TRAPPIST-1

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Derawaya TRAPPIST-1 a di komstêrka Aquarius de.

TRAPPIST-1, di heman katî de jî wek 2MASS J23062928-0502285[1] tê binavkirin, di nav komstêrka Aquarius de[2] stêrkeke bejnbihost e ku ji Rojê 39.5 sala roniyê (12.1 parsek) dûrtir e.[3][4]

Di sala 2015'an de astronoman (esmannas) sê gerstêrk vedîtin. Ev gerstêrk di buûta cîhanê de bûn û li derdora Stêrka bejnbihost de diçerixiyan. Tîpeke di bin pêşawatiya Michaël Gillon'ê ji Zanîngeha  Liège a Belçîkayê de, li Riwangeha La Sillayê ya Şîle de, bi bikaranîna fotometreya transît van gerstêrkan zexm kirin.[5][6] Wexta ku vî karî jî dikirin, ew teleskopa bi navê Transiting Planets and Planetesimals Small Telescope (TRAPPIST) bikaranîn. Di 22yê Sibata sala 2017'an de hate diyarkirin ku esmannas çar gerstêrkek ji yên din cûda dîtin.[7] Piştî vê daxuyandinê Teleskopa pir mezin a ku di Paranalê de ye û Teleskopa Fezayê ya Spitzer a NASAyê jî hatin bikaranîn. Bi saya van teleskopan agahiyên xurttir ji NASAyê re hatin û piştre NASA daxuyand ku ji van gerstêrkan, a herî kêm sê bi têhevî di nav 7 gerstêrkê de herêma jiyanbar mumkûn e.[8][9]

Keşf û navdayîn[biguherîne]

Stêrka ku li navenda sîstemê ye, di sala 1999'an de, di projeya 2MASS de hate vedîtin.[10] Ji kataloga li dû re, bi navê "2MASS J23062928-0502285" hatiye derbasbûn. Di vê navdayînê de hejmar, dûringa rast û dûringa çik a derawaya stêrkê nîşan didin. Tîpa 'J' jî salnameya julianî nîşan dide.

Piştre sîstem ji aliyê tîpeke ji Zanîngeha Liège ve hate vekolandin. Ew çavdêriyên xwe bi bikaranîna Teleskopa TRAPPIST ji rezberê heta kanûna sala 2015'an kirin û encamên ku ji vê çavdêriyê derketin, di hejmara gûlana 2016 ya kovara Nature de hate pexşandin. Navê stêrkê jî ji aliyê vebîneran ve wek kurtasiya navê teleskopa Transiting Planets and Planetesimals Small Telescope (TRAPPIST), navê TRAPPIST-1 hate dayîn.

Gerstêrk li gorî rêzeya keşfbûnê hate terxandin (bi navkirin) û ji bo gerstêrka yekem tîpa 'b', ji ê duyem re jî tîpa 'c' hate bikaranîn.[11] Li  derdora TRAPPIST-1 sê gerstêrk hate vedîtin navên wan wek b, c û d hate wekatkirin. Beşa duyem a keşfan jî wekî yekem navên wan e, f, g û h hate diyarkirin.

Gewşînên Gerstêrkan[biguherîne]

TRAPPIST-1, stêrkeke bejnbihost a laphênik (ultracool) ya çîna spektral a M8.0 ± 0.5 e. Baristeya wê nêzîkî %8'ê baristeya rojê ye û nîveşkêla wê jî %11ê nîveşkêla rojê ye. Germayiya wê 2550 K (kelvîn) e û ew herî kêm 500 milyon salî ye.[12] Li ber berawirda vê, Roj nêzîkî 4.6 milyar salî ye û germayiya wê jî 5778 K e.

Bi saya tewisîna kêm, stêrk heta 12 trilyon sal kare bijîn.[13] Stêrk li gorî metal dewlemend e. Nirxa rêjeya ([Fe / H]) 0.04 e. Tewisîna wê %0.05ê tewisîna rojê ye. Piraniya wan di spektruma dûrêsor (infrared) de belav dibin. 

Sîstema gerstêrkî[biguherîne]

Stêrnas di sibata sala 2017'an de diyar kirin ku sîstema vê stêrkê ji 7 gerstêrkê wekî cîhanê pêk hatiye û ji sêyê van (e, f, g) di herêma jiyabar de ne.[14][15][16]

Gerstêrkên sîstema TRAPPIST-1 û gerstêrkên sîstema Roj

Her heftê gerstêrkên TRAPPIST-1'ê, di rêgeheke ji rêgeha tîr a bi rojê nezîktir de ne. Dûrînga ku di navbera rêgeha TRAPPIST-1b û TRAPPIST 1c de ye, bi tenê 1.6 qata dûringa di navbera rêgeha cîhan û heyv de ye.[17] Gerstêrk di esmanên hev û din de tê dîtin û carna jî çend qat ji xuyîna heyvê ji cîhanê mezintir tê dîtin. Di gerstêrka herî nêz de salek bi tenê qasî 1.5 roja cîhanê berdewam dike û ev hejmar di gerstêrka şeşem de 12.3 roj e. Di vê mijarê de der barê gerstêrka heftem de, ji ber ku bi tenê derbaseyek hatiye çavdêrîkirin, hê agahî tûne ye. Vizbûna van gerstêrkan a li derdora tewereya xwe de, mumkûn e ku bi çerixîna li derdora stêrkê senkronîze bibin (rojek=salek). Gerstêrkên bi girêdayî pêlgirt (tidal locking), gengaz e ku beşekê wan her tim ronîdar û beşekê din ya wan jî her tim tarî ye. Bi saya vê di navbera van her du beşên (tarî û ronî) gerstêrkan de cûdatiya germahî dê pir mezin bibe û ev dê bayên dijwar pêk bîne. Ji ber vê yekê jî cihê herî baş yê ji bo berdewamkirina jîn, mumkûn e ku di navbera du layen de, li nêzîkî herêmên qemik bibin.

NAV Bariste Tewereya bingeh

(AU)

Maweya rêgehê

(Roj)

Gepsoytî Xwariya rêgehê Nîveşkêl
TRAPPIST-1b 0.85±0.72 M 0.01111 1.51087081 ± 0.00000060 < 0.081 89.65 ± 0.25° 1.086 ± 0.035 R
TRAPPIST-1c 1.38±0.61 M 0.01522 2.4218233 ± 0.0000017 < 0.083 89.67 ± 0.17° 1.056 ± 0.035 R
TRAPPIST-1d 0.41±0.27 M 0.021 ± 0.006 4.049610 ± 0.000063 < 0.070 89.75 ± 0.16° 0.772 ± 0.030 R
TRAPPIST-1e 0.62±0.58 M 0.028 6.099615 ± 0.000011 < 0.085 89.86 ± 0.11° 0.918 ± 0.039 R
TRAPPIST-1f 0.68±0.18 M 0.037 9.206690 ± 0.000015 < 0.063 89.680 ± 0.034° 1.045 ± 0.038 R
TRAPPIST-1g 1.34±0.88 M 0.045 12.35294 ± 0.00012 < 0.061 89.710 ± 0.025° 1.127 ± 0.041 R
TRAPPIST-1h Nenas 0.063+0.027

−0.013

20+15

−6

Nenas 89.80 ± 0.07° 0.755 ± 0.034 R
M baristeya cîhanê nîşan dide.(1 M = 5.9722 × 1024 kg)

R nîveşkêla cîhanê nîşan dide.(1 R = 6,371 km)

AU yekeya dûrayî ya astronomîk e.(1 AU= 149,5 milyon km)

Girêdayî pêlgirt (Tidal locking)[biguherîne]

Her heftê van gerstêrkan, bi dibetiyeke xurt dê senkronîze bibin. Ji ber vê yekê jî di nav van gerstêrkan de pêşvebirina jîn dê pir zorlêker bibe.[18] Wateya girêdayî pêlgirt (tidal locking) ev e. Heke gerstêrkek an jî cîsmekî esmanî maweya vizbûna xwe ya li derdora cîsmekî esmanî, wekhevê maweya çerixîna li derdora tewereya xwe bibe, ev cîsmê esmanî di rewşa girêdayî pêlgirt de ye. Wek mînak, maweya çerixîna heyvê ya li derdora tewereya xwe 28 roj berdewam dike. Di heman katî de jî heyv di nav 28 rojan de li derdora cîhanê de viz dibe. Ji ber vê yekê  jî em her tim bi tenê rûyekê heyvê dibînin. Rûyê din yê heyvê tu car ji cîhanê nayê dîtin. Îcar ji bo vê rewşê wek têgîna astronomîk, "girêdayî pêlgirt (tidal locking)" tê bikaranîn.[19]

Di çanda gelêr de[biguherîne]

Wexta ku ev agahî ji aliyê NASA ve hatin diyarkirin, li her herêma cîhanê de wek nûçeya lezgîn di televîzyonan de hate pexşkirin. Dîsin di 23ê sibata sala 2017'an de, Google bi anîmasyonekê vê nûçeyê pîroz kir.[20]

