Şerîf Omerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sherif Omeri hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Şerîf Omerî
Sherif Omeri
Zayîn 1987
Qamişlo, Kurdistan
Eslê xwe Kurd
Cure Reggîton, Hip hop, Disco, Rap, Metalica, Pop
Pîşe Rapvan, hunermend, helbestvan
Navgîn Deng
Salên çalak 2004- heta niha
Çalakiyên têkîldarî Rênas Mîran, Hesen Şerîf, Azado Xelila, Şiyar Agirî, Koma Qamişlo, Dezz Denîz

Şerîf Omerî an jî Sherif Omeri hunermendekî bi nav û deng e û xwedî bi cureyên stranên Reggîton, Hip hop, Pop, Dance û Metalica ye. Ew di 1987an de li Qamişlo, Rojavaya Kurdistanê, hate dinyayê.

Şerîf Omerî weke yekemîn rapperê Rojavayê Kurdistanê tê qebûlkirin û kilamên xwe bi zaravayê kurmancî dixwîne. Ew bi rapên xwe yên balkêş mijarên rojane yên Rojavayê Kurdistanê tîne ziman, wek pêşketinên dawî yên şoreşa Sûriyê. Omerî yekemîn konsera xwe ya mezin di çarçoveya xwepêşandineke kurdan de pêk anî û gelek rastî ecibandinan hat. Meriv kare bibêje ku Omerî êdî bûye dengê ciwanên şoreşa rojavayê Kurdistanê, ji ber ku bi dengê xwe yê dilêş û gotinên xwe yên otantîk bandorekê bêhempa dide guhdarvanan û pirsgirêk, hêvî û daxwazên ciwanên rojavayî bi awayeke bêsansur tîne ziman.

Jiyan[biguherîne]

Hunermendê Hîp Hopê Şerîf Omerî di sala 1987'an de li bajarê Qamişlo hatiye dinê û xwendina xwe li Zanîngeha Helebê di beşa Civaknasiyê (Sosyolojiyê) dewam dike.

Di sala 2004'an de li Qamişlo dest bi hunerê kir. Tevlî pêşbirka mûzîkê ya li Efrînê SuperStar bû û cihê yekê girt.

Tevahiya stranên wî bi şêweya rojhilatî ne. Di sala 2006'an de berhema xweyî pêshîn a bi navê Bavê Gemar derxist. Gotin û mûzîka vê albûmê tev yên hunermend Şerîf Omerî ne û bi alîkariya hunermendê navdar Şiyar Agirî hatine amade kirin.

Di sala 2008'an de, Şerîf Omerî dibe endamê Koma Qamişlo.

Stîla wî[biguherîne]

Dengê Şerîf Omerî hinkî zirav be jî, mijarên gotinên wî giran û kûr in.[çavkanî pêwîst e] Ji hêla xwendinê ve gelek jêhatî ye û lewra stranên xwe pir hişkî (lezgîn) dixwîne.

Hêjayî gotinê ye ku gelek klîbên wî yên weşandî li taxên bajarên Rojavayê Kurdistanê hatine kişandin.

Albûm[biguherîne]

  • 2015 - Lêxin
  • 2014 - Hîphopa Kurdî

Stran[biguherîne]

  • 2019 - Ciao Ciao Pella
  • 2018 - Bajo Bajo
  • 2017 - Hola Hola - Hîphopa Kurdî
  • 2016 - Negrî Bajarê Min
  • 2015 - Bankin - Lêxin
  • 2015 - Lêxin - Lêxin
  • 2014 - Nezanî - Hîphopa Kurdî
  • 2014 - Mirna Hêdî - Hîphopa Kurdî
  • 2014 - WaWa - Hîphopa Kurdî
  • 2014 - Rastî Taala - Hîphopa Kurdî
  • 2014 - Gelî Milet - Hîphopa Kurdî
  • 2014 - DJ - Hîphopa Kurdî
  • 2013 - Keçka Nezan
  • 2013 - Şerê Mala Apê Fewzî

Girêdanên derve[biguherîne]

[1] [2]

[3]

  1. Article in 'Ciyaye Kurmenc
  2. About the Artist 'SHERIF OMERI
  3. Youtube 'SHERIF OMERI channel