Baruch Spinoza

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Spinoza hat beralîkirin)
Baruch Spinoza
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Nieuwe Kerk (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
בָּרוּךְ שְׂפִּינוֹזָה, Benedictus de Spinoza û Benedito de EspinosaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Serdem
17th-century philosophy (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Dutch Republic (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Fîlozof, tercimanê Incîlê, grinder of lenses, political scientist, grammarian, teologLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Miguel de Espinoza (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hanna Debora d'Espinoza (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Endamê
Collegiants (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Tevger
Rasyonalîzm, felsefeya rojavayê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwendekarê
Franciscus van den Enden (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bandorbar
Xebatên navdar
Ethics (d), conatus (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Baruch Spinoza
Şanenav
Wêneyê goristanê

Baruch Spinoza (24ê çiriya paşîn a 1632ê Amsterdam – 21ê Reşemeh 1677ê Lahey) fîlozofekî holendî yê ko bi eslê xwe cihuyê sefardî bû.

Ev nav mezinên cihûyan li wî kiribû. Lê Amesterdamiyan jê ra digot Benedictus de Spinoza an Bento d'Espiñoza. Bi René Descartes û Gottfried Leibniz ra ji rasyonalîstên herî mezin ên sedsala 17ê ye. Ew ji ber kitêba xwe ya herî grîng Ethica yê wekî yek ji mezintirîn sincbaweran dihêt niyasîn. Ew bi pîşeya xwe berçaviksaz bû û nîskok (lênz) çêdikirin. Nivîsînên wî nîşa didin ko wî şehrezayiyeka mezin di warê matêmatîkê da hebûye.

Bandora wî ya mezin li paş mirina wî, dema kitêba wî Opera Posthuma belavbûy, diyar bû. Ew wekî rêxweşkerekê ruhnhizriyê anko enlightmentê li sedsala 18ê û wekî rexnegirê nûdem yê Tewratê dihat naskirin

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Débavên cihû yên Spînozayî ji tirsa hindê ko bizor nebin Fele (Xiristan) ji Portûgalê revîn û çûn Holendayê. Spinoza kurê bazirganekê dewlemend ê Portûgalî bû. Di 6 saliya xwe da malbata xwe winda kir û li Amsterdamê li dibistaneka Cihûyan hat qeydkirin.Ji ber ramanên wî yên dijî dînî, di navbera wî û xwendekarên dî û berpirsiyarên dibistanê da arîşe derkevtin û li sala 1656ê ji dibistanê hat derkirin.

Li sala 1656ê ji ber bawerî ya bi hindê ko Xudê mêkanîsma hebûnê ye û çi kesayiyeka diyarkirî wekî ko dihêt fêmkirin nîne û Tewrat kitêbek e bi zimanekê mecazî hatiye nivîsîn, ji civaka dînî ya cihûyan hat derêxistin.

Spinoza demekê li vê dibistanê ma û latînî û yewnanî ya xwe pêşve bir.

Spinoza ji dibistanê veqetya û di atolyekê da xebitî. Piştî atolyê, li gundekî biçûk akincî dibit û het du sê salên dawî ya jiyana xwe xebatên xwe li vî gundî meşandin.

Spînoza li Laheyê jiyana mir.

Havriyek li Felsefeya Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li berahiyê Spînozayî wekî Dekartî bawer dikir ko mirov ji du pêkhateyên cida pêkhatiye: Can û Laş. Lê paşî qayîlbû ko ew herdu aliyên ji hev cida yên yek tiştî ne. Wî bawerî bi hindê hebî ko Xudê û Hebûn (Kewn) du aliyên yek tiştî ne. Wî ji wî tiştî ra digot substans, lê ramana vê peyvê li nik wî ne madde bû. Ramana ko wî pê mebest bû bin û koka her tiştî bû.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]