Serteşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Serteşî
Othetrum chrysostigma
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Arthropoda
Çîn: Insecta
Kom: Odonata
Binekom: Epiprocta
Jêrekom: Anisoptera
Selys, 1800
Famîleyên serteşiyan

Aeshnidae
Austropetaliidae
Chlorogomphidae
Cordulegastridae
Corduliidae
Gomphidae
Libellulidae
Macromiidae
Neopetaliidae
Petaluridae
Synthemistidae

Serteşî, serteşîk, lûrteşî, dûvteşî, qûnteşî an jî teşiyok (navê zanistî yê latînî: Anisoptera), jorefamîleyekî kêzikên firoke, bejndrêj, bazik tenik û goştxwer ji koma odonatan e.Serê wan dişibite teşîyê. Her çavekî wan ji 1000 çavên biçûk yên wek qulikên moxilê çêbûne û ji aliyê dîtinê ve gelek tûj in. Weke Helîkopteran demek drêj dikarin li hewayê rawestin.Jixwe ji ber vê yekê jî li gelek deveran jê re helîkopter dihê gotin.

Axilbe li derdora golan û çiravan dijîn. Hêkên xwe jî li van ciyên şilore datînin. Çêlikên wan heyta nêzîkî salekê temenê xwe di bin avê de derbasdikin.

Serteşiyek di navbêhna 6 meh û 7 salan de dijî.

Bi mêş, kermêş, mêşên hunguv, moz, kêzik û kêzikên din yên froke û biçûk xwedî dibin.

Bi sedan cureyên wan he ne û cure giş Di têkiliyên cinsî de şiklê (hawe) dil (kulora evînê) çêdikin. Piştî têkiliya cinsî serteşiya mê a nêr dixwe.

  • Anax imperator
  • Orthetrum coerulescens
  • Orthetrum cancellatum
  • Libellula lydia
  • Aeshna mixta
  • Aeshna caerulea
  • Aeshna cyanea
  • Aeshna isosceles
  • Aeshna juncea
  • Sympetrum fonscolombii
  • Sympetrum striolatum
  • Sympetrum vulgatum
  • Sympetrum flaveolum
  • Libellula depressa
  • Libellula quadrimaculata
  • Libellula fulva
  • Anax junius
  • Cordulia aenea
  • Aeshna multicolor
  • Orthemis ferruginea
  • Libellula luctuosa
  • Erythemis vesiculosa
  • Anax longipes
  • Celithemis fasciata

Wêneyên serteşiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]