Here naverokê

Seyîd Riza

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Seyid Riza hat beralîkirin)
Seyîd Riza
Seyîd Riza
Jidayikbûn1862
Mirin15ê çiriya paşîn a 1937an (75 salî)
Xarpêt
Sedema mirinêJi aliyê dewleta Tirk ve hatiye dardekirin
BernavLacê Baboyî
XebatSerhildana Dersimê
MezhebElewîtî
HevjînAnî Xatûn
Zarok
  • Şêx Hesen (lawkê herî gir; m. 17.08.1937)
  • Bira Îbrahîm (Bira)
  • Resik Huseyîn (lawkê herî piçûk; m. 15.11.1937)
  • Leyla Ağlar (1918 – 15.07.2015 li Sêxangê, Mamekî)[1]
Dê û bav
  • Seyîd Îbrahîm (bernav: Babo) (bav)
MalbatŞêx Hesenan
biguhêreBelge

Seyîd Riza (jdb. 1862 li gundê Lirtîka Pilûrê, herêma Dêrsim − m. 15ê çiriya paşîn[2] a 1937 li Xarpêtê) rêvebereke kurd bû ku rêberê siyasî ya Dêrsimê, kesayetê dînî û yek ji pêşengên Serhildana Dêrsimê bû.

Seyîd Riza, ligel zava û kurê xwe (1937)

Seyîd Riza yek ji çar kurên Seyîd Îbrahîmê serokê Eşîra Hesenan bû. Seyîd Riza di sala 1862an de li gundê Lîrtik a bi ser navçeya Pilorê ji dayîk bûye.[3] Seyîd Riza piştî mirina bavê xwe (Seyîd Îbrahîm) li ser wesiyeta wî dikeve şûna bavê xwe û di Şerê Cîhanê yê Yekem de eşîra wî dema ku di bin rêveberiya Seyîd Riza de ye li dijî rûsan alikariya osmaniyan dike.[3] Li gel alikariya osmaniyan hinek daxwazên osmaniyan pêk neaniye. Wek mînak di dema qirkirin û sirgûnkirina ermeniyan de ji bo radestkirina ermeniyên li herêma xwe li dijî osmaniyan sekinî ye. Di heman demê de li hemberê rayedarên tirk serokên Serhildana Qoçgiriyê jî parastiye. Piştî damezrandina Komara Tirk di sala 1923an de, ji ber ku bi giranî otonom û li derveyî kontrola Komara Tirk bû, Seyîd Riza û Herêma Dersimê ji bo hikûmeta tirk wekê hedef hatibû destnîşankirin.[3] Piştî ku di sala 1934an de Zagona Bicihbûnê ku polîtîkayeke asîmîlasyonê bû û di sala 1935an de Qanûna Dersimê hatiye derxistin ku qanûneke destserkirina Dersimê bû, Seyîd Riza dest li hemberê van yekan dest bi dijberiya desthilatdariya tirk dike.[4] Qanûna Dersimê hatibû çêkirin ku herêma Dêrsimê were desteserkirin, bibe parêzgeh û bikeve bin kontrola leşkerî ya midûriyeta giştî ya çaremîn a komara tirk.[5] Piştê van hewlên komara tirk ji bo desteser kirin û têkbirina Dersimê Seyîd Riza naxwaze ku Dersim were dagirkirin û di cejna newrozê ya adara sala 1937an de li dijî dewleta tirk banga serhildanê dike.[6]

Terteleya Dêrsimê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Serhildana Dêrsimê

Di rojên Serhildana Qoçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û birqiyeeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, kişandin. Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da koçberan. Berî serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, li hemberî gumana operasyonê bi li sereke eşîran rê hevdîtinê çê dike ku di nava xwe de yekîtiyê çê kin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5ê îlona 1937an de rayedarên hikûmetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bangî Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di reya Ezirganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi berdariye tê darazxwarî kirin.

Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 15ê çiriya paşîn a sala 1937an de, bi tevahî şeş hevalên xwe ve, ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hatin darda kirin.

Çar têkoşerên din jî berê bi sizayê berdariye siza dikin, paşê sizayê wan werdigerînin girtî bû nê. Hin ji wan ji li ser 90 salî rê bûn, tirkan nexwestin navê xwe xirab bikin. Lê herçendî gorî zagonan diviya bû Seyîd Riza jî darve nekiran, salên wî bi qanûnî mezin dikin û berdariya dikin.

Siyasetmedar û têkoşerên darvekirî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kesên ji berdariye filitî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ ANF: Keça Seyîd Riza Leyla Aglar wefat kir
  2. ^ M. Kalman (1995) Belge ve taniklariyla Dersim Direnişleri. Nûjen, Stembol; Cumhuriyet, 16.11.1937: "Seyid Riza ile 6 avenesi dün idam edildiler."
  3. ^ a b c "Serhildana Dêrsimê - Seyîd Riza" (PDF).
  4. ^ "Weqfa Îsmaîl Beşîkçî - Qanûna Dersimê". www.ismailbesikcivakfi.org. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2024.
  5. ^ Törne, Annika (2019). Dersim - Geographie der Erinnerungen: eine Untersuchung von Narrativen über Verfolgung und Gewalt. Worlds of Islam. Berlin Boston: De Gruyter. ISBN 978-3-11-062771-8.
  6. ^ Strasser, Sabine; Akçınar, Mustafa (2016). Nowicka, Magdalena; Šerbedžija, Vojin (edîtor). Dersim Across Borders: Political Transmittances Between the Kurdish-Turkish Province Tunceli and Europe (bi îngilîzî). London: Palgrave Macmillan UK. rr. 143–163. doi:10.1057/978-1-137-60126-1_7. ISBN 978-1-137-60126-1.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]