Silêbînê
Silêbînê Kömürcü | |
![]() Silêbînê
| |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Êlih |
Navçe | Kercews |
Demografî | |
Demonîm | Silêbînî, xelkê Silêbînê |
Gelhe (2018) | 316 kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 37°38′34″Bk 41°12′18″Rh / 37.64278°Bk 41.20500°Rh |
Bilindayî | 950 m |
Koda postayê | 72750 |
Koda telefonê | (+90) 488 |
![]() |
Silêbînê (navê wê bi tirkî Kömürcü), gundekî bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve ye. Bela ku li derdorê vî gundî rejî derketî ye bi tirkî navê "Kömürcü" lê kirine. Li derdora wî gundê Hesarê, Bamîrê û gundê Ecibê hene. Av li mala tune lê kaniyeke wan heye ji vê kaniye avê tînin.
Ev gund ji du taxa pêk tê, nave yekê Gundikê û navê yandi jî Derikê ye. Rexê Gundikê ji rexe navçeya Farqîna Amedê hatine. Gelhe wê li dora 200 mirovî pêk tê. Silêbînî bi gundê helbestvanê kurd ê herî navdar ku bi navê Cegerxwîn cîrane navê vî gundî Hesarê ye.
Perwedehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xwendekarî vî gundî dibistana serî û dibistana navîn li vî gundî dixwenin lê ji bo dibistana amadehî bi servîsê diçin Inkafê.
Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gund bi dimse û fêkî (tirî, hejîr, hinar û hwd.) nav da ye. Bi nemaze jî dimsa wê bi nav û deng e. Wekî din beru, tiuk û gihuj ji li wî gundî çê dibin. Mêşin jî li vî gundî xwedî dibin.