê wan lî rojhilatê dijîn. Li bara êla celaliyan da gelek gotin û gotar diyar in lê ew tiştêk ku bi yeqîn û rast diyar e ewe ku yek ji wan êlên şoreşger û hêja yê Kurdistanê e ku piraniyê wan li Rojhilatê dijîn.

Celaliya li gor avriyanofê rûsî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdnasekî rûsî binavê avrîyanof lî bara celalîyan da bitaybetî celalî yê ermenîstanê da wiha dibêje ku celalîya 8 tîre û tayfe ne ku zarok kesekî bi navê celal bûne û eslê wan ermenî bûye ku paşê bûne kurd.raste ku ew dibêje celalîyan 8 tîre û tayfe ne lê ew navê 7 tayfa dibêje.7 tayfên ku dibêje ew in :kûyanlî,soranlî,sakanî,hesen nanlî ,keçelanlî,kapîdkanlî û cînîkanlî. wê gotînê tu dîroknas qebûl nakîn û bi yeqînî wê red dikin ji ber ku celal navekî ermenî e.

Celaliyan li gor Bijîşk û Pêsko[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bijîşk û PêskoAlmanyayî bi wê bawerê e ku sedema ku wan re dibêjîn Celalî ezemet û mezîntahî û şerwanî a Celalîya li hemberî sê împeratorî yên mezin e. lêkolînerkî Brîtanî bi navê Mark Sîks ku demekî li Kurdistanê bû û lêkolînek ser êlên Kurda kiri bû wiha dibêje ku sermijar a celalîyan ji sed hezarî pirtir e ku li Rojhilat, Bakûr û Ermenistanê dijîn ku piranî yê wan li rex Çiyayê Agirî (bi Celalî girêda), Elegez, Deşta, Rewan, zozanên Serhedê, Makû, Bazirgan, Bazîd, Agirî, Qers, û Wan... Dijîn.

Tayfeyên celaliya di pirtîka micahid ûzûn da[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mûcahêd Dirêj di pirtûka Êgîd Sûdsî da elên serhedê wiha par wedike[çavkanî hewce ye]:

Ew tayfeyên Celalî ji wiha par wedîke:xelikî,cindîyan,sloitîmîyan,qoruxçîyan,hesoxelefîyan,bûtîkan,meyaka,qutan,keskûyîyan,gelayan,elem hûlî,soran,comkan,elîyan,gilotûran,misirkan, Pîlekî, bilxîkî,malê emê.keçelan,hesê soran,sakan,malê bozo,malê bado,malê hesenekê,mamlê resê celîl,malê elo bozxorê,pîyala,qatîkan,qîmekan,mametîkan,gîsekan,kileşkan,qûrûyan,malê hozê semo,diloyan,malê yaqûb eladîn,malê xidir axa henderîyan,banûkan,şimkan,reş reşkan,qizbaxşolîyan,emoyîkan,çêx bizinîyan,qereçolîyan,zilfoyan,

Celaliya li Rojhilatê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êla herî mezîn a parêzgeh a urmiyê êla celaliyan e û li îranê da yek ji wan 10 elê mezînê îranê e.piranîya celalîya lî bakûrê parêzgeha urmîyê lî bajarên makûyê,qelenîyê(bi farsî çaldiran),şot û pûldeçtê dijên.bi awayekî fermî par wekirina êla wiha ye:a herî pêşîyê êl e paşê tayfe,bav,obe û malbat e.celalîyan ji yek man êlê mezin e ku ji 10 tayfe,59 bav û 247 obe pêk hatîye.

Sedema danîna navê Celaliya li ser wê êlê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor hinek kesên êlê damezerê wê êlê kesek bi navê Celal bû ye ku di serdema selteneta şahên sefewî da ji bo berewanîya sinorên rojhilata îranê li hemberî osmanîya li wir bi cih bû ne. û hin jî dibêjin ji bo wê wan re gotîne celalî ku li hemerî osmanîyan hertim şerên dijwar û dirêj û mêrani dikirin ji bo wê mezintahiya wan bi wan re digotin Celalî ango kesên ku xwedî ceal u ezemet în.

Seroktayî di êla celalî da[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wak her êlê seroktayî di êla celalî da dighlje serokê êlê piştî wê serokê tayfe û serobe serokatîyê dikin.

Koçberiya celaliyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdên celalî jî wek hemû kurdên kurdistanê gelekî zor û zulim dîti ne di serdema hikûmeta pehlewî da dema şahenşahî ya riza şah da kurdên celalî ku serî rakirî bûn û tevlî serhildana komara agrî bûn û şah ra ceng dikirin. piştî şikestîna şoreşe şahê ecem riza şah dest bi kurd kujî û koçber kirina celalîyan kir û nezî 5000 malbatên ku tewlî şoreşê bûn j tirsa ku disa şoreş bikin kir û heya xurasanê û qezwînê kirin.di wê navbera dur da gelk kurd û zarokên wan canê xwe dan.di wê koçberî yê da tayfa otalîya ango otalî jî ber ku şah ra hevkarî kiri bûn koçber nebûn.

Mirina şah û serhildana îranê û derfet ji bo wegerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

piştî mirina riza şah û şoreşa iranê da piştî weguhistina hikumeta pehlewî bervî komara islamî derfetek çê bû ku kûrdên celalî bikaribin dîsa wegerîn lê mixabin ji ber dûr bûna rê û tine bêna îmakanta û dijwarî a rê ji 5000 malbatên koçber 500 kes karî bûn wegerîn.jî wan kesên ku wegerîya bûn gava tu pirs dikî dibêjîn em nêzî 2 mehan em rêda dihatin digotin me ji ber germ bûna hewa yê me rojê çadir wedigirtin û dema roj diçû ava û hewa hênik dibû em disa rê diketin.

Deh tayfeyên celaliyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

qizbaxşolîy(qizulbaş),xelîka,saka,misirka,hesoxelefa,cinika,elemiha(elem hulî),bilxika,qendika û otalîya

Zozan û arana celaliyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

êla celalîyan di despêka buharê diçin kir (dev û dora çîyayê agrî)û heya dawîya bûharê li wir ber axlila diminin û piştî wê di despêka havînê da diçin zozanên xwe. zozanên wan li den û dora bajarê makûyê û qelenî yê ne û aranên wan ji li gundên ber erez di wan deştên xweş da diminin.

Navê zozonên herî mezîn û xweş ê celaliyan li Rojhilatê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

kevirî sipî,golaxanê,hacseydalî,arîbeg, zoazanên heîbaaş a celalîya nin.

Serokên herî navdarê celaliyan li Rojhilatê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ferzende beg û biro yê hesî têlîyê kûşoreşa agrîdaxê bidestê wan bû û nezîkî 1000 mêrxasê celalîyan te şoreşê bûn.serokê herî dawî ji emer axa yê celalî bû ku kû piştî dameziranina komara kurdistanê lî mihabatê ligel hink serokên navşeyên din çûn mihabatê ligel qazî mihemed û piştgirî lî komarê kirin û cejina serxwe bûnê şirket kirin û wegerîyan makû yê ala rengin bilind kirin li makûyê u ber sirûda ey reqîb rêje diçûn û piştî wê dema kû qazî hat makûyê pêşewazî ya wî kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]