Sirêma elektrîkê
Sirêma karebayî, sirêma elektrîkê, ceryana karebayî yan jî herikana karebayî, bi soranî: tezuwî karebayî, sirêma barê karebayî ye. Yekîna Dozena Navneteweyî anko SI ji bo sirêma karebayî Ampère (A) e ko beranberî meşiyana kolomeka barî di saniyeyekê da ye.
Pênase
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Meznahiya sirêmeka karebayî li xalekê bi awayê berhateka demê ya barê karebayî dihêt pênasekirin:
Bi awayekê fermî ev wiha dihêt nivîsîn:
- or inversely as
Qedareya barê karebayî Q ya ko li yekîna demê t dimeşit dibit I ko bi ramana xurtiya sirêmê dihêt.
Sirêm di têleyeka metal da
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di metalekê hişik yê gehînik da, bê çi hêzên derveyî, hindek elektron bi azadî dimeşin. Ev şiyana elektronan ji wê wize ya germayî çêdibit ko elektron ji hawirdora xwe werdigirin. Dema atomek elektronekê didit dibit xwediya barê erînî. Koma elektronên azad deryaya barî çêdikin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |