Taharê Biro
Taharê Biro | |
---|---|
Jidayikbûn | 21ê Berfanbara 1923yê - Gundê Kaniya Kor/Şênkanî - Ermenistan |
Pîşe | Endazyar, Nivîskar/Wêjevan, Nûçevan |
Zimanê nivîsinê | kurdî rûsî, gurcî, ûkraynî, ermenî |
Netewe | Kurd |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Taharê Biro nivîskar û wêjevanekî Kurd e. Malbata Tahirê Biro di sedsala 19an de ji ber zilm û komkuştina Roma Reş ji herêma Qersê revîne û çûne Ermenistanê li Gundê Kaniya Kor/Şênkanî binecih bûne û li wir jiyana xwe domandine. Tahirê Biro jî di roja 21ê meha berfanbara sala 1923yê de li Gundê Kaniya Kor/Şênkanî ji dayik bûye. Piştî sê mehan ji dayikbûna Tahirê Biro Malbata wan dîsa mala xwe bardikin diçin bajarê Tîflîsa Gurcistanê û li wir cîwar dibin. Tahir li wir di nav zarokên bajarî de mezin dibe, û li wir destpê xwendinê dike. Di sala 1948an de jî koleja mamostetiyê diqedîne û di heman salê de dizewice, paşê li balafirgeha Gurcîstanê dest diavêje hînbûna teknîkî û derbasî Ûkraynayê dibe.
Xebatên Wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tahirê Biro di temenê xwe yê 18an de dest davêje Wêjeya Kurdî û pirtûka xwe ya pêşîn di sala 1954an de bi helbestên zimanê Kurdî diweşîne her wiha bi zimanên wek Rûsî, Gurcî, Ûkraynî, Ermenî û Azarbeycanî jî helbestan dinivîse her wiha dîsa di rojnameya Riya Teze de nûçevaniyê jî dike. Ev kesayetê têr û tije di sala 1967an de bi zimanê Kurdî şanoyeke bi navê Memê û Eyşê dinivîse û diçapîne.
Berhemên Wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Berhevoka Stranên Kurdî 1953,
- Şîz û Pêcema kurdan 1956,
- Kilamê Ciwanan 1957,
- Rojnama Riya Teze 1958,
- Mêvjema û Çîrok 1959,
- Poetê Kurdên Sovyetê 1962,
- Bahara Me 1964,
- Distrirê Sazê Min 1966,
- Memê û Eyşê Şano 1967,
- Bin Tava Gurcistanê de 1972,
- Pîonezê Alagîzê 1975,
- Kevya Kaniya Zelal 1977,
- Sîmê Tembûra Kurdî 1986
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Saxniç, Feqî Huseyn, Portreler, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2001
- Uzun Mehmed, Antolojiya Edebiyata Kurdî, cîld 1, Weşanên Tum Zamanlar, Stenbol, 1995
- Saxniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2002
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |