Serhildana Elkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serhildana Elkê an jî Serhildana Beytûşebabê (bi tirkî: Beytüşşebap İsyanı ) di 3ê îlona sala 1924'an de destpê kir. Serhildan, di pêşengiya serbaz Îhsan Nûrî de ji aliyê rêxistina Azadî ya li alaya piyade ya 18emîn ya li navçeya Elkê (Betûşebabê) hate destpêkirin. Serhildanê, di demeke kin de nêviyê alayê da ber xwe û yekemîn serhildana kurdan a piştî sazbûna komarê ye. Ev serhildan, ji taymendiya berxwedanê ku di serhildanên kurdan de bi giranî tên dîtin zêdetir, bi armcan bi destxistina mewziyekê hatiye lidarxistin. Dema ku li Colemêrgê hewildanên sorkirina êşîrên kurd ji bo serhildanê, bi serneketin, serhildan jî tê serkûtkirin. Îhsan Nûrî û hevalên wî derbasî Îraqê dibin. Îhsan Nûrî ku di pêvajoyên dihatûyê de di serhildana Şêx Saîd de cîh girt, di sala 1930'î de ji serhildana Agiriyê re pêşengiyê dike.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gündoğan, Cemil (1994). 1924 Beytüşşebap isyanı ve Şeyh Sait ayaklanmasına etkileri (bi tirkî). Komal.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]