Sinan Oğan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sinan Oğan
Image dans Infobox.
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Iğdır (en)
-
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (54 salî)
ÎdirLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Pîşe
Karder
Azerbaijan State University of Economics (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî
Malper
Xelat
Taraggi Medal (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Sinan Oğan (jdb. 1ê îlonê sala 1967an li Meleklî, parêzgeha Îdirê, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedar û nivîskarekî neteweperestê tirk e ku siyasetek neteweperest li dijî neteweyên din ên li Tirkiyê dimeşîne.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sinan Oğan wek endameke malbatekî azerî ji dayik bûye. Di sala 1989an de Fakûlteya Aborî û Rêvebiriyê ya Zanîngeha Mermereyê xwendiye û xilas kiriye. Ji 1993an heya 2000an de li Zanîngeha Aborî ya Dewleta Azerbaycanê wek Cîgirê Dekan kar kiriye. Oğan ji sala 2000 de li Navenda Lêkolînên Stratejiya Ewrasyayê (Avrasya Stratejik Araştırmalar Merkezi) xebitî. Di sala 2009 de doktoriya xwe ya di warê Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî de li Enstîtuya Peywendiyên Navneteweyî ya Dewletê li Moskowê wergirtiye. Ji bilî çend pirtûkan, Oğan zêdeyî 500 gotar çap kirine.[1]

Di sala 2011an de bû parlamenterê MHPêTirkiyeyê. Di 26ê tebaxa 2015an de ji ber rexneyên xwe yên li ser partiyê piştî hilbijartinên 7ê Tebaxê yên parlamenê ji wezîfeyê hate girtin. Di hezîrana sala 2015an ji MHPê hatiye derxistin,[2] lê piştî xebatên dadgehê yên serketî dîsa vegeriya.[3] Di adara 2017an de careke din ji partiyê hat derxistin.[4]

Di hilbijartinên serokomariyê yên sala 2023an de namzetê tifaqa hilbijartinê bi siyasetmedarê Hevpeymaniya Ata bû.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Sinan Oğan kimdir?". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 nîsan 2023.
  2. ^ "Sinan Oğan partisinden ihraç edildi". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 nîsan 2023.
  3. ^ "Sinan Oğan MHP'ye geri döndü". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 nîsan 2023.
  4. ^ "MHP'de 3 milletvekili ile Sinan Oğan partiden ihraç edildi". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 nîsan 2023.
  5. ^ "Ata İttifakı'nın Cumhurbaşkanı adayı Sinan Oğan oldu". www.haberturk.com. Roja gihiştinê 26 nîsan 2023.