Siyaseta rast-çep

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Siyaseta rast-çepê anko şebenga siyasî ya rast-çepê rêyeka berbelav ya polênkirin û sinfandina pêgehên siyasî, aydiyolociyên siyasî û partiyên siyasî bi awayekê hêlanî û ket-rehendî (one dimensional) di şebenga siyasî da ye.

Rast beranberî çep şiroveyeka nezelal, nehûrkanî (imprecise) û diyalektîk ya hindek hokar an saloxetan e. Milê Rastê, Milê Çepê wekî du cemserên her saloxetekê dihên şirovekirin, herçend e ko kesek an partiyek dikarit di helwesteka xwe da li Milê Rastê bit û di yeka dî da li Milê Çepê.

Ramana zaravê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ramana zaravên rast û çep di warê siyasetê da gelek hatine guhartin. Bi awayekê giştî mirov dikarit bibêjit ko rast dijberî her siyaseteka guhêrandina rewşa siyasî, aborî û civakî ne. Çep bi awayekê giştî xwe aloz û xemxwera berjewendiyên giştî û tevane didit niyasîn. Rast alîgirên berjewendiyên kom an destekên xwedî desthilat an pawan yên niha an yên heyî ne.

Dîroka zaravê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zaravên rast û çep ji qonaxa destpêka Şoreşa Fransayê ve hatin bikaranîn. Li destpêkê van zaravan tenê cihê rûniştina destek û komên siyasî yên corbicor di Civîna Qanûndanana Fransayê da nîşa dida. Dema Şah hêşta bi awayekê fermî serokê welatî bû, keyatîxwazên Feuillants li aliyê rastê yê Şahî dirûniştin û tundrêyên Montagnards li milê çepê. Ev kevneşopa rûniştinê heta Senat û Civîna Niştîmanî ya Komara Pêncê ya Fransayê jî berdewam kir.

Di koka xwe da, komên milê rastê ew bûn yên ko alîgiriya dozena kevin (Ancien Régime) dikir. Ev kesên weha piranî ji arîstokratan û keyatîxwazan bûn. Kesên ko li milê çepê bûn guhartin dixwastin.