Hesen Şerîf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hesen Şerîf
Hesen Şerîf
Wêne:Hesen Şerîf.jpg
Jiyan
BernavStanbêjê Pêşmerge
Jidayikbûn1969
gundê Kêste, Duhokê
NeteweKurd (kurmanc)
Cureyê muzîkêKevn û modern
PîşeStranbêj, Pêşmerge
AmûrTembûr
Salên çalak1985- heya niha
biguhêreBelge

Hesen Şerîf ( 1969. li gundê Kêsteyê girêdayî Dihokê li Başûrê Kurdistanê.) Stranbêjekî pêşmerge ye û bi eslê xwe Kurd e. Her ji zarokîniya xwe de, ew dostê Stran û Muzîka kurdî bûye. Heya niha jî ew kesekî Aktîv e di warê sitrangotinê û muzîke kurdî de. Stranên wî bi şêwazê kurmancî ne. Di warê xwendinê jî de. Ew ji ber sedemên taybetên xweyên wî serdemî nikarîbû xwendina xwe bi dawî bike.[1][2][3][4][5]

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hesen Şerîf ji zaroktiya xwe ve bûye evindarê stranên kurdî. Di yazdeh saliya xwe de dest bi lêdana tembûrê kirîye û di salên berdewam de jî ji gelek hunermendên kurd re bi tembûra xwe bûye alîkar ta ku di şazdeh saliya xwe de rêka xwe ya hunerî hilbijartîye. Hesen Şerîf di sala 1985 de berhema xwe ya yekemîn bi navê "Tembûra min" û di sala 1986 de jî berhama bi navê "Baran Barî" derdixe.

Di sala 1987 de ji ber stranên xwe yên welatparêzî û ramyarî neçar dibe ku ji Duhoka nazdar derdikeve û berê xwe dide Çîyayên Kurdistanê kû bûbû warê pêşmergeyên qehreman. Ji ber êrîşên, Enfal, ku hukumeta Iraqê di sala 1988an de li dijî kurdên bê guneh pêk anî bû ew jî weka her kurdekî neçar dibe û di welatê xwe de, li Amedê dibe penaber û herweha li Amedê hetanî dawiya sala 1991an dimîne.

Kaseta xwe ya bi navê "Helepçe-Hîroşîma Kurdîstanê" li kampa penaberan li Amedê ku bi têlan û cendirman hatibû cîtkirin û di bin mercên gelek dijwar de tomar kiribû ku ew berhem di nav kurdan de gelek deng daye. Pîştî serhildana pîroz di sala 1991 de li Başûrê Kurdistanê ew jî weka her kurdekî penaber dageriya warê xwe.

Di dema destpêka azadiyê de beşdarî gelek aheng, pîrozbayî û cejnên netewî bûye. Di sala 1993 de kaseta xwe ya bi navê "Şêrê Çiya" û di sala 1994 de jî kaseta xwe ya bi navê "Şeva Eşqa Min Dirêj bû" deranîye. Hesen Şerîf di sala 1995 de ji welat derdikeve û diçe Swêdê.

Çende ji gelê xwe durketibe jî her ew eşqa dilê wî ya xebata hunerî û netewî berdewamkirîye. Her wek têye zanîn ew beşdarî gelek helkeftin û bîreweriyên netewî yên ku li welatên Ewropî pêk hatine bûye û herwusa kurdên Kanada û Emerîka jî ji huner û dengê xwe bêpar nehîştîye. Di sala 1998 de berhema ya bi navê "Xwezî" li Swêdê derdixîne. 2002yan de albûma bi navê "Tora Evînê" û 2004an de jî ya bi navê "Mizgînî" derxist ber hezgirên xwe.

Klîba Hesen Şerîf a bi navê "Beyta Laleş" ku derhêneriya wê Husên Hesen kiriye, di Yekemîn Pêşbaziya Video Klîbên Kurdî ya Zaxoyê de sala 2006an wekî Kilîba Herî Serketî, hatibû hilbijartin.

Album[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dîsa bûhara 2020
  • poşmanê
  • Govend 2013
  • Heyranok 1994
  • Newroz 2013
  • Xebîro
  • Bê te nejîm
  • Te nizanî
  • Kaniya Evînê
  • Derwêşo
  • Av û Av

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Jiyan hesen sherif bi Înglîziy hetîye nivêsandine".
  2. ^ "Hesen sherif lêgarîne googlî,wêne,sitran,albûm".
  3. ^ "03- KEÇIKE 1998". SoundCloud (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2020.
  4. ^ "Hesen Sherif". www.facebook.com. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2020.
  5. ^ "Hesen Şerif - Xozane". https://mp3evreni.com. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2020. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî)[girêdan daimî miriye]

Hesen Şerif Govende[girêdan daimî miriye]