Îbnî Ruşd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îbn Ruşd
Peykerê Ibn Ruşd li Córdoba'yê
Navê rastî
Ebû l-Welîd Mihemed ibn Ehmed ibn Ruşd
Jidayikbûn14´ê Nîsanê 1126
Mirin10'ê Kanunê 1198
EsilBerberî
PîşeFelsefeya Îslamê, Metafîzîk, Matematîk û Stêrnasî
BandorbarArîstotelêsJohn PhiloponusFarabîÎbn Bace
BandorkerBaruch Spinoza, Îbn Meymûn, Thomas Aquinas
DînÎslam
biguhêreBelge

Îbn Ruşd an jî Ebû l-Welîd Mihemed ibn Ehmed ibn Ruşd (bi erebî: أبو الوليد محمد بن احمد بن رشدAbū 'l-Walīd Muḥammad ibn Aḥmad ibn Rushd), di 1126an de li Kordobayê (bi spanî: Córdoba, îro li Spanyayê ye) ji dayîk bûye û di 10'ê berfanbarê 1198an de li Merakeşê miriye.

Ew fîlozof, qazî, stêrnas, matematîknas û bijîşkekê ko bi eslê xwe ji qebîleyê elmiwehidan ê berberiyên de dihatîbû.

Jiyan û xebat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ibn Ruşd di sala 1126an de li bajarê Endulusê Qurtubeyê (bi spanî: Córdoba) hate dinê. Ew di malbateke qaziyan de hatibû dinê. Kalê wî Ebû l-Welîd Mihemed (mirin 1126) qaziyê elmurabitan bû. Bavikê wî jî hate ko xanedana elmiwehidan hate Endulusê li eynî wezîfe bû. Wî di hevotina xwe dad, doktorî, fîlozofî xwend. Di 1153an de wezîrê elmiwehidan Îbn Tufeyl, wî bi hikûmdar Ebû Yaqûb Yûsif ve danasîne. Ebû Yaqûb Yûsif jî wî bi Ebû Zûhr ve danasîne û Ebû Zûhr pê re dibe mamosteyê Ibn Ruşd. Di 1160an de ew tê anîna qazîtiya Îşbîliyeyê (îro bi spanî: Sevilla). Di wan çaxên umrê xwe de ew dest bi şirove kirina berhemên Arîstotelês dike. Ew pê re li Rojava bo van xebatên xweyên ser şiroveyên Arîstotelês wek Kommentator, ango Şirovevan, tê navkirin. Ew di jiyana xwe de li gelek meqamên girîng û ciyawazî dişixule. Ew di 1169an de tê vebuhtina dadrêsiya Córdoba û Sevilla, di 1182an de jî dibe doktorê xelîfe Ebû Yequb. Lê pê demeka kurt re ew vedigere qazîtiya Córdoba. Ew di 10 berfanbarê 1198an de li Fasê dimire.

Bi xebatên xwe li Rojava[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îbn Ruşd bi xebatên xwe yên li ser berhemên Arîstotelês li dinêyê Rojava rind dihat nas kirin. Ew di nav Xiristiyanên rojava de bi navên xwe yên rast pirtir wek Averroes û bi ûnvana Kommentator dihat nas kirin. Ew li rojava ewqas tê nas kirin û ewqas bal kişandibû ko, di şopa wî de rêbarekê bi navê Averroîzm hatibû peyda kirin. Nivîskarê Dante di berhema xwe ya navdarê bi navê Komedyaya Xwedayî de bi Arîstotelês ve behsa wî dike.

Yek ji berhemên xwe yên herî navdar, ya ko bi navê Bêvaciya Bêvacî, li ser rexneyên berhema Îmam Xezalî ya bi navê Bêvaciya Fîlozofan û fîlozafan hembera Xezalî diparêza bû.

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]