Pêşangeh[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. *"2MASS J23062928-0502285". SIMBAD. Centre de données astronomiques de Strasbourg.
  2. Gillon, M.; Jehin, E.; Lederer, S. M.; Delrez, L.; De Wit, J.; Burdanov, A.; Van Grootel, V.; Burgasser, A. J.; Triaud, A. H. M. J.; Opitom, C.; Demory, B.-O.; Sahu, D. K.; Bardalez Gagliuffi, D.; Magain, P.; Queloz, D. (2016). "Temperate Earth-sized planets transiting a nearby ultracool dwarf star" (PDF). Nature. 533 (7602): 221–224. Bibcode:2016Natur.533..221G. doi:10.1038/nature17448.
  3. Chang, Kenneth (22 February 2017). "7 Earth-Size Planets Identified in Orbit Around a Dwarf Star". New York Times. Retrieved 22 February 2017.
  4. http://www.nerinaazad.net/kr/news/life/politics/nasay-askere-kir-7-gerstrkn-n-hat-dtin-dibe-li-ser-3yan-av-hebe
  5. "Could these newly-discovered planets orbiting an ultracool dwarf host life?". The Guardian. 2 May 2016.
  6. "Three New Planets Are the Best Bets for Life". Popular Mechanics. 2 May 2016. Retrieved 2 May 2016.
  7. TRAPPIST-1 System – Discovery of Earth-Like Planets – Check123, Video Encyclopedia, retrieved 2017-02-23
  8. "Temperate Earth-Sized Planets Found in Extraordinarily Rich Planetary System TRAPPIST-1". SpaceRef. 22 February 2017. Retrieved 11 February 2017.
  9. "NASA telescope reveals largest batch of Earth-size, habitable-zone planets around single star". Exoplanet Exploration: Planets Beyond our Solar System. NASA. Retrieved 22 February 2017.
  10. Bryant, Tracey (22 February 2017). "Celestial Connection". University of Delaware.
  11. Hessman, F. V.; Dhillon, V. S.; Winget, D. E.; Schreiber, M. R.; Horne, K.; Marsh, T. R.; Guenther, E.; Schwope, A.; Heber, U. (2010). "On the naming convention used for multiple star systems and extrasolar planets". arXiv:1012.0707Freely accessible [astro-ph.SR].
  12. Gillon, M.; Jehin, E.; Lederer, S. M.; Delrez, L.; De Wit, J.; Burdanov, A.; Van Grootel, V.; Burgasser, A. J.; Triaud, A. H. M. J.; Opitom, C.; Demory, B.-O.; Sahu, D. K.; Bardalez Gagliuffi, D.; Magain, P.; Queloz, D. (2016). "Temperate Earth-sized planets transiting a nearby ultracool dwarf star" (PDF). Nature. 533 (7602): 221–224. Bibcode:2016Natur.533..221G. doi:10.1038/nature17448.
  13. Adams, Fred C.; Laughlin, Gregory; Graves, Genevieve J. M. "Red Dwarfs and the End of the Main Sequence". Gravitational Collapse: From Massive Stars to Planets. Revista Mexicana de Astronomía y Astrofísica. pp. 46–49. Bibcode:2004RMxAC..22...46A.
  14. Gillon, M.; Triaud, A. H. M. J.; Demory, B.-O.; Jehin, E.; Agol, E.; Deck, K. M.; Lederer, S. M.; De Wit, J.; Burdanov, A.; Ingalls, J. G.; Bolmont, E.; Leconte, J.; Raymond, S. N.; Selsis, F.; Turbet, M.; Barkaoui, K.; Burgasser, A.; Burleigh, M. R.; Carey, S. J.; Chaushev, A.; Copperwheat, C. M.; Delrez, L.; Fernandes, C. S.; Holdsworth, D. L.; Kotze, E. J.; Van Grootel, V.; Almleaky, Y.; Benkhaldoun, Z.; Magain, P.; Queloz, D. (2017). "Seven temperate terrestrial planets around the nearby ultracool dwarf star TRAPPIST-1" (PDF). Nature. 542 (7642): 456. doi:10.1038/nature21360.
  15. "NASA Telescope Reveals Largest Batch of Earth-Size, Habitable-Zone Planets Around Single Star" (Press release). NASA.
  16. "TRAPPIST-1 Planet Lineup". jpl.nasa.gov.
  17. Wall, Mike (22 February 2017). "Major Discovery! 7 Earth-Size Alien Planets Circle Nearby Star". space.com.
  18. Witze, A. (2017-02-22). "These seven alien worlds could help explain how planets form". Nature. doi:10.1038/nature.2017.21512.
  19. https://www.spaceanswers.com/deep-space/what-is-tidal-locking/
  20. Radowitz, John von (2017-02-23). "Exoplanet discovery celebrated with Google Doodle after three planets found". mirror. Retrieved 2017-02-23.

Girêdanên derve[biguherîne]