Tac Mehel

Tac Mehel

Tac Mehel an Taca Mehelê (bi ûrdû: تاج محل‎, Tāj Mahal, hindî: ताज महल, Tāj Mahal) yek ji bermahiyên bêhempa yên cîhanê ye.

Bi xwe aramgeheke bîranînê ye. Ji aliyê Şah Cîhan (yek ji Mongolê Mezinan) ve ji bo bîranîna jina wê Mimtaz Mehelê (ya ku di çanda devkî ya kurdî de Banûya Bêhngul e[çavkanî hewce ye]) hatiye çêkirin.

Li federedewleta Hindistanê Ûttar Pradeşê lê nêzîkî bajarê Agrayê ye. Di nava salê 1631 - 1648 de hatiye çêkirin. Li ser bingeheke 100 m x 100 m mermerî wekî mozoleyeke 58 m bilind, 56 m fireh hatiye sazkirin. Gorên Mimtaz Mehel û Şah Cîhan li wir in. Bi tevî minare, lêzim û baxçeyê xwe li ser xakeke mezin e. Wekî arkîtektî bermahiyeke bêhempa ye û di lîsteya bermahiyên bêhempa yên cîhanê de ye.

Tac Mehel di sala 1983 de ji aliyê UNESCO ve bo mîraseke çanda dinyayê hate girtin û kete bin parastina wê. Nimûneyeke bêhempa yê arkîtektiya Îslamê ye. Di xemlandina wê de gelek zêr, kevirên zimrût û yaqut hwd hatine bikaranîn. Ji aliyê xetçêkeran ve gelek ayetên Quranê hatine nivîsîn. Di çêkirina şaheserê de zêdetirî 20.000 karker tên bikaranîn.

Serpêhatiya Tac Mehelê ya gelêrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mongolê Mezin bi dileke mezin ji xanima xwe Mimtaz Mehelê hezdikiribûye. Bi tevî jina xwe tevlî dagirkirina welatan dibûye. Jina wê di anîna zaroka 14em de jiyana xwe jidestdide. Ev yeka han key dixe şîneke mezin û hêdî hêdî key dest ji desthilatiyê vedikişîne û bala xwe berdide çand û hunerê. Şah Cîhan li ser wesiyeta wê biryar dide kû bîranîneke bêhempa ji mermerên spî ji bo wê û li perê çemê Cemunayê din jî ji mermerên reş ji bo xwe bîranîneke bide çêkirin. Mixabin ew di jiyana xwe de tenê dikare ya spî bi dawî bike. Ew ji aliyê lawê wî ve ji text tê daxistin û heya mirinê tê zîndanîkirin. Piştî mirina wî jî wî tînin li cem Mimtaz Mehelê vedişêrin.

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]